Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Dê qeyûm biçin û gel bimîne

 

Di roja 12’emîn de jî li Amed, Wan û Mêrdînê çalakiyên li dijî qeyûman û şermezarkirina polîtîkayên rejîma AKP/MHP’ê berdewam kirin. Di çalakiyan de dirûşmên “Dê qeyûm biçin û gel bimîne” hatin berzkirin

Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a  serşaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê tên lidarxistin, didomin. Li Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 12’emîn de çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li gel parlamenter, rêveber û hevşarederên HDP’ê, nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasî, dayikên laçikspî, ciwan û gelek welatî amade bûn. Di çalakiyên li her sê bajaran de daxuyanî hatin dayîn û qeyûm û polîtîkayên rejîma AKP/MHP’ê bi tundî hatin şermezarikirin.

Li Amedê welatî di roja 12’an de li Kolana Lîseyê li hev civiyan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiyê bi dûrişmeya “Amed a me ye, Şaredarî ya me ye” dest pê kir. Devera ku çalakî lê hat destpêkirin, ji aliyê polisan ve bi bariyeriyan hat dorpêçkirin. Li gel gelek welatiyan, parlamenterê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê StenbolêSezgîn Tanrikoglu û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier, Mûsa Farisogûllari, Saliha Aydenîz, Remziye Tosûn, Garo Paylan, Erdal Aydemîr, Dersîm Dag, Feleknas Ûca, hevşaredarêÊlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç tevlîçalakiyê bûn.

Jin meşiyan

Endamên Platforma Jinan a Dîcleya Amedê, li ber derê Lîseya Ziya Gokalp li hev kom bûn û ber bi qada çalakiyê meşek li dar xistin. Li gel hemû astengiyên polisan jî jin heta Kolana Lîseyê ya çalakî lê tê lidarxistin meşiyan. Jinan di meşê de pankarta li serê nivîsa “Hevserokatî xeta me ya mor e” nivîsandî vekirin û tim dûrişmeya ” Em bêdeng nabin, na tirsin ûîtaet nakin” berz kirin.

Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînîşûna wî hat kirin jî tevlîçalakiya rûniştinê bû. Mizrakli dema ku hat cihêçalakiyê welatiyan ew bi çepikan û li ser piyan pêşwazî kirin. Mizrakli piştî ku yeko yeko bi destê hemû beşdaran girt li cihê xwe rûnişt.

Kursiyê serbest

Welatiyan, hevşaredarêÊlihê Mehmet Demîr û siyasetmedar Ayla Akat Ata li kursiyê serbest bertekên xwe yên li dijî qeyûm anîn ziman. Akat Ata da zanîn ku ew li dijî qeyûman in û pergala hevserokatiyê xeta wan a mor e û dixwazin xebata siyaseta demokratîk a gelê kurd krîmînalîze bikin.

‘Dê berxwedan mezin bibe’

Piştî axaftina kursiyê serbest, girseyê pankarta bi zimanê tirkî“Dest nede vîna min” vekir û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan pêşî axivîû wiha got: “Feraseta qeyûm du sal û nîv li van deran bû. Lê gel di 31’ê adarê de qeyûman qewirand. Wê gel dîsa qeyûman bişîne. Heta em qeyûman bişînin rûniştin û sekin tune ye. Dê her roj ev berxwedan mezin bibe.”

‘Destkeftiyên jinan di hedefa wan de ne’

Berdevka Demê ya Platforma Dîcle Amed a Jinan (DAKAP) Adalet Kaya jî destnîşan kir ku qeyûm li dijî destkeftiyên jinan in û wiha got: “Wek ku hûn dizanin herî zêde qeyûm saziyên jinan dike armanca xwe. Lê em ê dest nedin ku feraseta qeyûman jinan li malê heps bike. Em ê li dijî qeyûman têbikoşin.”

‘Dest dirêjî namûsa sindoqan kirin’

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî axivî bertek nîşanî teyînkirina qeyûman da gotina“Sindoq namûs e” ya Serokomar Erdogan bibîr xist û wiha got: “Îro wî bi xwe dest dirêjî wan sindoqan kir. Dest dirêjî namûsa sindoqan kir. Heta em qeyûman bişînin Enqereyê em ê li ber xwe bidin.”

‘Em nesekinin’

Piştî Kamaç, Wekîlê Hevserokên HDP’a ÊlihêÎkram Îrgî jî da zanîn ku heta ew AKP’êû feraseta wê ya qeyûman têk nebin dê kêliyekî paş ve gav neavêjin.

‘Em ê wek Îbrahîm li ber xwe bidin’

Li ser navê meleyan endamê KÎD’ê Mehmet Emîn Ay axivîû wiha got: “Rebêaleme ji bo însanan ji bo vînê wan azad berdaye. Lê li 3 bajarên mezin vîna gelê kurd desteser kirin. Em ê qeyûman qebûl nekin û di nava têkoşînê de bin. Em ê destekê bidin van çalakiyan. Yên bi zaliman re dimeşin gunehkar in, sûcdar in û di wîjdanê civakê de sûcdar in. Em ê jî li dijî qeyûman wek Îbrahîm ê li dijî Nemrûd li ber xwe da, li ber xwe bidin.”

Guh nedan astengiya polîsan

Li Mêrdînê li Parka Karayollari wekîlên HDP’ê, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê yên ku ji Êlihêû Sêrtê hatin dagirkeriya qeyûm şermezar kirin.Polîsan nehiştin ku koma çalakger biçin cihê ku her roj lêçalakî dihate kirin rûnin, bi mertalên xwe peyarê dagir kirin. HDP’yiyan jî li dijî vê li cihê ku lê bûn dest bi rûniştinê kirin, ji ber vê polîsan bi paş ve gav avêtin.Polîsan nehiştin ku Dayikên Aştiyêû kedkarên cameweriyê yên ku piştre hatin, werin cihêçalakiyê. Li ser vê kom di cihê xwe de rûnişt. Piştî ku qad berfireh bû polîs vekişiyan, çalakî li cihê her roj berdewam kir. Çalakgeran lîlandin û strandin.

‘Têkoşîn dê bidome’

ParlamenteraŞirnexê ya HDP’ê Nûran Îmîr li vir axivî û wiha got: “Vîna gel, pergala me ya hevseroktiyê xeta me ya xemrî(Mor) ye. Kesek nikare vîna me desteser bike. Nikare têkoşîna me bi paş ve bibe” Îmîr diyar kir heta ku qeyûm bi paş ve nekişînin dê têkoşînê bidomînin.

‘Em qeyûm qebûl nakin’

Li ser navê Dayikên Aştiyê ku ji Êlih û Sêrtê hatin Sultan Ozsyon axivîû wiha got: ”Em naxwazin kesek bimire, em aştiyê dixwazin. Mirin ne çare ye. Em dayikên leşker, gerîla û polîsan in.”Her wiha Dayika Aştiyê Halîme Kaya jîwiha got: “Em qeyûm qebûl nakin. Çima ji bo 4 mehan hilbijarin kirin? Bila diziya xwe, bertîlên xwe bidomandana.”

Piştî daxuyaniyan çalakger heta bi avahiya bajêr a HDP’ê meşiyan.

Li Wanêjî çalakî didome

12 roj in li Wanêjî çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bê navber didomin. Walatîû HDP’yiyan li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Riya Armûşê 12 rojin çalakiya runiştinê didomînin.  Parlamenterên HDP’ê  Dîlan DirayetTaşdemîr Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Ahmet Şik, Şevîn Coşkun,Serpîl Kemalbay, Huseyîn Kaçmaz, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşah Karabulak, Umît Dede û Meclisa Dayikên Aşitiyê tevliçalakiyê bûn.

Sala dawîbûna AKP’êû MHP’ê ye

Li ser navê HDP’yiyan parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik axivî. Ahmet bi lêv kir ku hikûmet bi zêdekirina tundiyê dixwaze demokrasiyê ji holê rake û wiha got: “Turkiye bûye welatê darbeyan. Niha ji bi navê qeyûman darbeyek pêk hat. Li Tirkiyeyêdarbê  bûne wekî kevneşopiyekê. Qelsbûna xwe û talana xwe dixwazin bi zêdekirina êrîşan veşêrin. Ew tiştê ku em niha dijîn tiştekî ne ji vî tiştî cuda ye. Li dijî van êrîşan divê em bi hev re ji darbeya qeyûm re bibêjin na. Divê ne zimanêşer, zimanê aşitiyê li welat belav bibe. Em ê tu car dev ji daxwaziya aşitiyê bernedin. Ew çi bikin bila bikin dê hêza wan têra neke ku welat bikin tarîtiyê. Çi dikin bila bikin dawiya wan nêz e.  Ez ji vê yekê bawer im hûn ji bawer bin. Sala 2020’an sala dawîbûna AKP’êû MHP’ê ye.  Bila ev wisa bê zanîn. Em ê her tim hebin û em ê bibin hêviya gel.”

Piştî daxuyaniyê girseyêçalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakiya runiştinê bi dirûşmên”Wê qeyum here,û gel bimîne” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar