Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Îmamoglu: Tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şandeya pê re li Amedê hevşaredar Selçuk Mizrakli û Ahmet Turk ziyaret kirin. Îmamoglu di serdanê de anî ziman ku tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye. Îmamoglu diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê hatine Amedê û divê her kes ji bo demokrasiyê têbikoşe. Di serdanê de Turk û Mizrakli jî destnîşan kirin ku ji bo pêşîlêgirtina darbeyê pêdivî bi yekitiyê heye

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şandeya pê re di danê sibehê de hatin Amedê. Şandeya Îmamoglu li balafirgeha Amedê ji hêla rêveberên CHP’ê yên Amedê û welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Alîgirên Amedsporê jî çûn pêşwaziya Îmamoglu. Îmamoglu pişt re jî derbasî avahiya CHP’ê ya Amedê bû û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de îmamoglu bal kişand ser tayînkirina qeyûman.

Ekrem Îmamoglu got ku wan li Stenbolê hîs kir ku çiqas nefesa wan teng bûye û wiha pê de çû: “Hêvîdarim di demekî kin de ji vê xeletiya xwe vegerin. Tayînkirina qeyûman û dûrxistina şaredaran mixabin xeflet e. Pêkanînên rêbazên cuda nayê qebûlkirin. Helwesta cudakar a li dijî hilbijêrên Amed, Mêrdîn û Wanê û hevşaredarên me em hemû xemgîn kirine.”

‘Divê her kes ji bo demokrasiyê têbikoşe’

Di berdewamê de jî Îmamoglu ev tişt anî ziman: “Li ser navê demokrasiya Tirkiyeyê li Stenbolê hilbijartineke girîng pêk hat. Li cihê ku hiqûq lê serdest nebe, mirov nikare qala mafê hilbijartin û hilbijêran bike. Tayînkirina qeyûman dewama pergala îsrafa wan e. Stenbol û Amed xwedî heman qederê ne. Kîjan partî dibe bila bibe, vî gelî erka wezîfeyê dabe kê bila dabe wî kesî, dê helwesta me qet neguhere. Divê em hemû li dijî neheqiyê û bêhiqûqiyê derkevin û em mecbûr ji vê re bêjin na. Berevajî vê yekê em nikarin civakekê ava bikin. Ev têkoşîna edalet û demokrasiyê ye. Ev têkoşîna parastina vîna gel e. Pêwîste her kes di çarçoveya hiqûqê de li dijî neheqiyê têbikoşe. Demokrasî tenê ne ji bo çend bajaran divê li Amed, Mêrdîn, Wan, Îzmîrê û Stenbolê heman demokrasî pêk were.”

‘Elçî şehîdê demokrasiyê ye’

Îmamoglu piştî daxuyaniyê bi şandeya pê re derbasî ser gora serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li Sûrê hatibû qetilkirin bû. Di serdanê de Îmamoglu ev gişt anî ziman: “Me xwest em şehîdê demokrasiyê yê parastina serdestiya hiqûqî dikir bi bîr bînin û li ser gora wî diayên xwe jêre bişînin. Tahir Elçî di êrîşeke xayîn de hate kuştin. Elçî aktîvîstek pir bi nirx bû. Amed û welat, mirovekê xwe yê pir hêja winda kir.”

Mizrakli: Divê em bi hev re bimeşin

Şandeya Îmamoglu piştre jî li Şaredariya Peyasê bi hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli û hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de di serî de Mizrakli axivî û wiha pê de çû: “Hilbijartinên Stenbolê hêviyeke mezin di me de afirand. Lê di 19’ê tebaxê de darbeyek pêk hat. Divê em bi hev re bimeşin. Hatina we ya Amedê ji bo me ronahî û hêz. Em ê bi hev re bimeşin.”

‘Em dikarin zehmetiyên heyî veguherînin firsendê’

Di serdanê de Îmamoglu jî axivî û ev tişt destnîşan kir: “Zehmetî hene. Em ê bi hev re van zehmetiyan derbas bikin. Em dikarin van zehmetiyan veguherînin firsendan. Di pêvajoya 31’ê adar û 23’yê hezîranê de tiştên ku bi serê me û demokrasiyê anîn, darbe bû. Lê li pêşiya Tirkiyeyê firsendeke din vekir. Hevgirtin, aştî û hîskirin derket holê. Kekê Ahmet yek ji abîdeyên tecrûbeyê ye. Gelek zehmetî dîtine. Ev yek hevgirtineke siyasî nîne. Divê em vê yekê veguherînin hevdîtina heq, hiqûq û edaletê. Em bi demokrasiyê gelek bi bawerin. Em ji hiqûqê bawer dikin. Ji bo pêşxistina pevyvan divê em têkoşîneke mezin bimeşînin. Kêliyên me yên manewî çê dibin. Hemû demên me bi hev re derbas dibin.”

‘Min silavên 16 milyon stenboliyan ji we re anîne’

Di berdewamê de jî Îmamoglu destnîşan kir ku serdanên şaredariyan wan beriya tayînkirina qeyûman jî xistibûn rojeva xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em li vê erdnîgariya ku 82 milyon kes lê dijîn, demokrasiyê biparêzin. Em ji bo ku hêz bidin we hatin vir. Dibêjin ku sibê jî dor tê şaredariya we. Ji bo vê yekê bi qasî misqalê jî fikara min nîne. Em tenê ji bo demokrasiyê bi fikarin. Bila demokrasî bihêz bibin û rêveberiyên herêmî bikevin pêşbirkê. Min silavên 16 milyon stenboliyan ji we re anîne. Hêvîdarim ku dê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Tu feydeyekê vê ne ji wan re û ne jî ji welat re heye. Ev neheqiye li demokrasiya welat hatiye kirin.”

‘Divê em li dora nirxên hevpar bibin yek’

Piştre jî Ahmet Turk axivî û wiha derbirî: “Kemal Kiliçdaroglu di got; ‘Erebeya ku frêna wê teqiyayî.’ Bi rastî jî wisa ye. Divê em pêkve pêşî li vê bigirin. Em dixwazin li dora nirxên hevpar kom bibin. Heta ku têkoşîneke hevpar nebe ne mimkûne ku edalet pêk bê. Em dixwazin ku Tirkiye û pêşerojeke demokratîk ava bikin. Bi tirsa gelo kî dê çi bibêje re em nikarin tu demokrasiyan ava bikin. Bêguman dibe ku em di hêla bîrdozî û siyasî de li cihên cuda bin. Ev e divêtiyeke demokrasiyê ye. Lê divê em li dora nirxên hevpar kom bibin. Îro ne weke duh e. Dema ku di sala 2016’an de qeyûm hatine tayînkirin, li hêla rojava bêdengiyek hebû. Lê îro bi rastî jî em hatine noqteyeke wisa ku êdî tehemûla wê nîne.”

 

 

Piştî axaftinan jî hevseroka Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz tabloyeka ku Mînareya Çarling a li Sûrê ku serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li binê wê hatibû kuştin diyarî îmamoglu kir. Hevjîna Îmamoglu tabloyeke ku wêneyê Ataturk li ser diyarî Yilmaz kir û Ekrem îmamoglu jî tabloya ‘Kiz Kulesî’ diyarî Mizrakli kir.

Hevdîtin piştre jî ji çapemeniyê girtî dom kir. Tê payîn ku piştî hevdîtinê jî dê Ekrem Îmamoglu û şandeya pê re derbasî Êlihê bibe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar