Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Idlib dikele Tirkiye tê de dihele

Rûsyayê li Idlibê agirbesta yekalî ragihand û li ser sînorê Tirkiyeyê jî bi pêşengiya HTŞ’ê çalakiyên li dijî Tirkiyeyê hatin organîzekirin. Tirkiye ku roj bi roj li Idlibê tengavtir dibe, tê payîn ku hêdî hêdî dê ji Idlibê bê derxistin

Li Idlibê şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Tirkiye piştgiriya wê dike de, kete asteke krîtîk. Hêzen girêdayî rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê li Han Şeyhûnê derbên giran li HTŞ’ê û komên din dan. Operasyonên ku bi vê yekê bi sînor neman, 12 noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê yên li herêmê jî hedef girtin. Noqteyên çavdêriyê yên 4, 8, 9, 10 û12’emîn ên Tirkiyeyê bûn hedefa êrîşên rejîmê. Herêma noqteya çavdêriyê ya 9’emîn bi temamî kete bin kontrola rejîmê. Tirkiye ji bo ku xwe ji vê rewşê xelas bike, bi Rûsyayê re hevdîtin kir. Her çiqas hin peyman hatibin kirin jî komên li Idlibê û malbatên xwe serî li hemberî Tirkiyeyê rakirin. Rûsyayê ragihand ku dê agirbest bê binpêkirin û Tirkiyeyê jî daxuyand ku ewlehiya ku dê li hemberî çavdêriyên wan êrîş pêk neyên girtine.

Piştî hevdîtina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, ji aliyê Rûsyayê ve agirbesta yekalî hate ragihandin. Dema ev daxuyanî hate dayîn, şerekî dijwar li Idlibê diqewimî. Heta ku agirbest kete dewrê, rejîmê 8 gund/bajarokên din jî ji HTŞ’ê stendin. Cihên ku hatine girtin nêzî herêma Maret El Nûmanê ne. Rûsya jî piştî daxuyaniya agirbestê hê bêhtir herêm bombebaran kir. Hin deverên nêzî bajar hedef girtin. Piştî vê yekê hêzên rejîmê noqteya çavdêriyê ya 4’emîn a Tirkiyeyê ya li herêma Anadanê ya ku dikeve rojavayê Helebê bombebaran kirin.

HTŞ’ê çalakî birêxistin kir

Li aliyekî li herêmên bajarê ên dikevin aliyê Heleb, Hema û Lazqiyeyê şer didome û li aliyê din idlibî ber bi deriyê sînor ê Bab El Hava-Cîlvegozu ve meşiyan. Meşa ku piraniya kesên li Idlibê tev lê bûn, ji aliyê HTŞ û komên din ên çekdar ve hate birêxistinkirin. Hin çalakgeran sînorê Tirkiyeyê derbas kirin, leşkerên li herêmê mudaxaleyî çalakgeran kirin û li hemberî wan bombeyên gazê bi kar anîn.

Li Idlibê çalakiyeke nû ye

Cara yekemîne ku li Idlibê çalakiyeke bi vî rengî tê lidarxistin. Ji ber vê yekê ji aliyên hin kesan ve tê gotin ku ev çalakî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye birêxistinkirin û birêvebirin. Tê gotin ku Tirkiye bi vê yekê xwestiye ku zorlêkirina ku bi Rûsyayê re dijî derbas bike û bala Amerîka û welatên Ewropayê bikişîne, serî li vê rêbazê daye. Tirkiye bi vê yekê xwestiye peyam bide ku bi şerekî mutemel re dê Ewropa bi pêleke din penaberan re rû bi rû bimîne û armanc kiriye ku Rûsyayê bidin rawestandin.

Nirxandineke cuda

Nirxandineke din ku ji bo çalakiyê tê kirin wiha ye; çalakî ji aliyê komên ku tu baweriya wan bi Tirkiyeyê nemaye ve hatiye organîzekirin. Tê gotin ku ji pêşengiya hêzên çekdar ên HTŞ’ê ya çalakiyê bigire heta şewitandina posterên serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û berzkirina dûrişma ‘Xayîn Tirkiye’, di bin hêrsa mezin de lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ku dê li gorî wê hin herêmên Idlibê ji Rûsyayê re bên hiştin, heye. Komên ku diyar kirin Rûsya û Tirkiyeyê li hev kirine, li gelek deveran ketin nav liv û tevgerê.

Dîmenên mîna yên li Helebê

Di çalakiyên ku piştî hevdîtina Pûtîn-Erdogan hatin lidarxistin de tê gotin ku ‘Idlib hatiye firotin.’ Ev dîmen dişibin dîmenên lihevkirina Helebê ya 2016’an a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de. Di vê lihevkirinê de di berdela têketina Tirkiyeyê ya Babê de, hemû komên çekdar ji rojhilatê Helebê hatibûn derxistin û şandibûn Idlibê. Komên çekdar di dîmenên ku weşandibûn de ragihandibûn ku Tirkiyeyê ew firoine.

Ragihandina agirbestê

Di her du rewşan de tê dîtin ku Tirkiye di mijara Idlibê de bi Rûsyayê re li hev kiriye. Di kêliya ku çalakî didomiyan de ji aliyê Rûsyayê ve hate ragihandin ku dê ji 31’ê tebaxê û şûn de li Idlibê agirbest bikeve dewrê. Dema agirbestê balê dikişîne. Piştî vê ragihandinê, wezîrên karên derve Mevlût Çavuşoglu diyar kir ku ji Rûsyayê ewlehiya ku dê tu êrîş li hemberî noqteyên wan ên çavdêriyê çênebin, girtine. Tê gotin ku di vê çarçoveyê de Tirkiyeyê ewlehiya vekişandina leşkerên xwe yên noqteya çavdêriyê ya 9’emîn a di bin dorpêça rêjîmê de girtiye. Dîsa tê gotin ku Rûsya bi agirbestê, ji rejîmê re dem dide qezenckirin, piştî ku rejîm kontrola cihên ku girtiye paş pêk bîne, dê li hemberî Maret El Nûmanê operasyon pêk bîne.

Rûsya bi HTŞ’ê re civiya

Li gel van hemû tiştan hat hînbûn ku Rûsya bi HTŞ’ê û komên din ên çekdar re hevdîtinan pêk tîne. Li gorî agahiyên li ber dest, bi taybetî Rûsya di vê mijarê de ketiya nava liv û tevgerê û bi nûnerên komên çekdar ên li Idlib û derdora wê re rûniştiye. Tê gotin ku Rûsya di van hevdîtinan de ji koman re radigihîne ku Tirkiye êdî nikare wan biparêze. Ev pêngava Rûsyayê gelek zorê dide Tirkiyeyê û tê gotin ku hevdîtinên bi vî rengî didomin.

Çavkanî: Nazim Daştan/MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar