PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Aqûbeta pêvajoyê ji destpêkê ve diyar bû’

Gerîlayên FARC’ê ragihandin ku li dijî taktîkên mijûlkirinê û polîtîkayên komkujiyê ew li dijî hikumeta Kolombiyayê ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî dikin. Tê gotin, ji ber ku hişyariyên bi salan tên kirin ji nedîtî ve hatin, encameke bi vî rengî rû da.

Hevdîtinên navbera Yekîneyên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos, piştî pêvajoyeke ji 4 salan bi peymaneke aştiyê di sala 2016’an bi encam bû. Peymana Aştiyê di Cotmeha 2016’an de di referandûmê de ku bi beşdariyeke kêm pêk hat, bi rêjeyek biçûk nehate qebûlkirin û piştî hin guhertinan li Kongreyê di dengdana 24’ê Mijdara 2016’an de hate qebûlkirin.

Santos heta Tebaxa 2018’an ku wezîfeya serokdewletiyê dikir, qismî jî be şertên peymanê pêk anî. Lê belê piştî ku wezîfeya xwe dewrî Ivan Duque yê dijminê aştiyê kir, peyman jî kete nava rewşeke metirsîdar.

Pêşengê delegasyona FARC’ê ya hevdîtinên aştiyê Ivan Marquez bi daxuyaniyekê diyar kir, “Ji bo parastina mafê gerdûnî ku gelên dinyayê hemû yên li dijî zilmê rabûne ser piyan piştevaniya wê dikin, em ji dinyayê re radigihînin ku Marquetalia duyemîn (Devera ku FARC lê ava bû) dest pê kiriye.”

Marquez di Youtube de dîmenekî ji 32 deqeyan weşand û qala sedema biryarê kir. Di dîmen de ji lîderên berê yên komê Seuxis Paucias Hernandez bi navê xwe yê kod ‘Jesus Santrich) û Hernan Dario Velasquez jî hebûn.

Hikûmetê şert û mercên peymanê pêk neanî

FARC’ê sozên xwe yên ji bo pêkhatina aştiyê bi lez û bez pêk anî. Di nîvê destpêkê yê sala 2017’an de çekên xwe radestî Neteweyên Yekbûyî kir û dibetiya şer ji holê rakir. FARC’ê xwe veguherand partiyeke siyasî û nîşan da ku wê siyaseta demokratîk bike.

Lê belê li gorî FARC’ê Juan Manuel Santos û hikumeta wî  di pêkanîna peymanê de berpirsyariyên xwe pêk nînin. Pastor Alape ku di hevdîtinên FARC’ê yên bi hikumetê re amade bû, di sala 2017’an de ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku tevgera wan ya divê bê kirin  bi giranî pêk aniye.

Alape diyar kir, hikumeta Santos sozên ku dane gel pêk neaniye û destnîşan kir ku tevî rîska krîzê jî şer qediya ye. Ev fikar bi dema rêveberiya Ivan Duque re veguherî wê yekê ku gerîlayên FARC’ê li qadên gerîla vegerin.

Destpêkirina pêvajoya Duque

Biryara Ivan Marquez a ji bo têkoşîna çekdarî ne biryareke ku di nava rojekê de hatiye wergirtin. Di peymana lihevkirinê de madeya ji bo darizandina sûcên şer ên 52 salan û pêkanîna aştiya civakî, dest nîşan dikir ku divê dadgeheke taybet a ji bo darizandina wan sûcan bê avakirin. Lê belê hikumeta Santos ku li Kongreya Kolomiyayê xwedî piştevaniyeke xurt nebû, ev qanûn hîn nedabû pejirandin. Piştî ku Ivan Duque bû desthilatdar, diyar kir ku ev peyman wê denê ji bo sûcên gerîlayên berê bê pêkanîn.

Her wiha ragihand ku tevî reforma xakê wê gelek reformên der barê gelek polîtîkayan de nekevin meriyetê. Bi vê yekê re li qadên ku gerîlayan vala kirin hilberîna kokaînê gelekî zêde bû, rêxistinên sûc xurt bûn.

Komkujiyên li dijî gerîlayên li dij derketin

Hem li dijî gerîlayên berê hem jî li dijî yên ku destberdana ji çekan red kirin komkujî ti carî bi dawî nebûn. Li gorî qeydên rojnameya heftane Semana ji dema mohrkirina peymana aştiyê û vir ve herî kêm 137 gerîlayên FARC’ê yên berê hatin qetilkirin.

Rodigo Cadete ku 40 salên xwe di nava têkoşîna gerîla de derbas kir, di encama operasyona hêzên taybet û polîsan de li Caqueta ya li başûrê Kolombiyayê jiyana xwe ji dest da. Di operasyona tinekirinê de 9 gerîla jî hatin qetilkirin, çend ji wan bi saxî hatin girtin û li herêmê şer dom kir.

Heman komkujî li dijî parêzvanên mafên mirovan jî hate kirin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî ji sala 2016’an heta Hezîrana sala derbas bûyî herî kêm 250 mafên mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Neteweyên Yekbûyî ku bi mekanîzmayeke taybet peyman şopand, hişyarî da hikumeta Duque ku tavilê tedbîran werbigire.

Ivan Marquez û Oscar Montero di Îlona 2018’an de ragihandibûn ku wan şaşitiyeke mezin kirin ku bêyî pêkhatina peymana aştiyê wan dest ji çekan berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar