Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Peyam zelale: Heta qeyûm dicehimin em ê qadan bernedin

Li dijî tayînkirina qeyûman, bi tevlêbûna gelek kesan li Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiyên Nobeta Demokrasiyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate gotin ku tayînkirina qeyûman yek ji parçeya konsepta tunekirina kurdan e. Her wiha hat destnîşankirin ku heta qeyûm dicehimin dê têkoşîna xwe bidomînin

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de li şûna hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê qeyûm tayîn kirin. Li dijî tayînkirina qeyûman jî siyasetmedarên kurd, gelê kurd û derdorên demokratîk bi çalakiyên cuda li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya ku ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman hatiye destpêkirin berdewam dike.

Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê di roja 19’emîn de jî berdewam kir. Çalakî li kolana Lîseyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de tevî parlamenterên HDP’ê, rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER û bi sedan kes amade bûn. Qada çalakiyê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Di çalakiyê de çalakvanan bi dirûşman tayînkirina qeyûman şermezar kir. Çalakvanan li kursiya azad a li qada çalakiyê nêrîna xwe anîn ziman.

Çalakiya li Mêrdînê

Li Mêrdînê jî çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 19’emîn de li Parka Karayolu ya Mêrdînê hate lidarxistin. Polîsan nehiştin ku çalakger tevî parlamenteran bikevin parkê. Li ser vê yekê welatî li derveyî parkê li ser şînkahiyê rûniştin û çalakiya xwe domand. Welatiyan bi dirûşman tayînkirina qeyûman şermezar kir.

Dê têkoşîna xwe bidomînin

Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Huda Kaya axivî û wiha got: “Heta ku qeyûm ji vir dicehimin dê çalakiya me jî bidome. Heta ku gelê me azad bibe, heta ku mirovên me, welatê me bikaribe hilmekê bistîne, şert çi dibin bila bibin em ê têbikoşin. Raye û meqamê wan çi dibe bila bibe, gelê me dersekî baş da wan. Heta ku nebaşî ji holê radibe jî dê ev yek bidome.” Piştî axaftina Kaya jî çalakvan bi dirûşmên ‘Mêrdîn a me ye’ û ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ ber bi avahiya HDP’ê ve çûn.

Çalakiya Wanê

Bi heman boneyê li Wanê jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan, Ayşe Acar Başaran, Pero Dundar, Mûrat Sarisaç, Alîcan Onlu û gelek endamên meclisên şaredariyan û gelek welatiyan, li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê çalakiya Nobeta Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Hevserokatî pergala azadiyê ya jinê ye û em nahêlin bê xespkirin’, dovîzên ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ û ‘Qeyûm bireve vaye jin tên’ hatibûn rakirin û girseyê dirûşma ‘Amed, Wan û Mêrdîn a me ye’ berz kirin.

‘Waliyên mêtinger hatin tayînkirin’

Di çalakiyê de parlamenter Ayşe Acar Başaran axivî û da zanîn ku ew li dijî darbeya sivîl li qadan in. Başaran diyar kir ku AKP û MHP ev 5 salin polîtîkaya şer dimeşînin û wiha domand: “Tayînkirina qeyûman jî parçeyeke vê polîtîkayê ye. Bi vê yekê re dixwazin peyamekî bidin gelê kurd. Di sala 2016’an de bi tayînkirina qeyûman re gotin; ‘Hûn hilbijêrin jî em ê nehêlin hûn xwe birêve bibin.’ Li dijî partiya me operasyonên siyasî kirin û di nav de hevserok û parlamenterên me jî, bi hezaran endamên me dîl girtin. 19 roj berê jî bi tayînkirina qeyûman re heman peyam dan. Ev waliyên mêtingeriyê piştî ku hatine tayînkirin, karê wan ê destpêkê bû tunekirina xebatên li ser ziman, dîrok û çanda kurdî. Heta ku ev qeyûm ji şaredariyên me derdikevin û dev ji nêzikatiyên xwe yên mêtingeriyê ber didin dê têkoşîna me jî berdewam bike.”

‘Nifteya çareseriyê birêz Ocalan e’

Başaran diyar kir ku dewleta tirk nikare vê polîtîkaya xwe ji cîhanê re vebêje û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha jî li Amedê lîstikeke cuda dilîzin. Divê bê zanîn ku sedema derketina wan zarokan a çiyê, sedema girtin û qetilkirina bi hezaran ciwanan, polîtîkaya şer a îktîdarê ye. Mîna li Rojava û Başûr, dixwazin kurdan li vir jî bi hev bidin qirkirin. Sedema şerê heyî ew kesên li qesrê rûdininin. Li şûna van manîpulasyonan, bila li rêbazên çareseriyê bigerin. Bi pêvajoya aştiyê ya bi birêz Ocalan re hêviyeke aştiyê çêbibû. Lê yên ku berjewendiyên wan di şer de heye, di nîsana sala 2015’an de dawî li vê pêvajoyê anîn. Tayînkirina qeyûman jî yek ji parçeyên konsepta tunekirina kurdan e.  Rêya çareseiyê li Îmraliyê ye. Nifteya çareseriyê birêz Ocalan e.” AMED- MÊRDÎN-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar