Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakiya Dayikên Aştiyê 3 roj li pey xwe hişt

Dayikên Aştiyê li dijî ambargo û dorpêça li ser Mexmûrê ya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 3 roj in di çalakiyê de ne. Dayîk aşkera dikin ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn dê çalakiya xwe berdewam bikin

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 48 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike.

Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin lê dîsa rastî astengiya asayîşa PDK’ê hatin. Ev 3 roj in Dayikên Aştiyê yên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  li ber benda Asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Dayîkên Aştiyê diyar dikin ku heya ambargoya li ser wargehê nerabe, ew dest ji çalakiyên xwe naberdin û wê çalakiyên wan berdewam bikin. Hêzên ser bi Asayîşa PDK’ê heqaret û bê mafî li dayîkên aştiyê kiribûn lê dayîka dawî li çalakiya xwe ne anîn. Bi gotina ‘Berxwedan jiyane’ bersiv dan hêzên asayîşa PDK’ê.

Di roja yekem de dayîkan xwestin daxwazên xwe pêşkêşê berpirsên asayîşê bikin lê daxwazên dayîkan nehatin qebûlkirin. Piştre dayîkan xwestin bi berpirsê asayişê re hevdîtinek bikin lê ji vê yekê re jî astengî hate derxistin û pêşmergeyan êrîşê dayîkan kirin. Li gel êrişa pêşmergeyên PDK’ê heqaret li dayîkan hat kirin. Piştre dayîkan li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Îlhan duh ev agahî dabûn; “Me xwest em duh bi waliyê Hewlêrê û Wezareta Navxweyî re hevdîtinek pêkbînin. Me li ser vê agahî da qeymeqamê Mexmûrê. Duh bi şev derdorê saet 22.00’an asayîşê ji me xwest ku em çalakiya xwe bi dawî bînin. Hinek hewldan şidetê bikarbînin û em çalakiya xwe dawî bikin. Lê me çalakiya xwe bi dawî ne anî. Carek din bi qeymeqamê Mexmûrê re têkilî hat dayîn. Ji me re gotin ku wê sibe hevdîtinek bi Wezareta Navxweyî re pêkwere û şandek ji Mexmûrê biçe wir. Lê heya niha ti agahiyek nedane me, qeymeqam jî venegeriya ye Mexmûrê.”

Lê heta niha ti hevdîtin pêk nehatiye. Tîma tenduristiyê ya ku xwest rewşa dayîkan kontrol bike ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate asteng kirin.MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar