Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi helbestan hestên xwe yên li dijî dagirkeriyê tîne ziman

Keça bi navê Rûzîn Cengîz Dodo ya ji Efrînê ye û ji neçarî li Şehbayê bi cih bûye, bi helbestên xwe hest û ramanên xwe yên li hember dagirkeriyê dide nîşandan

Rûzîn Cengîz Dodo 13 salî ye û ji navçeya Reco ya Efrînê ye. Rûzînê piştî êrîşên li ser Efrînê neçar ma bi malbata xwe re koçberî Şehbayê bibin û li gundê Babinêsê bi cih bibin. Rûzînê gelek di bin bandora êrîşên li ser Efrînê maye û ji ber derketina ji Efrînê gelek xemgîn e. Ew xemgîniya xwe bi rêya helbestan parve dike.

Rûzînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jiyana xwe ya li Efrînê ya aram û wiha got:”Em gelê Efrînê jiyanek aram dijiyan. Piştî şoreşa Rojava gelê Efrînê çand û hunera xwe bêhtir nas kirin. Em weke zarokên Efrînê di navendên çandê de kar û xebatên xwe dimeşînin. Çand bedena mirovan e, divê em xwedî li bedena xwe derkevin.”

‘Dewleta tirk dibistan û xeyalên me hilweşand’

Rûzîn Cengîz diyar kir ku zimanê dayikê  hebûna mirovan e divê xwedî li ziman bê derketin û wiha domand: “Min nêzî 2 salan bi zimanê erebî dixwend, lê piştî zimanê kurdî di dibistanan de hat dayîn, min biryar da ku ez bi zimanê dayikê bixwînim. Lê dewleta tirk êrîşî dibistanan kir û xeyalên me jî hilweşand. Di 18’Adarê de piştî 58 rojê berxwedana gel a Efrînê gel koçber bûn û berxwedana xwe li Şehbayê domandin. Gel dîmenê dema ji Efrînê derdiketin ji bîr nake. Li Şehbayê gelê berxwedêr careke din berxwedana xwe domandin û teslîmkarî qebûl nekirin. Zarok û mamoste bi hev re dibistan  carek din ava kirin.”

‘Bi hêviya helbestên xwe ser axa Efrînê binivîsim’

Di dawiya axaftina xwe de Rûzîn Cengîz ev tişt anî ziman: “Piştî derketina ji Efrînê min xwest bi rêya nivîsandina helbestan êş û berxwedana gelê kurd derxînim holê û ji cîhanê re bide nîşandan ku gelê Efrînê teslîmkariyê qet qebûl nakin. Hemû helbestên xwe diyarî gelê berxwedêr û Rêber Abdullah Ocalan ên li ser fikir û felsefeya wî xwe perwerde dikin, dikim. Bi hêviya helbestên xwe li ser xaka Efrînê binivîsim.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar