Parlamenter Mûsa Farisogullari diyar kir ku şandina malbatan a li ber avahiya wan û tayînkirina qeyûman heman polîtîka ye. Farisogullari bi lêv kir ku AKP dixwaze berxwedana li dijî qeyûma bişikîne û partiya wan krîmînalîze bike. Farisogullari ji bo wan malbatan jî wiha got; ‘Cihê lêgerîna zarokan ne HDP, buroyên şer ên AKP’ê ne. Bila malbat neyên lîstika AKP’ê.’
Hin kesên ku îdia dikin ‘HDP’ê zarokên wan birine çiyê’ û tê gotin ku ji hêla polîsan ve hatine birêxistinkirin, li ber avahiya HDP’ê çalakiyê li dar dixin. Her wiha malbatên leşker û polîsên ku gerîlayên HPG’ê girtin jî tev li vê çalakiyê bûn. Têkildarî vê mijarê parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullarî axivî.
Mûsa Farisogullarî da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê ji bo HDP’ê di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de bêîtîbar bikin, dest bi lîstikeke nû ya siyasî kirin e. Farisogullarî anî ziman ku bûyera provokatîf a li ber avahiya wan hatiye destpêkirin parçeyeke ji şerê taybet ê AKP’ê ye û wiha dom kir: “Bi salan e li ser partî, siyasetmedar, xebatkar û siyaseta demokratîk polîtîkayên çonkdanînê di dewrê de ne. Polîtîkaya AKP’ê ya qeyûm û ya şandina van malbatan heman polîtîka ye. Raste dema zarokên mirov winda bibe mirov bi fikare. Lê belê cihê lêgerînê ne HDP, cihê lêgerînê buroyên şer ên AKP’ê ne. Divê hemû ev malbat berê xwe bidin avahiyên AKP’ê û pirsa zarokên xwe ji AKP’ê bikin. Bila tu malbat neyên lîstika AKP’ê.”
Îtîrafên malbatan û lîstika polîsan
Di berdewamê de jî Farisogullari malbateke ku demek berê li ber avahiya partiya wan çalakî li dar xist bi bîr xist û wiha got: “Zarokê wê demek berê derket û got; ‘Ez ji zordestiya malbata xwe reviya me. Dixwazin min bizewicînin û ez jî vê naxwazim.’ Bi vê re xuya bû ku polîsan ev dayik şandî ye. Piştre jî ev ciwan hate binçavkirin. Van malbatên niha jî polîs dişînin. Bi vê yekê re dixwazin partiya me di raya giştî ya Tirkiyeyê de bêîtîbar bikin. Lîstikeke nû ya siyasî ye. Avahiya partiya me 24 saetan di bin çavdêriya polîsan û wesayîtên zirxî de ye. Ger polîsan ev yek dîtibe û mudaxale nekiribe, wê demê sûc kirine. Arastekirina malbatan a piştî qeyûman, arastekirineke taybet e. Zarokên malbeteke çend roj berê hatiye ber avahiya me, li emniyetê derket. Ji malbateke din re jî gotine ku zarokên wan şandine Sûriyeyê. Di daxuyaniya wan de jî aşkera bû ku polîsan ew şandîne.”
‘Polîs şirîkên sûcê heyî ne’
Farisogullari daxuyand ku li ber kamerayên nûçe pêşkêşî malbatan tê kirin û li ber çavên polîsan malbat êrîşî partiya wan dikin û camên wan dişikînin. Farisogullari wiha bi dawî kir: “Lê tevî vê jî polîs mudaxale nakin. Ji ber ku şirîkên vî sûcî ne. Dixwazin berxwedana li dijî qeyûman bilind dibe bişikînin û partiya me HDP’ê krîmînalîze bikin. Ji xwe piştî bi rêya Suleyman Soylu, Erdogan bi malbatan re axivî ev rastî zelaltir bû.” AMED