Li Silopiyayê bi pêşengiya Meclisa Jinan a Şaredariyê, kampanyaya bi dirûşma ‘Ji bo bajarek paqij em dest bidin hev’ hat destpêkirin
Meclisa Jinan a Şaredariya navçeya Silopiya ya Şirnexê, bi armanca dîtbariya navçeyê biguherînîn, ket nava tevgerê û dest bi kampanya paqijiyê ya bi dirûşma ‘Ji bo bajarek paqij, em dest bidin hev’ kir. Meclisa Jinan di çarçoveyê kampanyayê de îro dest bi xebatên xwe kir.
Hevşaredarên navçeyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî beşdarî xebatê bûn. Jin wê di çarçoveya kampanyayê de dê gelek kolanan paqij bikin. ŞINREX