Operasyona qirkirina siyasî ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve tê kirin ranawest e. Îro jî li Îzmîr û Mûgla, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û 15 kes binçav kirin
Operasyona qirkirina siyasî ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve tê kirin ranawest e. Rojane polîsên rejîma AKP/MHP’ê davêjin ser malan, kurd, çepgir, demokrat û derdorên muxalîf binçav dikin. Îro jî li navçeyên Menemen, Seferîhîsar, Odemîş ên Îzmîrê û navçeya Marmarîs a Mûglayê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de 15 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di serdegirtinên malan de dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dîjîtal. Kesên bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Ji bo rêxistinê li ser piyan bigirin û carek din dest bi çelakiyên kolanan bikin, amadekarî kirin” hatin biçavkirin, li Midûriyeta Polîsan ên Bajêr û Navçeyan tên girtin. ÎZMÎR