Êrîşên dagirgeriyê yên dîktatoriya faşîzma AKP-MHP’ê di ser şardariyên bajarên mezin ên Kurdistanê de berdewam dike. Niha jî endamên meclisên şaredariyan di hedefa êrîşan de ye. Tê fêhmkirin ku piştî vana dê êrîş li ser derdorek berfireh pêk bê.
Li dijî van êrîşên dîktatoriya faşîst a AKP’ê ya li ser şaredariyan berxwedana gelên welatparêz ên Kurdistanê, derdorên demokrat û şoreşgerên hestewar bi berfirehbûyînekê berdewam dike. Balkêşe ku di pêvajoyên borî de dema heman êrîşên dagirgeriyê li ser şaredariyên Kurdistanê pêk hatibûn hin kes û derdor bêdeng mabûn û niha bi gumana ‘dê dor bê ser wan’ aciziyên xwe tînin ziman.
Bêguman ligel dîtina nerazîbûn û sekna li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku ev aliyekî baş e, divê rastiya dijmin û polîtîkayên dijberî kurdan ku pêş dixe baş û rast bê fêhmkirin û watebarkirin. Ger ev yek bê kirin dê ew êrîşên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya dagirkeriya şaredariyên bajarên mezin ên Kurdistanê jî baş û rast bê fêhmkirin.
Li vira wecedarî bi sedem, pênase û îzehatên berfireh tune. Di esasê xwe xwe de bi kirpandin û anîna ziman a têgehên sivik jî bi serê xwe têr dike.
Bi bi zelasî mirov dikare bêje dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dijminê kurdan e. Bi awayekî zelal û aşkera li dijî her gavên ku dê di leha kurdan de bi encam bibe ye. Tişta ku dê di leha kurdan de be, heta ew îhtimal jî hebe, li dijberî xwe dibîne û wekî ku boxeyê rengê sor bibîne ji êrîşkirinê şûnde namîn e.
Dema ku êrîş dike jî di hedefa wê de kî heye ji xwe re pir girîng nabîn e. Tenê yek pîvana wê heye. Ew jî ew e ku tiştê dike di leha kurdan de ye? Yan na di eleyha wan de ye? Heke bersiv; Di leha kurdan de be êrîş dike. Dama ku êrîş dike yên ku di hedefa wê (Dîktatoriya faşîst AKP-MHP) de be li têkiliyên di navbera xwe wan de jî nanêre. Di vê çarçoveyê de DYA, Dewletên Yekitiya Ewropa, Rûsya dewletên hwd, di serî de hêz û saziyên navneteweyî yên ku wekî mutefîk bibîne yên ku êrîşî wan nekirine nema ye. Heta yên ku di dijberiya PKK’ê de li başûrê Kurdistanê bi wê re bûye yek û wekî dûvikê wê tevdigere jî di referandûma meha îlonê ya di sala 2017’an de hat dîtin ku çawa êrîşî wan kir. Lewer referandûma li başûrê Kurdistanê û tercîha gel a “Serxwebûnê” li gorî berjewendiyên xwe nedîtiye.
Rastiya êrîşa dagirkeriya rojavayê Kurdistanê ya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî ji ber dijminê kurdan e. Avakirina çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Sultan Murad û hwd. bi destên van çetayan êrîşkirin û dagirkirina rojavayê Kurdistanê negihêjt armanca, li ser vê yekê tevgera wê ya êrîş û dagirkeriyê bi xwe jî bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Kurdên Rojava bi berxwedana xwe destkeftiyên girîng bi dest xistine. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP ev tek ji bo xwe gef û xeterî dîtiye û dest bi êrîşan kiriye.
Li dijî kurdên rojhilatê Kurdistanê yên ku xwe birêxistin dikin û dixwazin xwe bikin îrade jî di nav heman polîtîkayan de ye. Ji ber vê yekê ye ku di destpêkê de rejîma Îranê bi her kesî re di nav hevkarî û tevkariyekê de ye wekî ku di demên borî dikirin îro jî ji vê rewşê re amade ye.
Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP li bakurê Kurdistanê jî her tim din av êrîşeke wiha de ye. Hemû polîtîkayên xwe li ser dijberiya û dijminatiya kurdan avakiriye. Ji siyasetê heta aboriyê, ji dîplomasiyê, heta bicihkirina leşkerî, heta teşedayîna hevsengiyên navxweyî ku ji bo xwe esas digire bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Heke di dijminatiya kurd de zirarek negihêştibê hemû li hevkirinan têr dibîne. Ev rastî mohra xwe li bin polîtîkayên deweleta TC ya mêtinger û qirker ên dîroka sed dalî dixe.
Îro ew hêza ku li bakurê Kurdistanê êrşa dagirkeyê li dijî şaredariyên mezin pêk anî ye xwedî ev taybetmendî ye. Dema ku êrîşî şaredariyan dike ew kîn, nefret û hêrsa xwa ya dijminatiya kurd vedirşê. Di xweze ew nirxên ku kurdan bi berxwedan û bedelên mezin bi dest xistine tune bike.
Li Kurdistanê li dijî dijminekî wiha têkoşîna “Hebûn û azdiyê” tê dayîn. Yên ku li dijî êrîşa dagirkeriya li ser şaredariyên mezin li ber xwe didin jî li dijî dijminekî wiha têdikoşin. Ji ber vê yekê jî divê kurd nêzîkatî û bêtehamuliya li dijî destkeftiyên xwe yên herî bi çûk jî ya dijmin baş bizanibe û tu carî ji heşê xwe dernexe. Divê êdî gelê kurd destûrê nedin ku ew kes û derdorên xayîn û hevkarên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê vê rastiyê binuxumînin û berovajî bikin. Divê têkoşîna li dijî vana ji têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê cudatir nebînin.
Bi hişmendiyek vê rastiyê divê ew êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bê dîtin û di têkoşîna “Hebûn û azadiyê” de xwe bibîni.
Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi van êrîşên xwe yên dagirkeriyê nûnertiya xwe ya meşandina polîtîkayên dewelata mêtinger û qirker a TC ku nêzî sed salî ye dijminatiya kurdan dike pêk tîne. Heta rista şopandina dijminatiya dewleta Osmanî ku TC’yê ew mîrateya wê ya polîtîkayên dijminatiya kurdan dewr girtibû girtiye ser xwe.
Divê em ji bîra nekin ku; “Efendiyên vî welatî tirk in. Kesên ku ne tirk bin, li welatê tirkan tenê tenê mafekî wan heye: mafê koledariya tirkan û xizmetkariya tirkan e.” van gotinana bixwe jî ji bo şerkirina li dijî dijmin bese ku mirov têkoşîna ‘Hebûn û azadiyê’ bide.