Hevşaredarên Şaredariya Licê Tarik Mercan û Rûken Yilmaz ku li Amedê tev li çalakiya şermezarkirina biryara tayînkirina qeyûman bûn, hatin binçavkirin
Ji bo şermezarkirina biryara tayînkirina qeyûman, li Bulwara Turgut Ozal a Rezan a Amedê çalakiya rê girtina li çûn û hatinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hevşaredarên Şaredariya Licê Tarik Mercan û Rûken Yilmaz jî amade bûn.
Di encama êrîşa polîsan de tevî Mercan û Yilmaz, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Çoşkun û Şehrîban Zugurli, hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. AMED