Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DAIŞ, Tirkiye, El Qaîde û rola Erdogan

Malpera The Investigative Journal raporeke balkêş derbarê têkliya Tirkiye û serokomarê wê Tayip Erdogan bi çeteyên DAIŞ û El Qaîdeyê re weşand. Rapor li ser têkiliya hikûmeta tirk û çeteyên ku bi rêya Tirkiye derbasî Sûriyeyê hatine kirin radiweste. Her wiha rapor behsa têkiliyên aborî di navbera van çeteyan û hikûmeta tirk de dike.

Malperê raporeke bi dîmen ku ji 30 deqîqeyan pêk tê weşand. Berpirsê berê yê polîsan Ahmet Yayla yê ku li ser nerazîbûna piştgiriya Erdogan ya DAIŞ’ê re û derbaskirina wan a Sûriyeyê istîfa kiribû di vê raporê de behsa kirîna hikûmeta tirk a bi sedan milyon dolar ji petrolê dike ku ew ji komên çete yên li Sûriye û Iraqê dikirîn.

Her wiha di vê raporê de gelek tomarên deng jî hatine weşandin ku têkliya istixbarata tirk û komên çete didin nîşandan. Her wiha qeydiyeke deng a civînekê hatiye parvekirin ku serokê istixbarata tirk MÎT’ê Hakan Fîdan û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jî tê de amade bûn belav kiriye. Di vê tomara deng de gotinên Hakan Fîdan ên dibêje ‘emê çend fûzeyan ji aliyê Sûriyeyê bavêjin Tirkiye da ku em sedemê ji bo destwerdana xwe peyda bikin’ cih digire. Ji aliyekî din ve ev rapor li ser wê yekê radiweste û dibêje ev cara pêşî ye ku piştgiriya Erdogan ji komên çete re derdikeve holê û behsa mijara tirên mîtê û weşana nûçeyan wê ya di rojnameya Hirûyetê de jî dike.

Ji aliyekî din ve li gorî raporeke MÎT’a tirk tenê ji sedî 37 ji çekdarên komên çete ên li Tirkiyeyê di salên 2014 û 2016 de hatine binçavkirin û piraniya wan serbest hatine berdan. Her wiha li gorî vê raporê piraniya çeteyên  ku serbest hatin berdan endamên DAIŞ û komên din ên girêdayî El Qaîdeyê bûne. Di gelek raporên din de jî tê xuyakirin ku Tirkiyeyê ji bo bandora xwe li ser Sûriyeyê zêde bike gelek çekdarên biyanî ji welatên xwe derbasî nava axa Sûriyeyê kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar