Parlamenter, welatî û nûnerên saziyên civaka sivîl bang li hemû gelên Tirkiyeyê, bang li hemû derdorên demokrat û aştîxwaz kirin ku di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakevin qadan
Sibê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Ji bo pîrozbahiyên 1’ê Îlonê jî HDP’ê plansaziyên xwe amade kiriye. Di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Enqere û gelek deverên din dê bi tevlêbûna hemû derdorên demokratîk mitîngan li dar bixe. Tê payîn ku di van mitîngan de mijarên herî zêde derkevin pêş, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê be. Têkildarî mijarê siyasetmedar, serokên saziyên civaka sivîl û welatî axivîn û banga tevlêbûna mitîngên 1’ê Îlonê kirin.
Têkildarî mijarê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli axivî û anî ziman ku ew hêvî dikin ku 1’ê îlonê bibe mîna hîva 14 û wiha domand: “Divê 1’ê îlonê ne tenê ji bo wê rojê, divê li Tirkiyeyê hemû roj mîna 1’ê îlonê bin. Em ê wê rojê mîna rojeke ku firsendê nade xwîn û girî, ne ji bo mirinê lê ji bo jiyanê têdikoşe pêşwazî bikin. Em 1’ê Îlonê di nava şertên herî dijwar de pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê jî pêşwazîkirina wê girîng û watedar e. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li mitîngê bibin. Bi hêviya ku 1’ê Îlonê em li Qada Demokrasiyê ya 5’ê Hezîranê (Îstasyon) kom bibin.”
Guven tev li mitînga li Wanê dibe
Li Wanê jî mitînga 1’ê Îlonê dê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin. Dê hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk tev li mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 14:00’an de dest pê bike. Têkildarî mijarê ji dayikên Aştiyê Kewê Işik, endama Desteya Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mukaddes Karakoç, endama TJA’yê Hatîce Kiye û parlamenterên HDP’ê yên Wanê Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç axivîn.
Ji bo jiyaneke birûmet dakevin qada mitîngê
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê di 1’ê Îlonê de her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û xwedî li aştiyê derkeve. Axaftvanan got ku divê di 1’ê Îlonê de tu kes li mala xwe nesekine û dakeve qadan. Axaftvanan daxuyand ku divê gelê Wanê li dijî xespkirina vîna xwe, ji bo yekitiyê, li dijî cinayetên jin û zarokan dakeve qadên 1’ê Îlonê. Axaftvanan herî dawî jî bang kir ku ji bo jiyaneke birûmet tev li mitîngê bibin.
Roja yekşemê li Qada Kartalê ne
Li Stenbolê jî hêzên ked, aştî û demokrasiyê dê li Kartal a Stenbolê mitîngeke hevpar li dar bixin. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Esengul Demîr, Mûsa Pîroglu û Zuheyla Gulum, hevserokê giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, endamê Desteya Rêveber a DÎSK’ê Kanber Saygili û nûnerê Dev-Tekstîlê yê Stenbolê Ozgur Karaçan ji bo mîtîngê bang li hemû karker û kedkaran kirin. Axaftvanan bi lêv kir ku di 1’ê îlonê de dê li cem hêzên demokrasiyê bin û dê cîhaneke azad û wekhev bi destên xwe biafirînin. Axaftvanan da zanîn ku îktîdar ne tenê êrîşî kurdan dike, di heman demê de êrîşî karker, kedkar, ciwan, jin û xwezayê jî dike û li dijî vê jî dê dakevin qadan.
Enqere li Tandoganê tê cem hev
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê jî dê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Tandoganê bi mitîngekê pêşwazî bikin. Der barê mijarê de serokê EMEP’ê Fîkret Aslan, serokê Şaxa EMEKLÎ-SEN a Çankayayê Hulusî Şîmşek, berdevkê Platforma Şaxa KESK’ê Nusret Sûlkalar, hevberdevka HDK’ê Fatma Kiliçarslan, Endamê Malên Gel Osman Çokaman, hevserokê HDP’a Enqereyê Huseyîn Gevher, nûnerê DÎSK’ê yê Enqereyê Tayfûn Gorgun û serokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatîh Kanat axivîn û ji bo mîtîngê bang kirin.
Li dijî şer û talanê bisekinin
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku pêdivî bi xurtkirina têkoşîna ji bo aştiyê heye û divê bi yekitiya eniya demokrasiyê re pêşî feraseta dewletê ya şer bê girtin. Axaftvanan got ku reng û deng çi dibe bila bibe, ji bo pêşîlêgirtina cînayetên jinan, talankirina xwezayê û tayînkirina qeyûman, ji bo aştî, demokrasî, azadî û wekheviyê divê her kes di 1’ê îlonê de li Qada Tandoganê be.
Daxuyaniya KCDK-E’yê
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê jî ji bo 1’ê îlonê daxuyaniyek da û wiha got: “Dewleta AKP-MHP’ê ya qirker ku bi darbeya qeyûm şaredarî desteser kiriye, bi darê zorê dixwaze rayeya hilbijêran ku vîna gelê me ne, ji dest wan bistînin. Faşîzma AKP-MHP’ê li hemberî têkoşîna hevpar a gelê kurd û hêzên demokrasiye ketiye zorê, bloka faşîst ji hev difeşkile, ji ber vê bi şêtbûnekê êrîşkariya xwe zêde dike, bi vê êrîşa xwe ya li ser kurdan û demokrasiye, bi geşkirina şer dixwaze ser qelsiya xwe binixumîne. Di mîtîngên 1’ê îlonê de li dijî darbeya qeyûm ji bo ku em daxwazên xwe yên mafdar bibêjin, xwe berdin meydanan û li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.’ Em bang li gelê xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, jin, ciwan û hemû muxalîfan dikin ku li her qada ku lê ne derkevin meydanan û têbikoşin.”