Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Bav û zarokên xwe bi lêdanê hatin binçavkirin

Polîsan li taxa Uydukent a Çewlikê bavek û 2 kurên wî bi lêdanê binçavkirin. Bav û kurên wî der barê polîsan de gilî kir

Li taxa Uydukent a Çewlikê bav û du zarokên wî bi lêdanê hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, ciwanê bi navê A.Ç. ê li loqanteyê dixebitî, dema ku bi motosîkletê sparîş belav dikirin bi hinceta ku li gorî hişyariya polîsan a ‘raweste’ tevnegeriyeya,  ji hêla polîsan ve hate şopandin û piştre jî hate rawestandin.

Polîsên ku motosîklet rawestandin, heqaret li A.Ç. kirin û derp kirin. Birayê A.Ç. ê dît ku polîs birayê wî derp dikin, xwest polîsan asteng bike. Lê polîsan êrîşê wî jî kirin. Polîsên ku du bira li ber çavên welatiyan derp kirin, piştre jî binçav kirin.

Bavê ku dît her du zarokan wî bi lêdanê tên binçavkirin, xwest mudaxaleyî bûyerê bike. Lê rastî êrîş û tundiya bi dehan polîsan hat. Polîsan bav û du zarokên wî li nava kolanê bi erdê re dirêj kirin, paşve keleçpe kirin û binçav kirin. Welatiyên kêliyên derp û lêdana polîsan bi telefonê qeyd kirin, bertek nîşanî polîsan dan.

3 kesên hatin binçavkirin der barê polîsan de gilî kirin û ji bo îfadeyên wan bên girtin li Midûriyeta Polîsan a Çewlikê tên girtin. ÇEWLIK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar