Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

32 roje endamê Tevgera Azadî di greva birçîbûnê de ye

Endamê Meclisa Tevgera Azadî İdrîs Selîm nêzî çar mehane di bin çavan de ye. Herwiha ev 34 roje endamê Tevgera Azadî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Asayîşa PDK’ê rê nade kesek serdana Selîm bike û her ku diçe rewşa wî xirab dibe

Di 8’ê gulanê de Endamê Meclisa Tevgera Azadî ya Hewlêrê Idrîs Selîm Mihemed dema ku ji navçeya Mexmûr vedigeriya Hewlêrê li benda kontrolê ya ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin û heya niha jî di girtîgehê de ye. Rewşa tendirustiya Îdrîs her ku diçe xirab dibe û îro 32 roje di greva birçîbûnê deye.

Temenê Îdrîs Selîm 60 sale. 40 salan xebata pêşmergetiyê li dijî rejîma Baasê kiriye. Di dema pêşmergetiyê de 7 caran birîndar bûye. Ev nêzî 4 mehe Îdrîs Selîm di zindanê deye. Li gorî rêveberên Tevgera Azadî, Asayîşê ji wan re gotiye; “Ji ber ku Îdrîs Selîm tenê endamê Tevgera Azadiye’ hatiye girtin.

Aram Selîm ê kurê  Îdrîs Selîm di 24’ê tebaxê de serdana bavê xwe kiribû û ji ajansa Rojnewsê re axivî bû. Aram wiha got: “Min karî li girtîgeha asayîşa Hewlêrê serdana bavê xwe bikim. Odeya wan 12 û 6 metre ye. Zêdetirî 150 kes têde dijîn. Hemû curên tometbran hene. Di nava girtîgehê de hinek girtî nexweş in. Niha nexweşiya hesasiya sing bavê min girtiye û nayê derman kirin. Bavê min ji min re got ku ji ber mebestên hizbî û siyasî min li vir dihêlin. Tu sûcekî min nîne.”

Endama Desteya Rêvebar a Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed li ser mijarê axivî û wiha got: “Me gelek caran peywendî bi lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê re kir. Lê tiştek nehat kirin. Herwiha me serdana lijneya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbuyî ya li Silêmaniyê û Xaça Sor ya navnetewî jî kir. Wan jî diyarkirin ku ewê vê yekê lêkolîn bikin. Lê hîn jî tiştek nehatiye kirin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar