Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo roja duşemê biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên din Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Îmraliyê tên girtin bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan. STENBOL