Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ocalan 26 salin ji bo aştiyê bang dike

Hêzên Ked û Demokrasiyê dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li 4 bajaran mîtîngên Aştiyê li dar bixin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1992’yan heta niha ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştiyê çareser bike di nava hewldanan de ye û 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe

1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Di Îlona 1939’an de piştî Polonya dagir kirin, 60 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Dagirkirina Polonyayê di heman demê de bû destpêka 2’yemîn Şerê Cîhanê û wekî şerê herî bi xwîn kete rûpelê dîrokê. Piştî vî şerî Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar girt û 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê îlan kir. Pîrozbahiyên ku di 21’ê îlonê de tên pîrozkirin li Tirkiye her sal di 1’ê îlonê de tên lidarxistin. Li Tirkiye wekî her sal îsal jî dê li gelek deveran mitîng bên li dar xistin û daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Li Wan, Amed, Stenbol û Îzmirê wê mitîng bên li darxistin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê tebaxê de çûn Îmraliyê û li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di hevdîtina dawî de dîsa got; ‘Ez ji bo çareseriyê Amade me’ û bang li dewletê kir ku gavên çareseriyê bavêjin. Ocalan, ji sala 1992’yan heta niha ji bo aştiyeke mayînde û çareseriya pirsgirêka kurd di nava hewldanan de ye. Di sala 1992’yan de Tirkiye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) bi hevre li dijî PKK’ê şer kirin û piştî şerê 45 rojan, bi PKK’ê re li hev kirin. Piştî şerê mezin û dirêj Rêberê PKK’ê Ocalan, di 19’ê adara 1993’yan de li Bekaayê bi serokê YNK’ê Celal Talabanî re hevdîtinek li dar xist. Ocalan di civînê de agirbesta yek alî îlan kir. Yekem car PKK’ê agirbesta yek alî îlan kir. Hêj gav nehatibûn avêtin, serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal bi awayekî şik jiyana xwe ji dest da. Piştî Ozal jiyana xwe ji dest da, hewldana Ocalan a çareseriyê bê encam ma.

Hewldanên aştiyê bi sûîqestê bersivandin

Piştre Ocalan, di 11’ê kanûna 1995’an de ji bo rê li pêşî siyaseta demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke, dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Li gel ku Ocalan agirbest îlan kir jî dîsa zextên li ser kurdan berdewam kirin. Di 6’ê gulana 1996’an de li gel hewldanên Ocalan li dijî Ocalan sûîqest amade kirin. Piştî vê sûîqestê dîsa hewldana Ocalan a aştî û çareseriyê bê encam ma.

Girtina Ocalan

Ocalan, tevî hemû astengî û hewldanên şer dîsa lêgerîna aştiyê berdewam kir. Di 1’ê îlona 1998’an de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Hêj agirbestê berdewam dikir ku bi hevkariya dewletên navneteweyî Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin. Ocalan, di 15’e sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Piştî vê yekê PKK’ê diyar kir ku wan agirbesta yek alî bi dawî kiriye.

Danezana Çareseriya Lezgîn

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hate girtin, dîsa hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokrotîk berdewam kir. Ocalan li Îmraliyê di 2’yê tebaxa 1999’yan de dîsa bang li PKK’ê kir û xwest ku hêzên xwe yên çekdarî derxe derveyî welat. Ocalan, di 1’ê îlona heman salê de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Ocalan di 20’ê çileya 2000’an de Projeya Aştiyê, di 4’ê mijdara 2000’an de Plana Lezgîn a ji bo aştî û demokrasiyê û di 19’ê hezîrana 2001’ê de jî ji bo aştiyeke mayînde kete nava hewldanan û danezana lezgîn belav kir. Di 22’yê mijdara 2002’yan de Danezana Çareseriya Lezgîn belav kir.

Ji hemû nûneran re name şand

Ocalan, dîsa ji serokomar, serokê meclisê, serokwezîr, serfermandar û hemû serokên partiyên siyasî re name şand û xwest ku pirsgirêka kurd bi rêya aştî û çareseriya demokratîk çareser bikin. Ocalan di nava 5 salan de li ser hewldanên aştî û çareseriyê xebitî. Lê li gel vê yekê zextên li ser kurdan berdewam kirin. Di sala 2004’an de PKK’ê agirbesta yek alî bi dawî kir. Şer dîsa bi awayekî dijwar dest pê kir.

Bangên Ocalan

Ocalan di 9’ê tebaxa 2006’an de bi rêya parêzeran ji serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û serokê CHP’ê yê wê demê Denîz Baykal re peyam şand û got; ‘Çareseriya pirsgirêkê bi diyalogê pêkan e. Bi rijandina xwînê encam nayê girtin. Bi alîkariya DYA, bi hevkariya Îran û Sûriyeyê re PKK nayê tunekirin. Bi vî rengî pirsgirêk nayê çareserkirin. PKK bi vî rengî xelas nabe.’  Ocalan, wê demê bang li Erdogan û Baykal kir û bal kişand ser girîngiya 1’ê Îlonê. Ocalan got; ‘Êdî bes e, em vê xwinê rawestînin. Divê diyaloga demokratîk pêş bikeve. Ger ku diyalog pêş nekeve dê şer kûr bibe.”

Ocalan, di 7’ê îlona 2006’an de dîsa bi rêya parêzeran got; ‘Ez kesî navexwînim serîrakirinê. Fermanê nadim tukesî. Em dixwazin ev xwîn raweste û Tirkiye demokratik bibe.’

‘Ez ji hemû cureyên çareseriyê re amade me’

Di 2’yê mijdara 2007’an de dîsa Ocalan bi rêya parêzeran got; ‘Ez careke din destê aştiyê dirêj dikim. Ger ku dewlet dixwaze bi min re hevdîtin bike divê rayedarên xwe bişîne. Bila bêje ‘Ey Apo tu çi dixwazî?’ Ez jî dê pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve bikim. Ez ji hemû rêbazên çareseriyê amade me. Ger ku çareserî tê xwestin divê Make Qanûna Kurd li ser li hev bikin bê amadekirin. Dikarin ji PKK’ê re bêjin; ‘Were tev li vê pêvajoyê bibe.’ Di vê mijarê de fikrên min diyar in.’

‘Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e’

Ocalan, di 5’ê tebaxa 2008’an de jî diyar kir ku li dijî wî şantaj tên kirin û ev peyam parve kir: “Bila bi şantajan neyên ser min. Ez vê yekê ji dewletê re jî dibêjim. Ji PKK’ê re jî dibêjim. Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e. Ji bo aştî û çareseriya demokratîk çi bikeve ser milê min, ez amade me. Min berê jî ji serokwezîr û serokomar Gul re name şand. Ez hêvî dikim ku em vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Hatina komên aştiyê

Ocalan di sala 2009’an de dîsa banga aştiyê kir û wiha got: “Ji bo aştiyê û çareseriyê wekî koma yekemîn a aştiyê, dibe ku koma duyemîn a aştiyê jî bê Tirkiyeyê. Yek ji Ewropa û yek jî ji Mexmûr û Qendîlê dikarin bên.” Li ser pêşniyara Ocalan Koma Aştiyê û Çareseriya Demokratîk di 19’ê cotmehê de 34 endamên Koma Aştiyê ji Qendîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê. Koma Ewropayê jî di sala 2010’an de hatin Tirkiyeyê. Ocalan xwest ku ev komên aştiyê li meclisê û hemû partî û rêxistinên demokratîk re hevdîtinan bikin û projeya çareseriyê parve bikin.

Ocalan di 8’ê kanûna 2010’an de dîsa banga aştî û çareseriya demokratîk kir û xwest ku parlamento biryara aştiyê bide. Xwest heqîqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Xwest meseleya Turgut Ozal û Eşref Bîtlîs bên ronîkirin. Ocalan nexşerêya çareseriyê pêşkêşî meclisê kir.

Di 5’ê Sibata 2011’an de jî serokwezîr Erdogan, bi dayikên Aştiyê re hevdîtin kir. Ocalan wê demê ji serokwezîr xwest ku ji bo hêsirên çavan raweste hêzên çekdar bikişîne cihekî ewle û şer rawestine. Ocalan diyar kir ku her roj operasyon û şer heye û bi vê rêbazê çareser nabe. Ocalan ji hikûmetê xwest ku çareseriyê dixwaze operasyonan rawestîne û gerîla xwe bikişîne herêmeke bi ewle.

AKP ne çareserî, şer dixwaze

Ocalan, di 27’ê tîrmeha 2011’an de bi rêya parêzeran ev peyam da: “Min ji bo her du aliyan pêşniyar kir. Min karê wan sivik kir. Min rêya çareseriyê nişanî wan da. Ez dikarim hêj çi bikim? Ger ku hikûmet ji bo pêvajoyê xelas bike çi dike bila bike. Ez di karê şer de tune me. Dibêjin; ‘Dê wekî Srî Lankayê bibe.’ Dê 300 balafiran rakin û Qandîlê bombebaran bikin. Tu çima radiwestî? Ger ku rêxistin jî amade be dê îspat bike ku ne Srî Lanka ye. AKP şer dixwaze. çareseriyê naxwaze.”

Heyeta Îmraliyê

Piştî hevdîtinên li ser Ocalan qut bûn, di 12’ê îlona 2012’an de girtiyên PKK’ê û PJAK’ê dest bi grevê kirin. Piştî çalakiya 68 rojan li ser banga Ocalan girtiyan çalakî bi dawî kir. Di 3’yê çileya 2013’an de heyeta ku wekîla BDP’ê Ayla Akat Ata û hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî di navde bûn çûn Îmraliyê û  bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Peyama Newroza sala 2013’an

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de jî bi rêya heyetê peyam şand û dîsa peyama çareseriya demokratîk da. Ocalan diyar kir ku êdî dema çekan bi dawî dibe û divê pirsgrêkên li Rojhilata Navîn bi diyalog, muzakere û aştiya demokratîk çareser bibin. Heyet 22 caran bi Ocalan re hevdîtin kir û Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet peyam şand.

Ocalan di di 7’ê hezîrana 2013’an de xwest pêvajoya diyalogê bi zagonan bê mîsogerkirin. Ocalan di 9’ê adara 2014’an de dîsa bang li AKP’ê kir û got: “Bi vî şiklî dixwazin min bixapînin. Ez 40 salan tekoşiyam. Hewce be ezê 40 salên din jî têbikoşim. Divê hêza dewletê ya çareseriyê hebe. Ev ne meseleya bazarê ye. Ev meseleya peymanê ye. Divê di vê peymanê de wekhevî, bi hevrebûn, eşq, sinc, estetik û azadî hebe.”

Ocalan ji bo çareseriyê mutabakata ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmetê kir. Endamên heyetê, hikûmet û dewletê di 28’ê sibata 2015’an de li Dolmabahçeyê Mutabakat îmze kirin. Di 22’yê adara 2015’an de serokomar Erdogan li dijî peymana Mutabakata Dolmabahçeyê daxuyanî da û got: “Ez li dîjî heyeta çavdêriyê me. Ez wê civînê rast nabînim.” Bi vê yekê re jî pêvajo xerab kir.  Ocalan piştî vê gotina Erdogan herî dawî di 5’ê nîsanê de hevdîtin kir û careke din heyet neçûn Îmraliyê.

Tecrîdê 8 salan dom kir

Piştî 8 salan hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir. Pitre ev çalakî li hemû girtîgehan belav bû û 3 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. Çalakî li her deverên Tirkiyeyê belav bûn. Piştî çalakiya 200 rojan parêzer di 2’yê gulanê de çûn Îmraliyê. Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê.

Ocalan di hevdîtina 2’yê gulanê de dîsa bal kişand ser peyama Newroza 2013’an û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet amade ye.  Ocalan di hevdîtina 22’yê gulanê de jî herî dawî di hevdîtina 7’ê tebaxê de jî peyam bi rêya parêzeran şand û diyar kir ku ew ji bo aştî û çareseriya demokratîk amade ye. Ocalan di hevdîtina 12’ê hezîranê de jî ev tişt anî ziman: “Kurd bê tirk û tirk jî bêyî kurdan nikarin hebûna xwe berdewam bikin.” Ocalan dîsa diyar kir ku çareserî di yekitiya gelê kurd û tirk de û gelên Mezopotamya û Anatoliyayê de pêkan e. Ocalan dîsa got; ‘Ya esasî, çareseriyê siyaseta demokratîk e.”

Makeqanûna 1921’an pêşniyar kir

Ocalan di hev hevdîtina dawî ya di 7’ê tebaxe de jî destnîşan kir ku yekitiya kurd û tirkan li Xelat û Melezgirê dest pê kiriye û heta Makeqanûna 1921’an berdewam kiriye. Ocalan xwest ku dîsa li ser esasê Makeqanûna 1921’an meseleya kurd bê çareserkirin. Ocalan xwest aqilê dewletê têkeve nava hewldanê.

Lê piştî vê peyama Ocalan, di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Wan Mêrdîn û Amedê hatin kirin û li aliyê din jî li başûrê Kurdistanê êrîşa bi navê ‘Pençe 3’   dewam kir. Bi vê hewldana qeyûm û operasyonên leşkerî û siyasî re hikûmeta Tirkiyeyê destnîşan kir ku di şer de bi israr e.

Çavkanî: MA / Nacî Kaya

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar