Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Kemalbay: Li dijî polîtîkaya qeyûman pêdivî bi yekitiya demokratîk heye

Parlamenter Serpîl Kemalbay da zanîn ku desthilata AKP-MHP’ê hewl dide ku bi polîtîkaya şer xwe li ser pêyan bihêle. Kemalbay got ku li dijî tayînkirina qeyûman divê hemû partiyên muxalîf ên li Tirkiyeyê xwedî helwest bin û yekitiya demokratîk ava bikin

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û got ku hikûmeta AKP’ê di 2015’an de ji îktîdarê ketiye. Kemalbay destnîşan kir ku AKP’ê ji wê demê ve polîtîkaya şer dimeşîne û hewl dide bi vê polîtîkayê xwe li ser pêyan bigire.

Serpîl Kemalbay anî ziman ku yek ji sedemên tayînkirina qeyûman jî stratejiya HDP’ê ya di hilbijartinê de bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tu awayî nikarin li ser bingeha rewabûnê bisekinin. Bi êrîşkirina kurdan û bernameya demokratîk a partiya me û bi êrîşkirina rêveberiyên herêmî re dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin. Ger ku ya heta niha hatiye kirin trajedî be, ya niha tê kirin jî pêkenok e. Mudaxaleyeke di asta karîkatûriyê de ye. Ji ber ku bi tu awayî nikarin sedemekî têr û tije ku raya giştî pê qanih bibe, nîşan bidin.”

Sedemên tayînkirina qeyûman

Kemalbay der barê îdiayên Erdogan û rayedarên hikûmetê yên weke ‘Ji Qendîlê re pereyan dişînin’ û ‘teror’ê jî ev nirxandin kir: “Li Tirkiyeyê ne ‘pirsgirêka terorê’, pirsgirêka kurd heye. Hemû hêzên serdest ên ku weke pirsgirêka ‘terorê’ bi nav kirin, winda kir. Pisgirêka heyî mezintir kirin. Ew bi xwe jî bi hinceta ku ji bo tayînkirina qeyûman tînin ziman bawer nînin. Lêpirsînek heye lê biryareke dadgehê nîne. Ya ku tê kirin, bêhiqûqî ye.”

Bang li partiyên muxalîf kirin

Di berdewamê de jî Kemalbay bi lêv kir ku divê hemû partiyên di meclisê de li dijî tayînkirina qeyûman xwedî helwest bin û wiha pê de çû: “Êdî roja avakirina tifaqa demokrasiyê hatiye. Gelên Tirkiyeyê di 31’ê adar û 23’yê hezîranê de israra xwe ya demokrasiyê de destnîşan kir. Desthiata AKP-MHP’ê ji vê rastiya nû ditirse. Êdî gel rejîma yekzilamî û bêhiqûqiyê nas nake. Gel demokrasiyê dixwaze û divê em guh bidin vê daxwazê. Di serî de CHP, hemû partiyên muxalîf divê bertekên wan tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê bisînor nemînin. Pêdivî bi yekitiya demokrasiyê heye.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar