Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya xweser 3 zarok radestî Nîjeryayê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 zarokên nîjerî radestî şandeyeke ji Wezareta Karên Derve ya Nîjeryayê kirin. Şandeya Nîjeryayê da zanîn ku dê hevkariya xwe ya bi rêveberiya xweser re bidomînin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê zarokên sêwî yên malbateke ku têkiliya wan bi DAIŞ’ê re heye, radestî delegasyoneke ku ji Wezareta Karên Derve ya Nîjeryayê pêk dihat, kir. Merasîma radestkirinê li Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê pêk hat. Zarokên nîjerî piştî daxuyaniyekê hatin radestkirin.

Di daxuyaniyê de nûnerên Wezareta Karên Derve ya Nîjeryayê Mûsa Hebîb Marîka, Iyad Mihemed El Mûdî, hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Umer, cîgirê Hevserokatiya Buroya Derve Fener Kiêt jî amade bûn. Di civîna çapemeniyê de Fener Kiêt destnîşan kir divê hikûmeta Nîjeryayê ji bo jiyana zarokan, adaptebûna wan a nava civakê û pêşeroja wan tedbîrên pêwîst bigire.

‘Hevkariya me dê bidome’

Nûner Mûsa Hebîb Marîka jî bal kişand ser alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û spasiya hêzên HSD’ê kir. Marîka got ku dê hevkariya wan a bi rêveberiya xweser re bidome û wiha domand: “Bi vê yekê re em dixwazin xwe bigihînin hemû jin û zarokên nîjerî. Me lîsteyên navên hemû kesên ji Nîjeryayê ku di kamp û girtîgehan de girt da ku der barê wan de lêkolînan bikin. Em ê tenê jin û zarokan wergirin. Welatê me vegerandina girtiyên nîjerî yên di destê HSD’ê de qebûl nake. Dê hikûmeta me piştgiriyê bide rêveberiya xweser da ku hesab ji DAIŞ’ê bê xwestin.”

Di dawiya civînê de her du aliyan kaxizên radestkirina her sê zarokan îmze kir.

Herî dawî jî rêveberiya xweser di 19’ê tebaxê de 4 zarokên ji Almanyayê radestî hikûmeta alman kiribûn. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar