Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Karê bi destên jinan pir bi wate ye

Bi hatina demsala payîzê jinên Helebê amadekariyên pêwistiyên zivistanê dikin. Jinan di derbarê amadekariyên zivistanê de axivîn û diyar kirin ku karê bi destê jinan pir bi wate ye

Bi hatina demsala payîzê re her dayikek ku li taxa Şêx Meqsûdê dijîn, amadekariyên zivistanê dikin. Tiştên ku amade dikin hêjayî bi bîr xistinê ye ku bi keda destê xwe diafrînin. Ji bo amadekariyên demsala zivistanê weke ava îsotan, tirşo, ava firîngiyan, reçel û miloxiyê çêdikin. Her wiha bacanan jî derdixin. Têkîldarî mijarê jinên ku amadekariyên zivistanê dikin behsa berhemên xwe kirin.

Sebîhe Mustafa ya ku amadekiriyên zivistanê dike axivî û wiha got: “Em dayik her sal di van demên payizê de amadekariyên zivistanê dikin. Ev taybetmendiyên xwe me ji dayik û pîrikên xwe girtine. Dema tişt bi destê jinê çêdibe, tehma wê heye. Mirov dema diçe tiştên wiha ji sûkê dikire bi bihabûna wê nikare bikire û paqijiya wan jî bi guman in. Em çiqas biwestin jî, keda destê mirovan paqij û bi tehm e.

Dema mirov keda xwe dibîne pir kêfxweş dibe

Her wiha Jiyan Elî jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Kar bi destên jinê pir bi wate ye. Dema tişt bi destên jinê tê çêkirin berhemên tiştan zêdetir dibe. Ez niha ava îsotan çêdikim, bi rastî zehmetiyên wê hene. Bi rojan destê mirovan dişewite. Lê belê dema em jin li hev kom dibin karê destê me jî pir xweş dibe û zû diherike. Îsot di destpêkê de baş tê şûştin. Paşê em koka wê jê dikin. Çend roj li ber tavê zuha dibe. Paşê ji makîneyê tê derbaskirin. Dawiyê em dixin bîdonan û ji bo zivistanê amade dikin. Ji bo wê mirov dema berhemên keda xwe dibîne pir pê kêfxweş dibe. Karê bi destên jinê pir bi wate ye.”   HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar