Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinên girtî: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê, diyar kirin ku mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin û anîn ziman ku mûayeneya bi kelepçekirî ferzî wan tê kirin û ji bo vê banga hestiyariyê kirin

Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê, bi navbeynkariya malbatên xwe name şandin û bal kişandin ser pirsgirêkên li girtîgehê dijîn. Jinan diyar kirin ku ew pirsgirêkên cîdî yên tenduristiyê dijîn û wiha gotin: “Divê em bên dermankirin, lê dermankirina me tê astengkirin. Li gel ku rewşa hin hevalên me pir giran e jî, dermankirina wan tê astengkirin. Mafê me yê dermankirinê bi pêkanînên keyfî tê paşguh kirin.”

Jinan di nameya xwe de dan zanîn ku li gel ku divê di bin çavderiya bijîjkan de bên dermankirin jî lê ev yek nayê kirin û bi van gotinan behsa pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kirin: “Hevalên me yên nexweşiyên wan ên zerikê (Hepatît B) û kronîk heyîn, divê her sê meh carekê bên dermankirin û li nexweşxanê di kontrolê de derbas bibin. Hevalên me Tenzîle Acar û Felek Gun nexweşiyê wan ên zerikê (Hepatît B) hene. Her tim pirsgirêkan dijîn. Li gel vê jî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.”

Qanûnên tenduristiyê yên demkî bi cih tînin

Jinan dest nîşankirin ku girtiyên jin ên rewşa wan giran dema dibin mûayeneyê, bi awayekê xerab tên pêşwazî kirin û wiha gotin: “Gardiyan û leşker kelepçeyê venakin. Di dema mûayeneyê de leşker ji odeyê dernakevin. Bijîşk vê rewşê dibîne û dema mudaxale dike, dibêje ‘Ev kelepçe nayê vekirin, ji bîr neke ku tu girtiyî.’ Bi vî awayî qanûnên tenduristiyê yên demkî bi cih tînin.”

Li gorî protokolê tevnagerên

Jinan ragihandin ku tim mafê wan ên dermankirinê tê asteng kirin û wiha domandin: “Nabe ku girtiyên nexweş bi kelepçekirî bên dermankirin. Em girtiyên siyasî her tim di sewqên nexweşxanê de van pirsgirêkan dijîn. Ji ber ku hevalên me yên nexweş sewqî nexweşxanê nakin, her ku diçe rewşa wan girantir dibe. Bi giştî gardiyan dibêjin ‘ger rewşek mirinê tune be, em ê we nebin nexweşxaneyê.’ Dîsa di çûyîn û hatinan nexweşxaneyê de jî em pirsgirêkan dijîn.”

Bang li saziyan kirin

Her wiha jinên girtî di dawiya nameya xwe de bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kirin ku li idjî bêhiqûqiyê bi hestiyar tevbierin û xwestin hemû kes dengê wan bibihîsin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar