Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Fatûreyên rişwetê yên qeyûmê Mêrdînê derketin holê

Nelirêtiyên şêwirmendê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê û di heman demê yê niha Mûstafa Yaman, Bulent Erdolu yek bi yek derdikevin holê. Piştî belgeyên nelirêtiyê yên Erdolu, niha jî fatûrayên rişwetê derketin holê. Li gorî fatûreyan, wesayîtên ku ji bo Erdogan bi bihayê 430 lîreyan hatine kirêkirin, ji bo Soylu bi bihayê 100 lîreyan hatine kirêkirin. Herî zêde ev rişwet di dema serdanên Erdogan de hatine kirin

Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman cara duyemîn weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate kirin. Di serdema qeyûm Yaman a berê de gelek nelirêtî hatibûn kirin. Yek ji van nelirêtiyan jî ya şêwirmendê qeyûm Bulent Erdolu bû. Belgeyên nelirêtiyê yên bi şîrketên Turkuazlar Turîzm, Gıda, Înşaat, Petrol, Nakliyat, Sanayî û Şîrketa Tîcaret Lîmîted ê re derketin holê. Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, Erdolu ji Turîzma Turkuazlarê wesayîta bi bihayê milyonek û 252 hezar û 790 lîreyan di bin navê ‘Komîsyona fatûrayê’ de bi bihayê 246 hezar lîreyan rişwet xwariye. Dîsa qeyûm ji xeynî şîrketa Turkuazlar Turîzmê, bi bihayê 257 hezar û 600 lîreyan ji Mardîn Oto ya kirêkirina wesayîtan, wesayît kirê kirine. Wesayît bi bihayê milyonek û 510 hezar lîreyan hatine kirêkirin. Belgeyên vê nelirêtiyê jî ji hêla MA’yê ve hatin parvekirin. Derket holê ku bihayê wesayîtên ku hatine kirêkirin, li gorî asta mêvanan hatiye guhertin.

Li gorî belgeyan, qeyûm ji bo Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî wesayît kirê kirine. Ji bo Soylu rojane wesayît bi hezar û 100 lîreyan hatine kirêkirin. Lê heman wesayît ji bo serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî rojane bi 375 lîreyan hatiye kirêkirin. Di sala 2017’an de jî ji bo Soylu wesayîtên rêwîtiyê rojane bi bihayê 200 lîreyan, otobûs rojane bi 300 lîreyan, wesayîtên VÎP Mercedes û Wesayîta Vîto rojane bi hezar û 100 lîreyan hatine kirêkirin. Di heman salê de ji bo serokomar Erdogan, wesayîta rêwîtiyê rojane bi zêdebûna 80 lîreyan ango bi rojane 280 lîreyan, dolmiş rojane bi bihayê 300 lîreyan û VÎP Mercedes Vito jî rojane bi bihayê 430 lîreyan hatiye kirêkirin.

Rojek weke 7 roj nîşan dane

Di sala 2017’an de tevî KDV’ê, wesayîtên ji bo Soylu, Erdogan, Davutoglu û Boynukalin ên hatine kirîn, bi bihayê 484 hezar û 496 lîreyan hatine kirêkirin. Li gel ku her wesayît rojekê hatine kirêkirin jî weke ku wesayît di navbera 2 û 7 rojan de hatibin kirêkirin hatine nîşandan. Li gorî 2-7 rojan berê hatiye dayîn. Rişweta herî zêde ku Erdolu ji fîrmayan stendiye, di ziyareta serokomar Erdogan de derket holê. Li gorî belgeyan, Erdolu ji bo serdana Soylu ya di hezîrana sala 2017’an de li hemberî fatûreya bi hejmar 606372, 10 hezar lîre wergirtine. Ji bo ziyareta Davutoglu li gorî fatûreya bi hejmar 606373’an, 10 hezar lîre rişwet wergirtî ye. Erdolu ji bo ziyareta Erdogan li hemberî fatûraya bi hejmar 606287’an, ji heman fîrmayê 25 hezar lîre rişwet wergirtî ye.

Li gorî belgeyê;

* Di 27’ê sibata 2017’an de ji bo Abdurrahîm Boynukalin her wesayîtek jê bi bihayê 474 lîreyan, bi giştî 12 wesayît hatine kirêkirin. Her wiha her otobûsek jê bi bihayê 200 lîreyan, bi giştî 17 otobus hatine kirêkirin. Dîsa Wesayîta Vîto ku her yek bi bihayê 568 lîreyan bû, 4 wesayît hatine kirêkirin. Wesayîtên ji bo 2 rojan hatine kirêkirin jî li gorî fatûreya bi hejmar 606215’an, KDV jî di navde bi giştî 26 hezar 809 lîre pere daye.

* Di serdana serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ya di 13’ê hezîrana 2017’an de jî li gorî fatûreya bi hejmar 606373’an, KDV jî di navde bi giştî 52 hezar 864 lîre pere hatiye dayîn.

* Di serdana Erdogan a di 16’ê nîsana 2017’an de jî li gorî fatûreya bi hejmar 606287’an, KDV jî di navde 332 hezar û 134 lîre pere hatiye dayîn.

*Ji bo serdana Soylu ya di 6’ê çileya 2017’an de jî li gorî fatûreya bi hejmar 606372’an, KDV  jî di navde bi giştî bi bihayê 19 hezar û 824 lîreyan wesayît hatine kirêkirin.

*Dîsa di serdana Soylu ya di 13’ê hezîrana 2017’an de jî li gorî fatûreya bi hejmar 606372’an, KDV jî di navde bi giştî bi bihayê 52 hezar û 864 lîreyan wesayît hatine kirêkirin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar