Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê gefên AKP’ê yên ji bo dagirkirinê cidî bê girtin’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KNK’ê Selahattîn Soro, ji bo Tirkiye ku li Sûriyeyê tengijiye, got ku li gorî berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê bûye dewleteke dûvelangî û tê beralîkirin. Soro têkildarî gefên dewleta tirk jî da zanîn ku divî gefên AKP’ê ji bo operasyonê cidî bê girtin

Piştî şerê li Idlibê dîsa gur bû, têkiliyên tifaqên li herêmê û nexasim jî têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tên nîqaşkirin. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahttîn Soro, rewşa li Sûriyeyê û gefên Tirkiyeyê yên li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Soro anî ziman ku ji destpêkê ve Tirkiye siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn li ser dijminatiya bi kurdan re ava kiriye û ji bo polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn û polîtîkaya wê ya bi DYA-Rûsyayê re baş bê famkirin, divê ev yek di ser polîtîkayên wê yên dijminatiya bi kurdan re bê nirxandin.

Di axaftina xwe de Selahattîn Soro diyar kir ku berxwedana kurdan li bakurê Sûriyeyê hegemonyaya Tirkiye û DAIŞ’ê ji holê rakiriye û wiha domand: “A rast Tirkiye bû Pakistana Afxanistanê. Yanî Tirkiyeya Sûriyeyê çi be, Pakistana Afxanistanê jî ew e. Ji gelek deverên cîhanê bi deh hezaran terorîs li ser Tirkiyeyê re çûn Sûriyeyê û çek girtin. Jixwe raya cîhanê dît bê ev çek çawa bi tran hatine zevtkirin. Em dizanin milîtan çawa sînor derbas kirine.”

Sûcên îktîdara AKP’ê

Soro destnîşan kir ku îktîdara AKP’ê niha diyeta tiştên dike dide û wiha pêde çû: “Çimkî DYA û Rûsyayê ew li ser sûc girtin. Belgeyên vê bi raya cîhanê re hatin parvekirin. Derket holê ku petrolên DAIŞ’ê di ser Girê Spî re çawa ji Deriyê Sînorê Xabûrê re anîn Tirkiyeyê. Yanî di têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nirxandineke wekî ‘Tirkiye siyaseta herêmî dike, di warê navnetewî de dîplomasiyê dike, polîtîkayê dike’ şaş in. Ji ber li ser sûc hatine zevtkirin, li gor berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê bûye dewleteke dûvelangî û tê beralîkirin.”

Civînên Soçî û Astanayê

Soro bal kişand ser civînên li Soçî û Astanayê pêk hatin û da zanîn ku di wan civînan de Tirkiye hamîtiya terorê hilgirtiye û ev tişt parve kir: “Rûsya, bi serketineke dîplomatîk civîn tomar kirin. Di civîna Soçiyê de gotin ‘rahêlin komên xwe yên teror bibin.’ Tirkiyeyê jî, ji Rûsyayê doza wext kir. Îhale dabûn Tirkiyeyê. Gotibûn ‘terorîstên xwe vekişînin.’ Lê belê li qadê rewş li gor hesabê Tirkiyeyê çênebû. Çimkî unsûrên li wir ji sedî 100 ne di bin serweriya Tirkiyeyê de ne. Yanî Tirkiye bêçar e ma.”

Operasyona li Idlibê operasyona Rûsyayê ye

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahttîn Soro mudaxeleya rejîma Sûriyeyê ya ji bo Idlibê wek operasyona Rûsyayê nirxand û wiha berdewam kir: “Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên ji bo ‘herêma ewle’ hatin pûçkirin. Rejîm tevî Îranê operasyon da destpêkirin. Li deverên noqteyên çavdêriyê yên 8, 9 û 10’emîn lê bûn pêş ve çûn. Êrîşî noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê kirin, li konvoya Tirkiyeyê dan û Erdogan mecbûr ma biçe Moskovê. Erdogan, 4 rojan xwest bi telefonê bi Pûtîn re baixive lê pêk nehat. Yanî seremoniyên li Rûsuauê, ji bo xapandina raya giştî ye. Tê zanîn li pişt deriyan Rûsya dîsa dosyeyê Tirkiyeyê daye ber. Tê gotin, gef lê hatiye xwarin û gotine ‘ger hûn zorê bidin polîtîkayên Rûsyayê wê cîhan dosyeyên we bibîne.’”

Gefên dagirkirina herêmê

Soro destnîşan kir ku her çend îktîdara AKP’ê li Sûriyeyê tengijî be jî lê belê divî bi cîdiyet nêzî gefên wê yên ji bo operasyona leşkerî ya li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê bin û got ku fikra ‘Koalîsyona AKP-MHP’ê tengijiye, loma nikare operasyon bike’ şaş e û ev tişt anî ziman: “Ji bo kurd nebin xwedî statu potansiyeleke wan a ku her tiştî bikin heye. Divê pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê vê yekê baş bixwînin. Dewleteke ku ji bo bajarokeke biçûk bi dehan balafir şandin, nikare ji bo erdnîgariyeke ku 8 milyon nifûsê wê heye û ji sedî 30 yê Sûriyeyê di bin serweriya wê de ye daqurtîne. Loma divê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û pêkhateyên wê di pozîsyona parastinê de bin û rêxistinbûyîna xwe li gorî vê bikin û dîplomasiyeke pir baş bikin. A girîng jî ew e ku divê bi rejîma Sûriyeyê re hevkêşeyeke berfireh pêş bixin.”

Her wiha di dawiya axaftina xwe de Soro diyar kir ku Rûsya hebûna DYA’yê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne rihet e lê belê ger Amerîka li herêmê destûra mudaxelkirinê bide dê gelek tişten mezin winda bike. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar