Di danişîna akademîsyenên belavoka aştiyê îmze kirin û piştî biryara AYM’ê danişîna ewil hat dîtin û biryara beratê derket
Akademîsyenan ji bo aştiyê belavoka “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” îmze kiribûn. Li ser vê yekê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” doz li wan hatibû vekirin. Ji akademîsyenan Ozlem Şendenîz a li Zanîngeha Îdirê Wezîfedara Lêkolînê bû derket pêşberî dadger. Danişîna biryarê ya Şendenîz li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger mutalaya xwe nû pêşkêş kir. Dozger ji ber biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara berata Şendenîz da.
Dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û biryara berata Şendenîz da. STENBOL