Piştî ku li Idlibê komên çete ketin dorpêçeke mezin û rê li ber artêşa tirk hate birîn ku alîkariya wan bikin, serokomarê tirkiye Erdogan hewara xwe avêt serokdewletê Rûsyayê Pûtîn. Bi pêşketinên hêzên rejîma Sûriyeyê ku bi piştgiriya Rûsyayê destkeftiyên mezin li Idlibê bidestxistin û yek ji nuqteya artêşa tirk a çavdêriyê jî di bin dorpêça hêzên rejîma Sûriyeyê de ma.
Beriya demekê di dema ku konvoyekî leşkerî ya tirk dixwest bi hewara çeteyên Idlibê ve here ji alî balafirên rejîma Sûriyeyê ve hatibû astengkirin û nehiştibûn ew xwe bighînin bi hewara çeteyan ve û alavên leşkerî û çekan bidin wan.
Her çendî ku hikûmeta tirk xwest ku bi rêya telefonan bi behaneya ku sivîl tên kuştin pêşî li van êrîş û pêşketinên rejîma Sûriyeyê bigire lê ew hewldan bê bersiv man. Di encamê de Erdogan neçar ma ku biçe Rûsyayê û rû bi rû bi Pûtîn re hevdîtinê bike. Lê balkêş bû ku Rûsyayê ew hevdîtin li gorî hin armancên din bi rêk û pêk kiribû û ew serdan wekî firsendekê ji bo çekên nû bifiroşe Tirkiyeyê bikar anî. Serdan di dema fuara balafirên Rûsyayê de pêk hat û hevdîtina herdu serokan di fuarê pêk hat, heta li wir bazara Helîkopteran jî hate kirin û serokê Rûsyayê ji Erdogan re got heke hûn vê Helîkopterê bikirin em ê vê wesayita zirxî ya meqamê jî di ser de wekî diyarî bidin we.
Di dema ku Erdogan û Pûtin li fuarê digeriyan û bûza dixwarin balafirên rejîma Sûriyeyê bombe bi ser Idlibê de dibarandin û mirov dikare bêje ku êdî dema bazarên bi Rûsyayê re qediyaye û tenê piştî niha dê gavên berbipaşde werin avêtin.
Piştî vê hevdîtinê ji xwe daxuyaniyên hatin belavkirin jî wê yekê nîşan didin. Wekî mînak daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Çawîşoglu wiha bû: Rûsyayê garantî daye me ku dê nuqteyên me yên çavdêriyê rastî êrîşan neyên.
Mirov bi kurtahî dikare wiha bêje: berê bazar bi Rûsyayê re dihatin kirin û bi riya wan bazaran hemû çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ji Heleb, Hema, Humus û Şamê hatin derxistin û berê tevan dan Idlibê. Li hemberî vê yekê Tirkiye jî çend deverên wekî Cerablus, Bab û Efrînê xistin bin kontrola xwe. Lê dawî wekî çîroka gelêrî ya çûk û tûtûkê li serê wî hat.
Çîroka çûk û tûtûkê bi kurtahî wiha bû:
Min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nan dan bi heft beranan,
heft beran dan bi bûkekê,
bûka jî da bi tûtûkekê!
Êdî mirov dikare rewşa niha Tirkiyeyê ketiyê jî wiha bilêv bike:
Min Heleb da bi Babê
Hema da bi Cerablusê
Guta da bi Efrînê
Idlib da bi Bûzakê