Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Temellî: Bêyî kurdan ne aştî ne jî aramî pêkan e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di serdana xwe ya DAD’ê de anî ziman ku bêyî kurdan li Tirkiyeyê aramî û aştî nepêkane. Temellî gefên Erdogan ên dawî bi bîr xist û got ku Erdogan dixwaze bi darê zorê desthilatiya xwe bidomîne

Serdanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên di çarçoveya ‘Paketa darazê’, ‘Tifaqa demokratîk’ û ‘Polîtikayên qeyûm’ ên bi partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk re berdewam dikin. Şandeya HDP’ê ya bi serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, îro jî Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ziyaret kir. Şandeya HDP’ê ji hêla hevserokê giştî yê DAD’ê Mûsa Kulu û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de Kulu ji ber hatina şandeya HDP’ê keyfxweşiya anî ziman û wiha got: “Pêdivî bi makeqanûna li ser bingehê wekhevî, aştî, xwişk û biratiya gelan, yekitiya bawerî û nasnameyan heye. Pirsgirêkên li Tirkiyeyê pêş dikevin ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Pirsgirêka rewşenbir, partiyên siyasî, hîndekar, akademîsyen û hemû kesên ku divê li ser pêşeroja Tirkiyeyê tiştekî bibêjin e.”

Makeqanûna demokratîk

Piştre jî Sezaî Temellî axivî û daxuyand ku ew bi van serdanan dixwazin ku pirsgirêka hevpar a Tirkiyeyê bi hev re çareser bikin. Temellî anî ziman ku xebata Makeqanûna Demokratîk bingeha van xebatan e û wiha domand: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi Makeqanûna Demokratîk heye. Ji ber ku gelek beşên civakê xwe di nava vê Qanûna Bingehîn de nabînin. Ji bo avakirina aştiya civakî pêdivî bi Makeqanûna Demokratîk heye. Niha Tirkiye pêvajoya 12’ê Îlonê dijî. Dixwazin hemû reng û cudahiyên Tirkiyeyê bikin yek tîp.”

Temellî bi lêv kir ku li Tirkiyeyê mexdûriyetên pir mezin hene û wiha got: “Ji bo ku ev mexdûriyete bi dawî bibin, pêwîstî bi darazeke serbixwe û bêali heye. Li şûna ku niha bixebite û vê pirsgirêkê çareser bike, meclis niha di betlaneyê de ye.”

‘Bêyî kurdan aştî û aramî nepêkan e’

Di berdewamê de jî Temellî bal kişand ser tayînkirina qeyûman û ev nirxandin kir: “Tayînkirina qeyûm hişmendiya mejiyê yekperest e. Bi vê yekê di serî de vîna gelê kurd û vîna hemû gelan tune dihesibînin. Li pêş çavê civakê dijminatiya gelê kurd dikin. Dijminatiyê pêş dixin. Ev yek ne başî yê, dê felaketê bi serê Tirkiyeyê bîne. Heta ku bi kurdan re lihev nekin, dê ev welate aştî û aramiyê nebîne. Ji ber vê, divê em bên cem hev û li dijî aqilê qeyûm têbikoşin û xwe ji vî aqilî rizgar bikin. Elewiyên li Tirkiyeyê bi fikr û nerînên xwe parastina yekitiya civak û gelên Tirkiyeyê dikin. Ji ber vê yekê hebûn û rola komeleyên elewî pir girîng in.”

Gefên Erdogan

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî gotinên Erdogan ku di got; ‘Dema meclis vebû di mijara qeyûman de pir dosya di destê me de hene’ jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Erdogan gefê dixwe. Qeyûm hiqûqê tune dihesibîne. Bi gefên veşarî dixwaze îktîdara xwe biparêze. Divê Ahmet Davutoglu jî rexnedayîna xwe bide. Aqilê ku li ser dijminatiya HDP’ê siyasetê bike nikare bi ser bikeve. Tu tişti bi Tirkiye nade qezençkirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar