Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Halîme Gunduz a 3 sal berê li Dersimê şehîd bûbû û li Goristana Bêkesan hatibû veşartin, hat wergirtin. Polîsên rejîma AKP/MHP’ê destûr neda ku cenaze bibin mizgeftê û nimêja cenaze bê kirin
Gerîlaya HPG’ê Halîme Gunduz (Bêrîvan Arjîn) di mijdara 2016’an de li Dersimê di pevçûnekê de şehîd bûbû. Polîsan cenazeyê Gunduz li Goristana Bêkesan a Meletiyê veşartibû. Malbata Gunduz ji bo wergirtina cenaze testa DNA’yê da Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Nimûneya xwînê ya DNA’yê piştî 2 salan bi encam bû. Li ser vê yekê malbat çû Meletiyê û cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan wergirt. Malbatê cenaze anî Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezana Amedê û bi şev di dorpêça polîsan de veşart.
Destûr nedan nimêja cenaze
Polîsên rejîma AKP/MHP’ê ya ji mirovahiyê bêpar bi maşîneyên zirxî goristan dorpêç kirin. Polîsan ji bilî 15 kesên xizmên Gunduz destûr neda merasîma cenaze li dar bixin. Malbatê xwest cenaze bibin mizgefta goristanê û nimêja cenaze bikin lê polîsan bi heman helwesta faşîzan destûr neda ku malbat nimaja cenaze jî bikin û ew asteng kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî di demên dawî de polîsên rejîma AKP/MHP’ê destûr nedan ku tu cenazeyê endamê PKK’ê û gerîlayên HPG’ê bi li gorî vecîbeyên olî bên definkirin.
Serdanên sersaxiyê ya Gunduz li Mala Şînê ya Farqîniyan tê qebûlkirin. AMED