Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Biryardariya berxwedan û têkoşînê nîşan dan

 

Di roja 15’emîn de li Amed, Wan û Mêrdînê çalakiyên li dijî tayînkrina qeyûman berdewam pêk hat. Di çalakiyên navendî yên van sê bajaran de biryardariya berxwedan û têkoşîna li dijî desthilatdariyê û qeyûman hat nîşandan

Piştî wezîrê Karen hundir Suleyman Soylu di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kir, hilbijêrên HDP’ê ku ji parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyan pêk tên 15 rojin çalakiyên rûniştinê didomin. Di çalakiyên kul i Amed, Wan û Mêrdînî hatin li darxistin nerazîbûnên tund li dijî qeyûm derket holê.

Li Wanê, bertekên li dijî tayînkirina qeyûma di roja 15’emîn de dewam kir. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Şevîn Coşkûn, Habîp Eksîk, hevşaredar û welatî beşdarî çalakiya şermezarkirinê ya li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin bûn.

Parlementer Muazzez Orhan, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî darbeya qeyûm ev 15 rojin li kolanan têdikoşin. Orhan anî ziman ku ewê tu carî vê darbeyê qebûl nekin û wiha got: “Di 19’ê Tebaxê de em rastî darbeyek sivîl hatin. Di hilbijartina 31’ê adarê de gel vîna xwe danî holê û hevşaredarên xwe hilbijartin. Lê desthilatdariya siyasî ya vîna gel rewa nabîne û qebûl nake, bi darveyek siyasî vîna gel xesp kiriye. Em jî dibêjin heta ku em vîna gel derbixin holê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Hevserokatî xeta me ya more

Orhan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hişmendiya AKP û qeyûm heya demek dirêj wê dewam neke. Em ê îtîrazên xwe bilindtir bikin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Hevserokatî xeta me ya more. Em ê tu carî ji pergala hevserokatiyê gav paşve ne avêjin û em ê tawîz nedin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî vîna xwe derkevin û li dijî hişmendiya qeyûm a tekçî îtîrazên xwe bilindtir bikin.”

Piştî stranên hatin gotin, çalakiya rûniştin û şermezarkirinê bi dawî bû.

Ev darbeya li vîna gel e

Li Mêrdînê jî bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê dîsa li parka Karayollari ya Mêrdîne kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa Parka Karayollari dorpêç kirin û destûr nedan welatiyên din tev li çalakiyê bibin. Koma HDP’ê ya parlamenter û hilbijêr di navde piştî dest bi çalakiya rûniştinê kirin stran gotin û çalakiya xwe berdewam kirin.

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku gel di 1’ê Îlonê de bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûm anîne  ziman û wiha got: “Li Tirkiye hiqûqa serbixwe û daraza serbixwe tune ye. Me berê jî got rejîma yekperest a li Tirkiye, darbeya li dijî vîna gelê Tirkiyeyê ye. Di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên bajarên mezin kirin. Ev darbeya li dijî vîna gel e.”

Îpekyuz anî ziman ku ewil Tirkiye bi rejîma yek zilamî bi rêve birin û niha dixwazin bajar bi rejîma yek zilamî bi rêve bibin û qeqûm tayîn dikin. 15 rojin li Tirkiye nelirêtî û diziyên ku qeyûm kirine tên axaftin. Têkoşîna me ya demoratîk wê her dem bidome. Em natirsin. Em aştiyê diparêzin. Em li her derê demokrasî û hiqûqê diparêzin. Em bêdeng nabin û em natirsin.”

Koma HDP’ê piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Mêrdîn ya me ye” heta avahiya HDP’ê ya Mêrdînê meşiyan.”

‘Ev hêj destpêk e, têkoşîn didome’

Li Amedê jî bi heman armancê di roja 15’emîn de çalakî pêk hat.  Hilbijêrên HDP’ê ku ji parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên meclisa şaredariyan pêk tên li gel welatiyan ev 15 rojin li kolana Lîseyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Îro jî hilbijêr dîsa li Kolana Lîseyê kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girsê li kolanê bê navber dirûşmeya “Ev hêj destpêk e, têkoşîn didome.” berz kirin û bertekên xwe anîn ziman. Dîsa gelek parlamenter, hevşaredar û hilbijêrên HDP’ê di çalakiyê de cihê xwe girtin. Meclisa Şaredariya Rezan jî bi pankarta “Dest nede vîna min” tev li çalakiyê bû. Di çalakiyê de kursiya serbes hat avakirin û welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Li vir çalakgeran stran gotin, helbest xwendin û axaftin kirin. Çalakgeran di çalakiyê de bi fîrfîrkan qeyum şermezar kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar