Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Heta ku hevşaredarên me li peywira xwe vedigerin em ê têbikoşin’

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay da zanîn ku Suleyman Soylu îtîraf kiriye ku reşwet û diyarî wergirtine û wiha got: “Îktîdar hewl dide ku xwe bi zilm û zordariyê li ser pêyan bigire. Divê her kes li dijî vê zilmê derkeve. Em ê heta ku hevşaredarên me li peywira xwe vedigerin çalakiyên xwe bidomînin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay têkildarî tayînkirina qeyûman û polîtîkayên hikûmetê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay anî ziman ku li gel hemû zext û tundiyan jî têkoşîna xwe ya demokratîk didomînin û dê bidomînin.

Gunay Kubîlay spasiya hemû partî, komele, sendîka, ode, înîsiyatif, rêxistin, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên piştevaniya wan kiriye kir û wiha domand: “Em dizanin ku nelirêtiyên qeyûman di raporên dîwana muhasebatê de derketin holê. Hefteya borî me ji wezîrê karên hundir Suleyman Soylu nelirêtî  pirsîbû. Wî jî bersîv da û got; ‘Min ruşwet nestendî ye lê diyarî dane rayedarên dewletê.’ Bi vî rengî jî îtîraf kir. Em careke din dipirsin; yên ku navên wan di belgeyan de derbas dibin ev diyarî û ruşwet wergirtîne yan na? Ger ku negirtibin wê demê walî ketiye nava çirava nelirêtiyê. Em dîsa jê dipirsin; hûn dê ji van hesabê bipirsin an na? Hûn dê walî ji peywirê bigirin an na? Divê daraz, cendirme û rayedarên ewlehiyê tişta pêwîst bikin.”

‘Gefan li darazê dixwin’

Kubîlay bal kişand ser gotina Erdogan ku di got; ‘Bila meclis vebe li pêşiya me gelek dosya hene’ û jî ev nirxandin kir: “Bi vê yekê re gefan li darazê dixwin û dixwazin darazê têxin nava tevgerê. Ev nîşan dide ku darbeyên nû yên siyasî li pêşiya Tirkiyeyê ne. Tenê xwe bi zorê li ser pêyan dihêlin. Her ku Erdogan îktîdarê winda dike zilma xwe zêdetir dike. Dixwaze tola hilbijartina 31’ê adarê û 23’yê hezîranê hilîne. Em bang li her kesî dikin ku hişmendiya despotîk a Erdogan şermezar bikin û dij derkevin.”

Hedefa esasî bêstatûhiştina kurdan e

Di berdewamê de jî Gunay qala polîtîkaya dewleta tirk a Sûriyeyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkaya wan a Sûriyeyê li ser bêstatuya kurdan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî hebûna wê di talûkeyê de ye. Îktîdar ji bo ku kurdan bêstatû bihêle di navbera DYA û Rûsyayê de tê û diçe. Çareserî ew e ku Tirkiye bê şert û merc ji Sûriyeyê vekêşe. Îktîdara Tirkiyeyê ji bo bazirganên çekan ên DYA û Rûsyayê çavkaniyan pêşkeş dike. Lê dema mijar dibe maf û keda karkeran, bazariyê dike. Ji bo hevkarên xwe yên şer û bazirganê çekan çavkaniyan bi kepçeyê lê ji bo karker û kedkaran bi kevçiyê çayê belav dike.”

Çalakî dê berdewam bikin

Herî dawî jî Gunay ev tişt anî ziman: “Heta ku hevşaredarên me careke din vedigerin ser peywira xwe, dê çalakiyên me berdewam bikin. Di 1’ê îlonê de li Wan, Amed, Stenbol û Îzmîrê li dijî qeyûman û ji bo aştiyê em ê bi dirûşma ‘Ji bo aştiya bi rûmet, çareseriya demokratîk’ mitîngan li dar bixin. Dîsa xebatên me yên dîplomatîk li nava welat û li derveyî welat dê bidomin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar