Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Rêveberiya Başûr divê li dijî êrîşên ser kurdan xwedî helwestek be’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Ocalan ji sala 1993’yan heta niha her tim banga aştî û diyalogê dike. Ozturk da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman û êrîşên li dijî Başûr re bersiv daye banga Ocalan. Ozturk bang li rêveberiya başûrê Kurdistanê jî kir ku li dijî êrîşan xwedî helwest bin

Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Berdan Ozturk têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tayînkirina qeyûman û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ozgur Paksoy û Mehmet Şah Oruç re axivî.

Berdan Ozturk anî ziman ku piştî çalakiya greva bîrçîbûnê parêzer dî 2’yê gulanê de çûne Îmraliyê û wiha dom kir: “Piştre jî malbat û parêzer çend carên din li Îmraliyê hevdîtin kirin. Lê tecrîd hê jî didome. Ev serdan pir bisînor in. Ocalan ji mafên xwe yên hevdîtin û ragihandinê bêpar dimîne. Hevdîtin li gorî daxwaza AKP-MHP’ê pêk tên. Vasîsê Ocalan nikare biçe Îmraliyê û ev jî nîşaneya tecrîdê ye.”

‘AKP û MHP’ê banga Ocalan bi şer bersivand’

Di berdewamê de jî Ozturk diyar kir ku Ocalan di hevdîtinên xwe de balkişandiye ser aştî û diyalogê û wiha pê de çû: “Ji sala 1993’yan ve birêz Ocalan banga aştiyê dike. Di aştiyê de bi israre. Bang ne li AKP û MHP’ê, li dewletê tê kirin. Birêz Ocalan bang li hemû hêzên demokratîk û gelên Tirkiyeyê dike. AKP û MHP’ê ev bangê bi şer bersivand. Operasyona li Herêma Federal a Kurdistanê û tayînkirina qeyûman bersiva vê ye. Polîtikaya înkar û îmhayê ya sed salan didome. AKP xelas bûye û xwe bi şer li ser pêyan dihêle.”

Polîtîkaya li dijî Efrînê ya Başûr hemane

Ozturk daxuyand ku polîtîkaya li dijî Efrînê çibe, ya ku niha li dijî başûrê Kurdistanê tê meşandin jî hemane û wiha derbirî: “Xespkirina şaredariyan encama êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan e. Êrîşeke li dijî vîna hemû gelan heye. Qeyûm pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Li dijî faşîzmê û qeyûman têkoşîneke giştî pêwîst dike.”

Ji bo hikûmeta Başûr bang

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand ser bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ya li dijî tayînkirina qeyûman û êrîşên li dijî Başûr û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hikûmeta Başûr dikin ku li dijî van kiryaran bêdeng nemînin. Em destkeftiyên Başûr weke destkeftiyên xwe dibînin. Êrîşên li dijî wan jî weke êrîşên li dijî xwe dibînin. Divê ew jî li dijî êrîşên li ser vîna gelê kurd bêdeng nemînin. Divê rêveberiya Başûr piştgiriyê bide yekitiya neteweyî ya gelê kurd. Divê bê zanîn ku tayînkirina qeyûman û êrîşên li dijî Başûr encama tecrîdkirina Ocalan e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar