Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Ger îro şaredarî be, sibe jî dê qeyûman tayînî malên we bikin’

Parlamenter Pero Dundor diyar kir ku HDP’ê bi stratejiya xwe ya hilbijartinê re hemû rêyên rantê li AKP’ê girtine. Dundor got ku AKP ji kurdan tola xwe dihilîne û wiha dom kir: “Heta ku em van qeyûman dişînin ji bo me rehetî nîne. Divê her kes li dijî qeyûman derkeve ji ber ku ger îro şaredarî be, sibê jî dê qeyûman tayînî malên we bikin.”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û da zanîn ku got ku çalakiyên li dijî biryara tayînkirina qeyûman mafekî rewa ye. Dundar da zanîn ku bingeha êrîşan niha ji bo tunekirina gelê kurd e.

Pero Dundar diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman re dixwaze mafê hilbijartinê ji destê kurdan bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP ji kurdan re vekirî dibêje; ‘Hûn  bên hilbijartin jî ez ê qeyûman tayîn bikim û vîna we xesp bikim.’ AKP-MHP bi vê polîtîkaya qeyûm re dixwazin vî welatî bê hilbijartin bihêle û rejîma yekkes a mêr xurt bikin. Tirkiye bi vê hişmendiyê bûye welatê darbeyan. Niha jî bi navê qeyûman darbeyek pêk hat. AKP bi van êrîşan dixwaze qelsbûna xwe veşêre. Heta ku em qeyûma dîsa dişînin ji bo me sekin û rûniştin nîne. Roj bi roj dê ev berxwedan bê mezinkirin.”

‘Gelê kurd dê vîna xwe radestî rantê neke’

Di berdewamê de jî Dundar got ku bi 31’ê adarê re hemû rêyên rantê li AKP’ê hatine girtin û wiha pê de çû: “Stratejiya HDP’ê ya ‘Qeyûman bişîne û li Tirkiyeyê bi AKP’ê bide windakirin’ bi ser ket. Bi vê stratejiyê re hemû rêyên rantê ji holê hatin rakirin. Nelirêtiyên li Mêrdînê hatine kirin, diyariyên ji bo wezîr û serokomar hatine şandin bi belgeyan hatin tespîtkirin. Armanca hatina qeyûman diziye. Gelek kadroyên xwe şîrketên xwe bi pereyên ji şaredariyan didizin xwedî dikin. Di serî de jî Stenbol tê. Dixwazin tola Stenbolê ji kurdan hilînin. Gelê kurd jî dê vîna xwe radestî qeyûm û rêyên rantê neke.”

‘Dawiya hemû dîktatoran diyar e’

Dundar bi lêv kir ku vîna gel û pergala hevserokatiyê xeta wan a mor e û wiha derbirî: “Kesek nikare vîna me desteser bike. Ger em îro li dijî vê hişmendiyê dernekevin dê sibê ev feraseta yekperest, qeyûm li her devera Tirkiyeyê belav bike. Îktîdarê ji Kurdistanê dest pê kir û dixwaze hemû Tirkiyeyê têxe bin kontrola xwe. Cihê hemû dîktatoran diyar e. Kesên dest danîne ser vîna xelkê û cihê çûnê yek bi yek hene û li ber çavan e.”

Çalakiyan dê berfireh bikin

Parlamentera HDP’ê Pero Dundar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çalakiyên me dê li her aliyekî jiyanê belav bibin. Li dijî zext û zilmê, berxwedan heye. Li dijî êrîşê, berxwedan û têkoşîn jî rewa ye. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî darbeya qeyûman rabin. Ên ku îro qeyûm tayînî şaredariyê kirin dê sibê tayînî malên we jî bike. Qeyûm di heman demê de mudaxalekirina jiyana taybet û xespkirina îradeya gelan e.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar