Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Aktar: Dewlet ji kurdan re bi vekirî dibêje, ‘hûn nikarin xwe birêve bibin’

Parêzerê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar da zanîn ku wezareta karên hundir bêyî ku têkildarî wezîfeyê lêpirsînek an jî dozekî veke, miwekîlê wî ji peywirê girtî ye. Aktar got ku ya hatiye kirin bêhiqûqiyeke mezine. Aktar da zanîn ku dewlet ji kurdan re bi vekirî dibêje; ‘Em destûrê nadin ku hûn xwe birêve bibin.’

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di 19’ê tebaxê de li ser fermana Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Parêzerê Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar ji bo sekinandina birêvebirinê serî li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û behsa hûrguliyên serlêdanê kir.

Mehmet Emîn Aktar bi bîr xist ku wezareta karên hundir dûrxistina ji wezîfeyê û tayînkirina qeyûman spartiye xala 127/4 a Destûra Bingehîn û xala 47’emîn a Qanûna Şaredariyan. Aktar diyar kir ku her du xal jî sûcdariya têkildarî wezîfeyê dihewîne lê têkildarî wezîfeya miwekîlê wî ne lêpirsîn hatiye destpêkirin û ne jî biryara neşopindinê dane. Aktar da zanîn ku dema doz û lêpirsîn hatin vekirin, heta ku ev biencam dibe erka dûrxistina ji wezîfeyê dane wezareta karên hundir. Aktar diyar kir ku lê lêpirsîna der barê miwekîlê wî de hatiye destpêkirin, bi wezîfeya şaredariyê re têkildar nîne.

‘Li holê hincetên pûç û vala hene’

Di berdewamê de jî Aktar ev tişt anî ziman “Di esasê xwe de biryara girtina ji wezîfeyê ya Mizrakli li gorî du nivîsên cuda yên Walîtiya Amedê yên di 1’ê nîsanê û şûn ve hatiye dayîn. Piştî hilbijartina 31’ê adarê waliyan, ji bo ku ji peywirê bên dûrxistin der barê hemû şaredariyên HDP’ê de ji wezareta karên hundir re nivîs şandine. Wezaret biryara dûrxistina hevşaredaran jî dispêre îdiayên pûç û vala. Bi tayînkirina qeyûman re xweseriya îdarî ya xwerêvebirinê hatiye tunekirin.”

‘Tu hincetên hiqûqî nînin’

Aktar bi lêv kir ku qanûn lêpirsîneke edlî esas digire û wiha domand: “Yek ji van proseduran bicih neanîne. Qala lêpirsînekî dikin lê têkildarî lêpirsînê ne parastinek û ne jî beyanek hatiye girtin. Spartineke hiqûqî ku hevşaredar ji peywirê bên girtin nîne. Wezaret xwe dispêre biryarnameyeke ku di serdema OHAL’ê de derxistiye. Lê tu hincetên hiqûqî nînin. Ji bo jipeywirgirtinê tu lêpirsînek an jî dozek nîne. Wezaret hem vê dibêje û hem jî dibêje ez waliyan li gorî biryarnameya hejmara 674 a xala 45 ku qanûna şaredariyê lê bar kiriye tayîn dikim. Bêhiqûqiyeke keyfî heye.”

Peyama dewletê

Di dawiyê de jî Aktar wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman re dewlet ji kurdan re dibêje; hûn nikarin xwe birêve bibin. Me ji bo betalkirina biryarê serî li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da. Rêveberiyên herêmî xweseriyeke îdarî ne. Tunekirina vê xweseriyê nehiqûqî ye. Tu delîleke di destê wan de nîne.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar