Li Amed, Wan û Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûmên rejîma AKP/MHP’ê çalakiyê Nobeta Demokrasiyê di roja 17’emîn de berdewam kir. Di çalakiyan de hat destnîşankirin bedelên azadî û demokrasiyê çibe jî ew amade ne bidin
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê li dijî tayînkirina qeyûmên rejîma AKP/MHP’ê yên li ser Şaredariyên Bajarên Mezên yên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 17’emîn de berdewam kir. Di çalakiyên li dijî qeyûman de yên li Amed, Wan û Mêrdînê li gel endam, rêveber, parlameneter û heveşaredarên HDP’ê, kesayetên navdar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi sedan welatî amade bûn. Di çalakiyan de tayînkirina qeyûman hate şermezarkirin û careke din biryarbûyîna berxwedan û têkoşîna li dijî xespa vînê hat ragihandin.
Çalakiya li Amedêwekî her roj li Kolana Lîseyêya li pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja xwe ya 17’emîn de pêk hat. Di çalakiya îro de Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsîn Yeşîlderelî, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û nivîskar Eşber Yagmurderelî, tev li Nobeta Demokrasiyê bûn û li kursiya serbest axaftin kirin.
Yagmurderelî: Divê ji bo azadiyê em bedelan bidin
Nivîskar Eşber Yağmurderelî diyar kir ku tayînkirina qeyûman nîşan didin ku li Tirkiye demokrasî tune û hiqûq ne di meriyetê de ye. Yagmurderelî ev tişt anî ziman: “Demokrasiyê ew vîna ku ji sindoqan derketiye divê hurmetê nîşan bidin. Lêîro em dibînin ku hurmet nîşanî vê vînê nayê dayîn. Ger ku vîna sindoqan li ber çavan neyê girtin wê demê demokrasî tê binpêkirin. Li vî welatî ji bo destkeftiyên demokrasiyê divê bêtir em têbikoşin ûbedel bidin. Me wekî gel ji bo azadîû demokrasiyê bedel dan. Hewce be emê bedelên din bidin. Em dizanin ku demokrasiû azadî ne lutûf e. Em azadiya xwe dixwazin.”
Turkdogan: Dest ji garabeta hiqûqê berdin
Hevserokê Giştî yêÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku bi armanca li dijî darbeya li hemberî demokrasiyê nerazibûnên xwe bînin ziman hatine Amedêû wiha got: “Parazvanên mafên mirovan divê di rewşê wisa de bêtir li mafê aştiyê xwedî derkevin. Bi rastî pêdiviya vê axê ji aştiyê heye. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin a kurd heye. Îktîdara siyasî ya li Tirkiye hewl dide bi rêbaza tundiyê pirsgirêkêçareser bike. Wê hêj çend canên din biçe. Em carek din naxwazin ev dubare bibe. Zû an jî dereng emê aştiyê pêş bixin. Aştî wê bi ser bikeve.”
Vîna gelê kurd tune dihesibîn e
Seroka Giştî ya TÎHV’êŞebnem Korur Fîncanci diyar kir ku li Tirkiye demek dirêj e îktîdara siyasî vîna gelê kurd a siyasî tune dihesibîne û wiha got: “Îktîdar bi sucdariya nifrînê bi hemû hêza xwe êrîşî hêza gelê Kurd dike. Em wekî parazvanên mafên mirovan berxwedana xwe berdewam dikin. Em dibêjin berxwedan jiyan e. Mirovahî bi berxedannê digêje armanca xwe. Ji ber ve yekê berxwedan pir bi qîmet e. Divê gelê Tirkiye vê yekê bibîne.”
Yeşilderelî: Ji bo em li dij derkevin em li vir in
Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsin Yeşîlderelî jî anî ziman ku ji bo li dijî vê yekê derkevin hatine û wiha got: “Ji bo em li dijî pêkanînên dijdemokratîk derkevin em hatine vir.”
Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can jî anî ziman ku girîng e çalakiyên li dijî van pêkanînan mezin bikin. Can diyar kir ku divê mirov çalakiyên demokratîk belav bike, ev gelek girîng e.
Piştî axaftina li ser Kursiya Serbest li pişt pankarta bi tirkî;“Dest nede vîna min” daxuyanîdan. Li ser navê girseyê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, daxuyanî da. Ozsoy anî ziman ku di rojên dawî de malbatan dişînin ber avahiya HDP’êû wiha got: “Malbatên bi îdîaya ‘Zarokên me dişînin çiyê’ li pêşavahiya HDP’ê rûdinên bi zanebûn û plan tê kirin. Bi armanca dengê me yê li dijî qeyûman bitepisînin ûçalakiyên me wekî dijdemokratîk nîşan bidin van lîstikan amade dikin. Malbatan bi zanebûn û plankirî dişînin pêş avahiya HDP’ê. Bi vê yekê dixwazin partiya me reş bikin. Di nava 15 rojan de ev bûyer dubare dibin. Ev ne ji rêzêû tesadufî ye. Ajansa Anadolu ûîktîdar bi hevre malbatan li partiya me sor dikin. Bi hevre fîlm amade dikin.”
‘Em êîsyana xwe bilind bikin’
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî bal kişand ser tayinkirina qeyûman û wiha got: “Em dizanin ku di sala 2016’an piştî qeyûm tayîn kirin dest bi asimilasyonê kirin. Tabelayên kurdî rakirin. Dibistanên seretayî yên zimanêkurdî girtin. Ev qeyûm e yan jî waliyê mêtîngeriyê ye? Em baş dizanin ku ji me ditirsin. Di rejîma yek zilamî de demokrasî tune. Ji ber vê yekê li dijîPergala Hevserokatiyê derdikevin. Hevserokatî civaka wekhev e. Jin dibêjin “Hevserokatî xeta me ya xemrî ye.” Heta ku em qeyûman ji vir bişînin emêçalakîû têkoşîna xwe bilind bikin.”
‘Zîhniyeta faşîst zane ku dawî lê hatiye’
Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînêjî di roja 17’emîn de didome. Di çalakiyê de pankarta ku bi tirkî “Vîna gel nayê xespkirin” hat vekirin û qeyûm bi çepik û tilîliyan hatin şermezarkirin.
Piştîçalakiya rûniştinê Hevserokê KCD’ê Ozturk axivîû diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û wiha got: “Divê em zanibin ku ev helwesta AKP-MHP’ê bi neyartî ye. Ev helwesta li hemberî kurdan a li Kurdistanê, neheqiyeke mezin radixe ber çavan. Hikûmet bi qeyranan hebûna xwe didomîne. Tayînkirina qeyûman ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye. Qeyûm tayînî daxwaza demokrasiyê ya herkesî ye. Heke îro qeyûm tayînî van deran kirine dê siberojê tayînî Enqere û Stenbolê jî bikin. Ji niha ve îşareta vê yekê didin.Ev zihniyeta faşîst û tekperest zane ku dawî lê hatiye. Ji ber vê yekê bi polisên xwe re şantaj û gefên xwe didomînin. Dixwazin gelê me bi bi girtin û binçavkirinan bitirsînin. Lêçi dikin bila bikin ev gel paşde gav navêt û dê navêje jî.”
‘Qeyûm dijminê zimanê zikmakî, xweza û jinan e’
Li wanê jî Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di rojan 17’emîn de dewam kir. Nobeta Demokrasiyê bi bîranîna Parlementerê Partiya Demokratîk (DEP) Mehmet Sîncar ê berî 26 salan di 4’êÎlona 1993’yan de hat kuştin, dest pê kir.
Parlementera MûşêŞevîn Coşkûn, daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: “Pêkanînên qeyûm veguherîne qirkirina çandî, aborîû siyasî. Qeyûm dijmînê nirxên çanda gel, zimanê zikmakî, xweza, jinan û kurdane. Hêza xwe ji Enqerê digirin. Çi dibe bila bibe ji bo ku ev welat tarî nebe, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”