PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Zarokan ‘Mohrên Reş’ xêz kirin

Li herêma Şehbayê bi tevlêbûna 2 hezar zarokan li ser caweke bi dirêjahiya 500 metre tablo hat xêzkirin. Zarokan di bin navê ‘Mohrên Reş’ de bûyerên bi êş ên dagirkeriya dewleta tirk xêz kirin

Ajansa Rûmaf bi koordîneya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê çalakiya xêzkirina tabloya herî mezin bi tevlibûna 2 hezar zarokên kampa Serdemê, organize kir. Tablo li ser caweke bi dirêjahiya 500 metre bi navnîşan `Mohrên Êşê` hat xêzkirin. Zarokan hestên xwe yên ji bûyerên bi êş ên ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker, rave kirin.

Bi dirûşma `Ji mafê min e ez bêjim` zarokên Kampa Serdemê û gundên Şehbayê yên ku temenên wan di navbera 6 û 12 saliyê de ne dest bi xêzkirina tabloyekê kirin. Tablo li Kampa Serdemê ya li navçeya Ehdas hat çêkirin.

Girêdayî mijarê hunermendê şêwekar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Erdelan Ibrahîm ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Me erka berdewamkirina tabloya ji caw hilda ser xwe. Ji bo ku bûyerên ku di bîrên zarokên Efrînê de ji êşên şer û koçberiyê belge bikin. Alîkariya wan bikin da ku wê êşê di tabloyê de rave bikin.”

Ibrahîm têkildarî armnaca projeyê wiha axivî: “Me ji projeyê armanc kir ku şadiyê li ser rûyên zarokan bi rêya rengan xêz bikin. Her wiha bi rêya wê nameyekê girêdayî asta berxwedana wan a di kampan de heya ku vegerin Efrînê bidin cîhanê. ”

Endamê rêveber ê ajansa Rûmafê Nurî Ednan jî der barê projeyê de wiha got: “Piştî ku şêniyên Efrînê neçar man ji warên xwe derkevin, di kampên kantona Şehbayê de bi cih bûn. Di vir de me behreyên zarokan keşf kirin. Bi  vê insiyatîfê me xwest bi rêya ajansa Rûmaf behreyên 2 hezar zarokên Efrîn û Şehbayê bigihînin cîhanê.”

Ednan destnîşan kir ku wan çiqilê dara zeytunê bi amûrên xêzkirinê xistine û dane destê zarokan û wiha got: “Çiqil sembola girêdana wan bi bajarê aştiyê Efrînê rave dike. Bi rêya wê peyamekê didin cîhanê ku ew bi axa bajarê xwe ve girêdayî ne. Armanca me pêşxistina karînên zarokan di xêzkirinê de û wan ji atmosfera şer derxînin e.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar