Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Destûra bêyî rêveberiya xweser tê amadekirin dê têk biçe

Li Sûriyeyê li hêlekê şer û pevçûn û li hêla din jî hewldanên avakirina komîteya amadekirina destûra Sûriyeyê hene. Di lîsteya heyî ya ji hêla Pedersen ve hatiye amadekirin de cih ji nûnerên rêveberiya xweser re nehatiye veqetandin. Pisporên li herêmê dibêjin ku ger rêveberiya xweser tev li vê pêvajoyê nebe dê aloziya Sûriyeyê bi dirêjî bidome

Hefteya borî nûnerên hêzên navdewletî û dewletên mîsogerkar ên Astanayê ango Rûsya, Tirkiye û Îranê diyar kirin ku hindik maye ku komîteya destûrî ya Sûriyeyê ava bibe. Ev îdia di demekî ku şerê li Sûriyeyê li bakur û rojavayê Sûriyeyê dijwar dibe de hate kirin.

Der barê mijarê de Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen di 28’ê tebaxê de daxuyaniyek da û got ku wî hema bêje prosesa avakirina komîteya nîqaşkirina destûra Sûriyeyê li gorî biryara NY’yê bi dawî kiriye. Heman tişt garantorên Astanayê jî dubare kir. Lê tevî vê yekê jî heta niha ji bo tevlêbûna komîteyê tu vexwendnameyeke fermî ji nûnerên rêveberiya xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re nehatine şandin. Rêveberiya xweser û MSD derdora ji sedî 30 ji rûbera Sûriyeyê kontrol dikin û bi qasî 5 milyon kesan bi rêve dibin.

Helwesta rejîm û Îranê

Der barê mijarê de lêkolînerê nakokiyên civakî Xalid Ehmed ji ANHA’yê re axivî û ev tişt anî ziman: “Rejîma Sûriyeyê û hevalbendên wê yên weke Îranê dixwazin pirsgirêk bi şer çareser bibe. Ji bo vê jî Rûsya, Îran û rejîm dixwazin demê bikarbînin da ku bigihijin armancên xwe. Cihgirtina MSD’ê ya di komîteyeke destûrî ya ku ji hêla Rûsya û Îranê ve tê amadekirin de, dê erênî nebe. Bi Astanayê re rejîmê herêmeke berfireh kontrol kir. Her karekî siyasî divê di bin çavdêriya NY’yê de be. Divê rejîm an jî hevalbendên wê jî van karan nas bikin.”

Komîte ji 150 kesan pêk tê

Tê payîn ku komîteya amadekirina destûra Sûriyeyê ji 150 kesan pêk tê. Li gorî plana NY’yê, ji van endaman dê 50’yan rejîm diyar bike û yên din jî Şandeyên Taybet ên NY’yê diyar bikin. Navên nûnerên MSD’ê di lîsteyê de nîne. Li ser navên lîsteya navneteweyî jî lihevkirinek hê nîne. Vê jî di navbera NY û Şamê de pirsgirêk afirand. NY dibêje tenê navê 6 kesên di lîsteyê de biguhere.

Ger tev li nebin dê destûrê nas nekin

Têkildarî mijarê cîgira Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Nûcîn Yûsif jî demek berê destnîşan kiribû ku ger nûnerên rêveberiya xweser û MSD’ê ji komîteya destûra Sûriyeyê bên dûrxistin dê ev gav jî têk biçe. Yûsif daxuyand ku ger ew di amadekirina destûra nû de cih negirin, dê wê demê ew destûr dê wan eleqedar neke.

Gelo dê DYA rola xwe bilîze?

Tê gotin ku ger DYA û hêzên koalîsyonê rola xwe ya tevlêkirina rêveberiya xweser û MSD’ê ya pêvajoya amadekirina destûra Sûriyeyê de nelîzin, aloziya Sûriyeyê dê aloziya Sûriyeyê bedewam bike. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar