Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Dosya: Serhildana Elkê

 

Serhildana Elkê bersiva Lozanê ye

Serhildana Elkê (Bêşebabê) piştî peymana Lozanê serhildana kurdan a yekemîn e. Berteka civaka kurd a li dijî peymana Lozanê ye.

Di 24’ê Tîrmeha 1923’an de peymana Lozanê tê destnîşankirin. Salek piştî destnîşankirina peymanê di 3’ê îlona 1924’an de serhildana Elkê dest pê dike.

Li gorî dem û naveroka xwe serhildaneke girîng e lê bi qasî girîngiya xwe di çavkaniyên dîrokê de cih negirtiye. Hinek dîroknas vê serhildanê wekî buyereke firarî şîrove dikin. Hinek dîroknas jî destpêkirina vê serhildanê bi vexwendina Şêx Seîd a dadgeha “Dîwana Herb” a Bedlîsê ve girêdidin. Lê ev herdu nêzikatî jî ji şîrove û naveroka wê dûr in. Bandora vê serhildanê ya li ser rêze serhildanên kurdan ên ku bi serhildana Şêx Seîd dest pê dikin û bi dehan salan berdewam dikin ji nedîtî ve tê dîtin.

Her çiqasî serhildanên kurdan ji hêla rêxistinî û pergaliyê ve ji hev û din qut pêk hatibin jî her serhildanek li ser derûnî û manewiyata civaka kurd bandoreke kûr hiştibû. Di serhildana Elkê de tenê bandora derûnî û manewî tune ye.  Di heman demê de têkiliyên rêxistinî jî derdikevin pêşberî me. Lewre ji bo fêmkirina vê serhildanê bi taybet jî ji bo fêmkirina hêla wê ya rêxistinî hewcedarî bi nirxandin û şîroveyên xurt û kûr heye.

Di mijarên xwe yên berê de jî me qal kiribû. Di pêvajoya şerê yekemîn ê Cîhanê de di civaka kurd de hişmendiya neteweyî zêde bi pêş neketibû. Ji ber ku kurd bêtifaq, bêrêber, bêpergal û bêrêxistin bûn, neçar bûn ku careke din bi tirkan re tifaqê çêbikin û careke din çarenûsa xwe bi çarenûsa tirkan ve girêbidin. Ji neçariyê baweriya xwe bi soz û bext û waedên kemalîstan anîn û piştgiriya wan kirin.

Li ser dijberkirina civakan desthilatdariyta xwe ava kirin

Ji bo baweriya kurdan bi xwe bînin û wan bi xwe ve girêbidin Kemalîstan sê rêbazên siyasî bi kar anîn.

  • Bikaranîna cudahiya olan; Cudahiya olî ya di navbera ermen, asûr-nestûrî û kurdan wekî nakokî derxistin pêş û bi wan nakokiyan ev civakên ku bi hezaran salan e di erdnigariya Kurdistanê de bi hev re wekî bira di nava aştiyê de jiyabûn kirin dijmin û anîn dijberî hev.
  • Dayîna soz û waedan; Me di mijarên berê de jî bi belgeyan diyar kiribû ku bi soz û bext û waeden xwe bawerî dan civaka kurd ku dê tevahiya mafên wan ên civakî û neteweyî binasin.
  • Bikaranîna saziya xelîfetiyê; Dema ku mirov girêdana kurdan a bi ola îslamiyetê re bifikire dê ev xal baştir were fêmkirin. Xelîfetî di navbera kurd û tirkan de wekî semboleke yekitiya olî hat bikaranîn. Bi vê sembola xelîfetiyê yekitiya olî û hişmendiya “umet”ê derxistin pêş û nehiştin ku bi kurdan re hişmendiya neteweyî bi pêş bikeve.

Li ser van her sê xalan di navbera kurd û tirkan de tifaqek bi pêş ket û ji destpêkê heta dawiya şerê azadiyê yê Anatolyayê li dijî hêzên dagirker bi hev re têkoşiyan û bi hev re dewleteke nû ava kirin. Lê piştî ku M. Kemal û hevalên xwe desthilatdariya xwe tekûz kirin pratîka wan li gorî soz û bext û waedên ku berê dabûn kurdan pêk nehat.  Dema civaka kurd ev pratîka wan a dijî kurd a ku tu mafê wan naparêze û wan tune dihesibîne dîtin fêm kirin ku carek din bi îxanetê re rûbirûne. Piştî ku têgihiştin bi xiyaneta kemalîstan re rû bi rû ne hêdî hêdî ji wan dûr ketin û ketin nava hewldanên cûrbicûr.

Wekîlên kurd ên muxalîf ji meclisê tên tasfiyekirin

Beriya erêkirina peymana Lozanê di sala1923’yan de Meclisa Mezîn a Tirkiyeyê hatibû nûkirin. Di meclisa nû de wekîlên kurd ên muxalîf hemû ji hêla kemalîstan ve hatibûn tasfiyekirin. Ji wan wekîlan yek jî wekîlê Bedlîsê Yusuf Ziya Beg bû. Yusuf Ziya Beg di dema hevdîtinên Peymana Lozanê de ji ber ku pirsgirêka Musulê nehatibû çareserkirin li hember kemalîstan muxalefeteke tund kiribû. Yusuf Ziya Beg bi wê helwesta xwe ya muxalîf wekî kesekî dijberê siyaseta kemalîstan derketibû pêş. Bal û nerazîbûna kemalîstan kişandibû ser xwe. Ji ber wê yekê kemalîstan di meclisa nû de cih nedabûn wî. Di şexsê kesên wekî Yusuf Ziya Beg û hevalên wî yên kurdewar de vîna kurd hatibûn tasfiyekirin.

Kongreya rêxistina Azadiyê pêk tê

Di bin pêşengiya Yusuf Ziya Beg û Xalit Begê Cibrî yê serokê eşîra Cibrî ( Xalit Begê Cibrî di dema Alayên Hemîdiyeyê de serfermandariya du Alayên Hemîdiyê yên ku ji eşîra Cibriyan pêk dihatin dikir), Sitvan Îhsan Nûrî û Rizayê birayê Yusuf Ziya Beg de rêxistina bi navê Azadî hat damezerandin. Di nav avakarên vê rêxistinê de efserên kurdên ku di nav arteşa Tirkiyeyê de cih digirtin,  serok û rêberên eşîran, pêşengên olî şex û rewşenbîrên kurd ên ku di bajarên Tirkiyeyê de cih digirtin hebûn.  Bi tevlêbûna Şêx Seîd kongreya yekemîn di sala1924’ an de hate lidarxistin. Di vê kongreyê de biryara raperîneke gelemperî hat dayîn. Ji bo raperineke gelenperî plansazî û amadekarî hatin kirin. Ji bo serhildanê biryara xwestina alîkariyê ya ji dewletên Îngilîztanê, Fransa û Rusyayê hate dayîn.

Rûs, îngilîz û fransî dayina piştgiriyê red dikin

Pêşengên Azadiyê piştî kongereyê bi lezgînî dest bi amadekariyan dikin.  Ji bo hevdîtinan lijne ava dikin. Lijneya hevdîtinan, bi serokeşîr, beg,  mîr, rewşenbîr û tevahî pêşengên kurdan re hevdîtin pêk tîne. Hevdîtin bi erênî encam dibin. Piştgiriyeke xurt bi dest xistin û ji bo serhildanê enîyeke xurt tê avakirin.

Di heman demê de lijneyek jî bi sê dewletên ku li jor hatibûn diyarkirin re hevdîtin pêk tîne. Di wan hevdîtinan de Dewleta Rûsyayê; biryara kurdan a raperînê di cih de dibîne lê dibêjin derfeta me ya ku em karibin alîkarî bidin we tune ye. Dewleta Îngilîz jî xwesteka kurdan a alîkariyê red dike. Dewleta Fransayê jî ji xwe ji dest pêke vir ve dijberê avabûna statuyeke kurdan bû lewre ew jî alîkarî red dike. Hêvî û bendewariyên girtina alîkariyê ya ji derve dişikên. Neçar dimînin ku tenê bi kêm derfetên xwe yên heyî amadekariyan bikin û serhildanê bi kêm derfetên xwe bidin destpêkirin.

Rêxistina Azadiyê gelek meylên cuda di nav xwe de dihewandin. Ji her astê, ji her beşê û ji her rengî kurd tê de hebûn. Ji bo mînak ez dixwazim bi kurtahî qala du meylan bikim.

Meyla yekemîn: Pêşengiya wê Xalit Begê Cibrî dikir. Rewşenbîrên kurd ên gelperwer, demokrat, laîk û sekuler hemû di nav de bûn. Yusuf Ziya Beg, Xalit Begê Hasenanî,  Keremê Kolaxasi, serokê Azadiyê şaxa Amedê Ekrem Cemîl, Serokê şaxa Azadî yê Çewlikê Tayip Elî Beg, ji qadroyên navendî efserên Erzeromê, serokê şaxa Azadiya Bedlîsê sitvan Îhsan Nûrî,  kesên wekî Zinar Silopî, Dr.Fuat, Haci Ahtî, Kemal Feyzî, Salih Begê Darahênê, Îsmaîl Hakki Şawes di nava vê komê de bûn. Ev meyl ji destpêkê heta serhildana Elkê di nava rêxistinê de serwer bû.

Meyla duyemîn; Pêşengiya wê Şêx Seîd dikir. Piştî serhildana Elkê pêşengên xwenda, zana, demokrat û sekuler hatin girtin yên mayî jî hemû bi destê dewletê hatin tasfiyekirin. Bi tasfiyekirina wan pêşengan li ser pêşniyara Xalit Begê Cibrî rêbertî dimîne li ser milê Şêx Seîd. Di bin pêşengiya Şêx Seîd de bi tevlêbûna şêx, mele û serokên eşîran serweriya olperestan di nava rêxistinê de pêş dikeve. Di asta rêveberiyê de cih girtin û ji tevgerê re pêşengî kirin. Êdî xeta kevneşopiya olperestî esas tê girtin.

Rengê her du meylan di serhildanan de jî diyar dibe. Di serhildana Elkê de pêşeng hemû xwenda, zana, rewşenbîr û efser in. 6 meh şûnde di serhildana Şêx Seîd de pêşeng hemû şêx û mele ne.

Sîxuran agahî didan dewleta tirk

Dewleta tirk bi saya sîxurên xwe yên kurd ên di nava tevgera Azadiyê de ji xebatên rêxistina Azadiyê hayîdar dibe. Dewleta tirk dikeve nava tirs û fikaran. Serhildana kurdan dibûya ku zirareke mezin bidana dewleta nû û hebûna wê têxista nava xetereyan. Pirsgirêka Mûsilê nehatibû çareserkirin. Dewleta tirk dizaniya ku serhildana kurdan dê bandoreke neerênî li pirsgirêka Mûsilê ya ku bûbû mijara Neteweyên Yekbûyî bike. Lewre demildest dikeve nava hewldanên pêşî lêgirtinê.

Dewleta tirk li ser van fikaran di 1’ê tebaxa 1924’an de bi hinek serok û rêberên kurdan re li Amedê civînek li dar dixe. Di wê civînê de rayedarên dewletê hewl didin careke din civaka kurd bi waedan bixapînin. Waedên rayedarên tirk ji pêşengên kurd ên beştaran re ev bûn;  ‘em ê pergalê nûjen bikin, navendên ku serjimara kurd lê zêde ye em ê ji nû ve bigrin dest, em ê ji bo heremê butçeyeke cuda veqetînin, ji bo kurdên di girtîgehan de efûyeke giştî derxin û hwd.’ Lê kurdên ku berê bi heman waedan hatibûn xapandin zêde guh nedan wan û baweriya xwe bi wan neanîn. Amadekariyên xwe yên raperînê bê navber domandin.

Guherîna cihê alaya leşkerî ya 18’emîn

Dewleta tirk di heman pêvajoyê de li dijî serhildana civaka Asûrî-Nastûrî şerê çewisandin û teslîm girtinê dabû destpêkirin. Alaya leşkerî ya 18’emîn a ku li Şirnexê bû jî ji bo wê operasyonê hatibû peywirdarkirin.  Hinek endamên rêxistina Azadiyê jî di wê alayê de erkdar bûn. Li gorî plansazî û fermana serfermandariya navendî alaya leşkerî ya 18’emîn ji Şirnexê rakirin û birin li Elkê bi cih kirin.

Wê guherînê bandoreke neerênî ya mezin li hemû amadekarî û plansaziyên ku hatibû kirin dikir. Ji ber ku Şirnex wekî navenda tevgerê hatibû diyarkirin û rol û mîsyoneke girîng dabûn ser milê alay 18’emîn guherina cihê wê plansaziyên raperînê serûbino kir. Li gorî wê guherînê hewce bû navenda raperînê jî biguheriya.

Serhildana Asûrî- Nastûriyana ku dewam dikir ji bo pêk hatina amadekariyên serhildana kurd dibû asteng. Serhildana Asûrî-Nastûrî bibû sedema bilind bûna fanatîzma olî ya kurd û tirk. Ji ber bilind bûna fanatîzma olî bi dehan eşîrên kurd ên wê heremê di wê pêvajoyê de piştgiriya artêşa tirk dikirin. Ev dihat wê wateyê ku, li gorî plansaziya serhildana kurd eşîrên ku dê di nava serhildanê de cih bigrin li dijî Asûrî-Nastûriyan di refê dewletê de cih digirtin. Ev jî ji bo pêşeroja serhildanê xeternakeke gelek mezin bû.

Tevgera Azadiyê plansaziya xwe bi du qonaxan diyar kiribû. Pêşî dê bi awayekî dorfireh raperînên herêmî pêk bihatana, (dê mînaka wê ya yekemîn serhildana Elkê bûya) dûre jî dê di asta neteweyî de tevgerek bihata birêxistinkirin.

Di pêngava yekemîn de afirandina heremên azad hebû.  Li heremê 8 serokên eşîran endamê Azadiyê bûn. Armanc ew bû ku bi dest pêka serhildanê hemû cebilxane û çekên alaya 18’emîn werin desteserkirin û bi piştgiriya eşîran herêm were rizgarkirin.

Serhildana Elkê li ser şaş fêmkirna birûskeyê dest pê dike

Di 3’yê îlona 1924’an de serhildana Elkê dest pê kir.  Li gorî şîroveya ku ji hêla piraniya kesan ve tê pejirandin de tê gotin ku birûskeya ji hêla Yûsûf Ziya Beg ve hatiye şandin şaş hatiye deşîfrekirin û ew şaşî bûye sedema destpêkirina serhildanê. Dîroknas vê şîroveya xwe wiha piştrast dikin; “Ziya Begê Bedlîsî yê gelperwerê ku yek ji endamên Komîteya Navendiya Cemiyetê bû,  ji birayê xwe yê bi navê Mulazim Riza (tegmen) yê ku li tumena leşkeriyê dima û di êrîşên artêşa tirk ên li dijî Asûrî-Nastûrî de cih digirt re birûskeyek dişîne. Ji ber ku wateya wê birûskeyê şaş hatiye fêmkirin, efserê qûrmay ê tumenê Îhsan Nûrî û hevalên wî Rasîm, Xurşît, Tewfîq, Cemîl û efserên endamên biryargehê  bi leşkeran ve derdikevin çiyê û serî hildidin…”

Serhildana Elkê bêdem, bêamadekariyeke xurt û bêkoordîneyeke rêveberiyê bi awayeke pir qels detpêkiribû. Ji ber şert û mercên li jor me vegotin alîkariya ku diviyabû ji eşîran bihata nehat. Piştgiriya ku hewce bû ji derûdor bihata nehat. Serhildêr bi tena serê xwe man. Wan jî encax 2-3 hefteyan karîn li berxwe bidin. Ji leşkerên serhildêrên ku li çiyê diman,  beşek ji wan hatin girtin,  beşek hatin kuştin û beşek jî derbasê milê Başûr û Rojava bûn.

Piştî dewleta tirk dît ku serhildan parçeyeke plansaziyeke dorfirehe dest bi girtinan kir. Xalid Begê Cibrî,  Yûsûf Ziya û bîst hevalên wan hatin girtin û ew kirin girtîgeha Bedlîsê. Îhsan Nûrî û hinek hevalên wî jî derbasê Başûrê Kurdistanê bûn. (Xalid Begê Cibrî û kesên ku pê re hatin girtin, di pêvajoya serhildana Şêx Seîd de bi lez û bez hatin darvekirin)

 

Taybetmendiyên serhildana Elkê girîng in

Li ser şaş şîrovekirina birûskeyekê beyê agahiya tevgera Azadiyê, bêyî amadekarî û neqşerêyeke hêsan, di demeke ne guncav de serhildan dest pê dike. Lewre, di wan şert û mercên nehêsan de serkeftina serhildanê nepêkan bû. Lê her çiqasî serhildana Elkê bi têkçûnê re rûbirû ma be jî bi taybetmendiyên xwe yên neteweyî bandoreke girîng li rêze serhildanên dû xwe dike.

Serhildan ne li ser hişmendiya eşîrî, ne li ser hişmendiya olî, li ser hişmendiya neteweyî dest pê dike.  Ev di dîroka kurdan de pêngaveke gelek girîng û watedar bû. Di wî warî de mirov dikare bibêje ku serhildaneke stratejîk e. Ji ber wan taybetmendiyên wê yên girîng pêdivî pê heye ku mirov vê serhildanê hinek hûr û kûr bigre dest.

Di pêvajoya amadekariyên serhildana Elkê de li başûrê Kurdistanê serhildana Şêx Mehmûd Berzencî hebû. Dewleta tirk ji bo şikandina serweriya Ingilîzan ya li ser Mûsilê bi her awayî piştgiriya Şêx Mehmûd Berzencî dikir. Nûnerên Tevgera Azadiyê bi Berzencî re têkilî danîbûn û jî wî xwestibûn ku têkiliya xwe bi dewleta trik re qut bike. Nûnerên Tevgera Azadiyê ji Şêx Mehmûd re diyar kiribûn ku berjewendiya civaka kurd di tifaqa wan û Tirkiyê de tune ye.

Bi heman armancî bi Smaîl Axayê Şikakî (Simko) re jî têkilî danîn. Simko jî di serhildana Asûrî-Nastûrî de piştgiriya dewleta tirk dikir. Di têkçûna serhildanê de risteke girîng girtibû ser xwe û li dijî dewleta îranê bi dewleta tirk re di nava tifaqê de bû. Bangewaziya ku li Şêx Mehmûd hatibû kirin heman bangewazî li Simko jî hatibû kirin.

Hevdîtinên bi rayedarên îngilîz re

Piştî têkçûna serhildanê hinek endamên Tevgera Azadiyê yên ku derbasê milê başûrê Kurdistanê bûbûn bi rayedarên îngilîz re hevdîtinên cur bi cur pêkanîn. Di wan hevdîtinên ku ji hêla îngilîzan ve hatine qeydkirin de pêşengên kurdan nerazîbûyinên xwe yên li dijî dewleta tirk a ku nû hatibû damezirandin û sedemên serhildana xwe wiha rave kirine.

 

  • Zagona nû ya kêmaran bi civaka kurd re şik û guman afirandiye. Dewleta tirk hewl dide kurdan ji Kurdistanê bide koç kirin û li rojavayê Tirkiyeyê belav bike. (Zagona bi hêjmara 1505’an a ku di sala 1924’an de hatiye derxistin wekî mînak nîşan didin.)
  • Meqama Xelîfetiyê saziya dawîn bû ku civaka kurd û tirk ber bi hev dianî, niha ew jî hatiye rakirin.

3- Li dibistan û dadgehan axaftina bi kurdî hatiye qedexekirin. Perwerdehiya bi kurdî hatiye qedexekirin. Ev qedexe dibe sedema bêperwerdemayina civaka kurd.

4-Peyva “Kurdistan”ê  (berê wekî têgîneke erdnîgariyê dihat bikaranîn) ji pirtûkan hatiye derxistin.

5-Li Kurdistanê hemû rêveberên asta jor tirk in. Tenê di astên jêr de kurdên ku bi baldarî hatine hilbijartin tên peywirdarkirin.

6- Ji civaka kurd bac tê girtin, lê ew bac li herêma kurdan û ji bo xizmeta kurdan nayê bikaranîn.

7-Hikûmeta tirk di hilbijartinên TBMM’yê yên di sala 1923’yan de li bajarên Kurdistanê mudaxeleya îradeya gelê kurd kir û nehişt kurd li gorî dilê xwe wekîlên xwe hilbijêrin.

8-Hikûmeta tirk bê navber eşîrên kurd li dijî hev û di sor dike û bi hevûdu dide kuştin.

9-Leşkerên tirk bi ser gundên kurdan ve digrin, keç û jinên wan bi xwe re dibin.

10-Heqdestên ajokarên kurd ên çandinyên nayê dayin. Dema ku didin jî ji nîvenîvê kêmtir didin.

11-Di nava artêşa tirk de yên paye bilind hemû tirk in. Yen kurd di asta jêr û di xebatên ne girîng de tên peywirdarkirin.

12- Hikûmeta tirk,  bi piştgiriya sermayeya alman dewlemendiya Kurdistanê ya ser erd û bin erd talan dike.

Di hevdîtinên ku bi îngilizan re hatin kirin de mijarên ku ji hêla endamên Tevgera Azadiyê ve hatine ziman hişmendiya gelperwer û neteweyî ya tevgera Azadiyê nîşanî me dide. Di heman demê de hêz û zanyariya wan a der barê çareseriya pirsgirêka kurd radixe ber çavan. Ev taymendî hemû nîşan didin ku di diyarkirina çarenûsa civaka kurd de xwediyê erk in.

Hevkariya dagirkeran ji bo kurdan ne bixêre   

Di heman demê de endamên rêxistina Azadiyê xwestine dawî li hevkariya kurd a bi dagirkeran re bînin. Di wî warîde Simko û Şêx Mehmûd reqne kirine û bang li wan kirine ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bînin. Bêguman hevkariya ku ew li dijî derdiketin hevkariya bi dewleta tirk re bû. Hevkariya bi dagirkerên Kurdistanê re bû. Nedihat wê wateyê ku kurd bila bi tu kesî re tifaqan çê nekin û ji tu kesî piştgiriyan negrin û hevkarên wan tune bin.

Heke derfet hebûya dê wan bixwe jî bi sovyet, îngilîz an fransiyan re tifaq çêbikirana, ji wan piştgirî bigirtana û bi hevkariya wan li ber xwe bidana. Ev helwesta wan jî weke nakokiyekê derdikeve pêşberî me. Her çiqasî şert û mercên demê ne guncav bin jî karibûn pişta xwe bidana gelê xwe û bi kêm derfetên xwe, rê û rêbazên berxwedanê bi afirandina û li ber xwe bidana. Di wî warî de mînaka herî girîng berxwedana Tevgera Azadiyê ya 40 salên dawîn e. Bêyî tifaq û hevkariya dewletên emperyalîst, di şert û mercên herî giran de dest pê kir û 40 salê bê navber li ber xwe dide. Ev jî nîşan dide ku ya diyar de her tim hêza gele, ne hevkariya dewletan e.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar