Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zarokên Başûr bi rêya dibistanan tên asîmîlekirin

Ji sala 1992’yan heta niha dibistanên tirkan li başûrê Kurdistanê hene. Heta niha bi dehezaran zarokên kurd di van dibistanan de bi mejiyê îdeolojiya tirkan hatine perwerdekirin. Dewleta tirk aliyekî dagirkeriya xwe jî li ser dibistanan bi asîmîlekirina zarokên kurd didomîne

Gelê başûrê Kurdistanê di sala 1991’ê de rabû ser piyan û piştî ku rejîma Baas ji herêmê derxist, di sala 1992’yan de Amerîkayê hêza xwe li Başûr bi cih kir û sînorên niha yên Başûr diyar kir. Di heman salê de li Washingtonê Parlamentoya Başûr hate ragihandin. Piştî ragihandina Parlamentoya Başûr, pêşmergeyên partiyên Başûr tevî Tirkiyeyê êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin. Ev pêvajo veguherî pêvajoya destpêkirina dagirkirina Başûr. Yek ji rêbazên dagirkirinê jî ku ya herî girîng, asîmîlasyona bi rêya perwerdeyê bû. Nifşên nû li Başûr bi perwerdeya tirk hatin perwerdekirin. Her wiha bi vê yekê re di bin navê pereyê perwerdeyê de hate xwestin ku bi milyonan dolarî qezenç bikin.

Dibistana destpêkê ya Tirkiyeyê ya li Başûr di sala 1992’yan de li Silêmaniyeyê bi navê Koleja Işik hate avakirin. Kolej, di sala 1992’yan de ji hêla Fethûllah Gulen ve hate vekirin ku ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan û AKP’iyan ve weke ‘Xoce efendî’ dihate pênasekirin. Di sala 1995’an de bi heman navê Kolejên Işik li gelek deveran dibistan hatin avakirin.

Li her deverê dibistan vekirin

Serpêhatiya dibistanên tirk ên li Başûr bi Koma Fezayan ku di sala 1995’an de kete dewrê ji bo kûrkirina asîmîlasyon, mêtingerî û dagirkeriyê dom kir. Di nava 8 salan de bajar nema ku dibistan lê nehatine vekirin. Zêdetirî 70 dibistan bi navên bexçeyê zarokan, kreş, dibistana seretayî, dibistana navîn, lîse, dibistana bilind û kolej ava kirin. Yek ji wan jî zanîngeheke.

Ji bo asîmîlasyonê milyon dolar dane

Wezareta Perwerdeyê ya Başûrê Kurdistanê di sala 2016’an de hejmara xwendekaran aşkera kir. Li gorî vê yekê; 31 hezar 500 xwendekar li wan dibistanan hatine perwerdekirin. Her xwendekarek ji bo li wan dibistanan bixwînin salê 3600 dolar didan. Ev yek jî ji bo 31 hezar 500 xwendekarî dihat wateya 113 milyon û 400 hezar dolarî. Di nava 10 salên dawî de pereyê ku van dibistanan ji xwendekarên başûrê Kurdistanê wergirtin milyonek û 134 hezar dolar bû.

Tirkiyeyê bi zarokên başûriyan didin hezkirin

Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, Erdogan û koma wî dest danîn ser dibistanên li başûrê Kurdistanê ku bi hevkarê xwe Gulen ava kiribûn. Piştî sala 2016’an, dibistan dewrî Weqfa Turk Maarîf kirin. Perwerdeya li van dibistanan bi tirkî ye. Zarokên kurd bi pereyên xwe bi tirkî tên perwerdekirin. Li van dibistanan dersên sosyolojî, felsefe û dîrokê nînin. Bi vê yekê dixwazin ku zarokên başûrî yên ku li tiştekî napirsin biafirînin. Li şûna vê wan hînî tirkî dikin, Tirkiyeyê bi wan dide hezkirin û teşwîq dikin ku li Tirkiyeyê bigerin.

Zarok tev li rêxistinên olperest dibin

Heta niha bi sedan xwendekarên li van dibistanan dixwînin piştî ku dest bi xwendinê kirin serê xwe nixumandin, her wiha tev li partî û rêxistinên îslamî bûn. Wekî din yek ji pirtûkên ku li van dibistanan didin xwendin a Refîk Hîlmî ye. Hîlmî di pirtûkên xwe de Şêx Mehmûd Berzencî nebaş nîşan dide. Di pirtûkên xwe de ji bo kurdên di dema Şêx Mehmûd Berzencî de dibêje, ‘Yên ku kincên wan nerast in’ û henekê xwe bi kurdan dike.

Çavkanî: Seyît Evran /ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar