KJAR bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser pirsgirêkên jinan û diyar kir ku pirsgirêkên jinan sînorên welat derbas kiriye û bûye gerdûnî û got ku ji bo çareseriyê jî li asta gerdûnî têkoşîn were dayîn
KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser rewşa jinan û diyar kir ku çawa ku pirsgirêkên jinan sînoran derbas kiriye û bûye gerdûnî, pêwîst e ji bo çareseriyê jî li asta gerdûnî têkoşîn bê dayîn û wiha got: “Ji bo vê jî me KJAR’ê, ji bo ku pirsgirekên azadiya jinan û guhartina civak bibe rojev û ji bo pêşxistina jiyanek alternatîf ku di çarçoveya pengava ‘Li dijî tundiyê bi yekitî têbikoşin, azad bibin’ me 28’ê tîrmehê de starta pengavê dabû. Bi wesîleya 1 îlonê roja Aştî ya Cîhanê, ji bo zarokên me li cîhanek yeksan û azad bijîn, xeyalên wan nekujin, peşketinên wan a azad sînodar nekin, di nava pêngava me de me, kampanyaya ‘ji bo zewacên zarokan na’ didin destpêkirin.”
Temamiya daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:
“Serdema em tê de dijîn jinan dehf dide ber kendalan û civakê ber bi tunebûyînê ve dibe. Em dikevin merheleyek wisa ku nakokiyên civakî, netewî, çînî, aborî, hawirdor hwd. pir giran dibin. Ev rewş di heman demê de encama rizandina hezar salan a dîroka şaristaniyê ye. Çawa ku pirsgirekên civakî di encama zihniyet û desthilatiya zilam de derdikevin holê îro jî bi tekoşîna jinan ve mûdaxaleyek li ser jiyana civakî tê kirin û di vê çerçeveyê de guhertin û veguhertin pêk tên.
Yêk ji erka jinan ew e ku bingehîn qirkirina civakî bide sekinandin. Piştî ku tevgera azadiya Kurdistanê ji tespîta Serokatiya me ya ku digot; ‘dê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiya jinê’ kete rê û şûn de pergala zilamsalarî ji bo ku ev yek pêk neyê bi her awayî dijî wê şuxûlî.
Pergala zilamsalarî dibêje ku serdema birdoziyan xelas bûye. Ev gotin di bingeh de ji bo ku jin û civakê ji birdozî û felsefeya azadiyê cuda bike hatiye gotin. Li dijî vê di nava tekoşînek birdozî û zanistiyekê de tevgerandin girîng e. Ji ber ku êrîşên pergalan ên li dijî jinê heta dawiyê xwedî birdozî ne. Zanistiya zayendî û birdoziya wê di heman demê de li hemberê sistema avakirina zilam têkoşîn e. Sedsala 21’emîn di heman demê de ew dem e ku desthilatên klasîk, netew dewlet, newekheviyên civakî tên lêpirsînkirin û tên bihûrandin.
Qeyranên sîstemê yên heyî di rastiya xwe de gelek rê û rêbaz pêşkêş dike ku tu azadiya jinê bidî afirandin.
Pêwîst e rolên ku ji aliyê şaristaniyên bi hezaran salan teybet jî şaristaniyên kapîtalîst ji jinê re diyar kirî, bi awayeke ciddî were lêpirsînkirin û ji bo ku ev rol werin guhertin siyaseta ku niha ji aliyê eqlê mêr ve tê rêvebirin baş were tehlîlkirin û li dijî vê têkoşîn were kirin.
‘Zilamên dewletê’ di roja me ya îro de bi gotin û ferasetên ne li gorî exlaqa civakê, yên zayendperest, netewperest û olperest ve mirovahiyê perçe dike û bi hevdu dide qirkirin. Bi vî awayî faşîzmê pêş dixin û civakan qurbanê ajo û qelsiya xwe dikin. Wexta em li kesên ku nûneriya hêzên emperyalîst a cîhanê yên wek Serokê DYA Donalt Trump, Serok Dewletê Rusyayê Vladimir Pûtin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dikin û yê ku li Rojhilata Navîn pêşengtiya rejîmên totalîter, di Serokvezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû, Qralê Erebistana Sûdî Selman Bin Abdulazîz, Serokê Olî yê Îranê Alî Xameneyî, Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan mêze bikin em ê vê siyaseta qirkirina civakê aşkera bibînin. Ev kesayetên nexweş ku xwe Serok û serwerên cîhanê yê yekemîn dibînin ne tenê jinê, di şexsê jinê de tevahî civakê dikin hedefa xwe.
Faşîzm û tevahî desthilat, siyaseta ku bi hiş û zimanê zilam ve pêş dikeve, şer, qeyranên civakî û aborî herî zêde jinê bandor dike. Pirsgireka jin êdî sînorên netewî, çînî, heremî bihurandine û vegeriyaye krîzek global. Zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistperestî ku berhemên eqlê mêrê serdest in, li pêşiya jiyana jinê û civakê ya wekhev, adil û azad astengiyeke mezin çêdike.
Ji ber ku dewletên ku bi eqlê serdest ên zilam ve tên rêvebirin şûna ku wekheviya civakê esas bigirin bi ferasetek talanker, cîhadker, dagirker ve mêzeyî derdora xwe dikin û li pey xeyalên xwe xistina hêzeke hegemonîk ê navendîne, civakan her tim ber bi şeran ve dikişînin. Wexta vê ya dikin jî dixwazin ku jinên wî welatî jî dev ji jiyana azad û wekhev berde û tenê guhdarî gotinên wan bike. Di bin navê xizmetkirina şer de wekî makîneyekê zarok anînê dixwazin her tim ew jin zarokan bînin. Dixwazin mudaxaleya her kêlî jiyana jinê bikin jin wê çawa li kuderê û bi kê re bijî diyar bikin û bi vî awayî jî dixwazin jinê têxin bin qontrola xwe. Ji bo serdestiya siyaseta zilam kevneşopiya civaka Rojhilata Navîn dibe zemînek. Ev yek jî ji bo jiyana jinê hîn zêdetir zehmetiyekê ava dike.
Li Rojhilata Navîn pirsgirek û nakokiyên herî bingehîn ên jinê ew e ku bi eqliyeta kevneşop a zilamsalar ve rêvebirina siyasetê ye û vî siyasetê sepandina li ser jinê ye. Lê moderniteya Ewropayê jî bi pêşkêşkirina jiyaneke balkêş, jinê ji cewher û rastiya xwe dûr dixîne, mûdaxaleya sosyolojî, psîkolojî heta biyolojiya wê dike û neçarî jiyaneke mecazî ya ku ji rastiyê dûr dike. Tevgera jin bi hemleya xwe ya bi navê “niha dema guhartina û azadiyê ye” dest bi lêpirsîna kevneşopiya civakî û rola ku ji jinê re hatî diyarîkirin dike. Ev pêngav, di hemû beşên Kurdistanê û derveyê welat de li gorî xwesertiyên xwe hatiye destpêkirin.
Çawa ku pirsgireka jinê sînorên welatan derbas kir û gerdunî bû, pêwîst e ji bo çareserî jî li astê gerdunî de têkoşîn bê dayîn. Ji bo vê jî wek KJAR’ê, ji bo rojevkirina pirsgirekên azadiya jinê û guhartina civak û ji bo pêşxistina jiyanek alternatîf ku li çarçoveya pengava “Li dijî şîdetiye bi yekitî têbikoşin, azad bibin’” me 28 Tîrmehê starta pengavê dabû. Bi wesîleya 1 Îlonê Roja Aştî a cihanê, ji bo zarokên me li cîhanek yeksan û azad de bijîn, xeyalên wan ne kujin, peşketinên wan a azad sînodar nekin, di nava pêngava me de em kampanya ya,’Ji zewaca zarokan re na’ didin destpêkirin. Pêngava me her meh bi kampanyayeke bi bandor çareserkirina pirsgirekan wê rêveçûnê esas bigire. Bi şûna ku xeyalên zarokên ku pêşerojên me ne hilweşînin, ji bo pêkanînê xeyalên wan têkoşînê esas bigirin. Zarokên ku bi darê zorê têne zewicandin dibine qurbaniye zihniyeta zilamên serdest ku ferasetê olperestî û kevneşopiya civake peş dixînin, pêwîst e ku zarokên me ji vî zihniyeta ku zarokan dike qurbanê xwe were rizgarkirin û jiyanek azad ji bo wan were bexşandin. Ji bo vê yekê banga me; di serî de li jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinan ew e ku zarokên me yê ku li her deverê cihanê dibe qurbaniye zihniyeta zilamên serdest têkoşînek yekgirti bikin. Bi vê çarçoveya kampanya ku li Nijeryayê bi navê “tu sucdar nîn î” hatiye detpêkirin gavekî gîrîng e.
Li gor vê yêkê pêwîst e zayendperestiya civakê were lêpirsînkirin û avaniyên ku li pêşiya azadiya jinê dibin asteng werin hedef girtin û ji bo guhertinê zextek bê avakirin. Ji bo cîhanêk azad a jinê wêre avakirin, pêwîst e hemû jin zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistperestî wek argumanên ku li dijî wan têkoşîn bikin bigirin dest. Ji bo cîhanêk azad a jinê were avakirin, li dijî moderniteya kapîtalîst moderniteya demokratîk; li dijî hilweşandina hawirdor û xwezayê tekoşîna ekolojik;li dijî pergala talanker a kapîtalîst, aboriya komûnal pêwîst e wek alternatîf were pêşkêşkirin. Roja me ya îro de çawaniya pirsgirekên ku tên jiyîn, di çêbûyîna şoreşan û guhertina seyra dîrokê de xwedî taybetmendiyekê ne. Em KJAR bi vî zanebûnê guhertina seyra dirokê li gor berjewendiya jinan werin guhertin, têkoşînek aktîf, sekneke xurt, afirandina Jiyanek alternatif ji bo me nebe nabe ye.
Di çarçoveya li Rojhilata Navîn de felsefeya jiyana azad, pêwîst e em bi hemû jinên gelên ku em bi hevdu re dijîn, têkoşînek hevbeş pêş bixin û li derdora slogana Jin-jiyan-azadî de pirsgirekên xwe rojev bikin û çareserî derxînin holê, jin bibin parazvanên şoreşê yên herî bibandor. Em jinên cîhanê ger em inşaya serdema jinê dixwazin pêwîst e em rojevên xwe li ser navê jinên têkoşêr ên cîhanê rojevên bikin yek. Bi vê çarçoveyê em KJAR bangawazi li hemû tevgerên jinan ên li dijî pergalê ne dikin, yên ekolojîst, femînîst, dijfaşîst, dijkapîtalîst, rewşenbîr, hunermend û hwd. Ji bo ku em bi hev re guhertin û azadiya xwe bi destbixin bi têgihîştina, ‘Li dijî şîdetê bi yeki0tî têbikoşin, azad bibin”, têkoşîna hevbeş bikin.”