Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

ÎRA: Di meha tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin

ÎRA’yê rapora meha tebaxê parve kir. Înîsiyatîfê da zanîn ku zextên li ser rojnamegeran di vê mehê de derketine asta herî jor. Înîsiyatîfê diyar kir ku di vê mehê de 15 rojnameger hatin binçavkirin

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha tebaxê ya binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir. ÎRA’yê da zanîn ku zext û tundiya li ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe. ÎRA’yê diyar kir ku her meh rojnameger tên binçavkirin, girtin, darizandin û rastî cezayan tên. Înîsiyatîfê daxuyand ku di meha tebaxê de zextên li ser rojnamegeran derketiye asta herî jor.

ÎRA’yê destnîşan kir ku di meha tebaxê de ku çalakiyên civakî li kolanan zêde bûne, zextên li ser rojnamegeran jî zêde bûne û ev agahî parve kirin: “Tenê di 10 rojên dawî yên meha tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnameger bi dehan caran hatin astengkirin. Der barê wan de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Gihandina sedan nûçeyan hatin astengkirin.”

‘Zextên li ser rojnamgeran bi dawî bikin’

Înîsiyatîfê xwest ku di zûtirin dem de zext û tundiya keyfî ya li dijî zagonan a li ser rojnamegeran bi dawî bibe û wiha domand: “Li Tirkiyeyê hêj jî 146 rojnameger girtî ne. Hikûmeta ku dibêje Tirkiye welateke demokratîk e û bihiqûq e, wê demê divê bi lez û bez rojnamegerên girtî berde û dawî li zextên ser rojnamegeran bîne.”

Bîlançoya meha tebaxê

ÎRA bîlançoya meha tebaxê ya zextên li ser rojnamegeran wiha parve kir:

* 15 rojnameger hatin binçavkirin.

* Der barê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hate vekirin.

* Der barê 5 rojnamegeran de doz hate vekirin .

* Li rojnamegerekî 2 sal û 4 meh û  3 roj ceza hate birîn.

* Gihandina 700 nûçeyan hate astengkirin.

* Bi ser mala rojnamegerekî de hate girtin.

* 2 rojnameger rastî lêdanê hatin.

* Rojnamegerek rastî êrîşa çekdarî hat.

* Rojnamegerekî ji ber zextan dest ji rojnamegeriyê berda.

* Li Wan, Amed, Mêrdîn û Stenbolê bi dehan caran rojnamegerên nûçeyen li kolanan dişopandin rastî astengiya polîsan hatin.

* RTUK erkdar kirin ku radyo û televizyonên li ser înternetê weşanê dikin sansur bike.

* Ji bo Nasnameya Zer a çapemeniyê asteng bikin lîsteyek amade kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar