Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Tu jî bibe parçeyeke kampanyayê’

Aktîvîstên TJA’yê yên Stenbolê ji bo kampanyaya ‘Ji bo guherînê tu jî rabe ser pêyan’ bang li jinên Stenbolê kirin ku ew jî bibin parçayek kampanyayê

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî kuştin, tecawiz, tacîza li hember jinan û îstîsmakirina zarokan û talankirina xwezayê di 19’ê tîrmehê de bi dirûşama ‘Ji bo guherînê tu jî rabe ser pêyan’ kampanyayek dabûn destpêkirin.

Têkildarî kampayayê aktîvîstên TJA’yê yên Stenbolê axivîn û bang li jinên Stenbolê kirin ku tev li kampanyayê bibin.

Nûnertiya jinan esas tê girtin

Aktîvîsta TJA’yê Beser Çelîk anî ziman ku di 29’ê tîrmehê de bi dirûşma ‘Bi jinan re niha dema azadiyê ye’ start dane. Çelîk di axaftina xwe de bal kişand ser armanca kampanyayê û wiha got: “Kampanya ne tenê pêvajoyeke 5 mehan e. Me di pêvajoya kampanyayê de hedef kir ku em rêxistibûna jinê jî derxin holê. Di pêvajoya dawî de bi qeyûman re îdia kirin ku pergala hevserokatiyê ne hiqûqî ye. Em ê destûrê nedin ku mafên me ji me bigirin. Qeyûm hem li dijî kurdan û hem jî li dijî destkeftiyên jinan hat tayînkirin. Pergala hevserokatiyê pergaleke ku nûneriya jinan esas digire ye. Ji ber vê nerehet bûn. Me kampanya xwe di vî alî de girt dest. Hewl tê dayîn ku rêxistibûna jinan belav bikin.”

Di vê pêvajoya kuştina jinan zêde bûn

Di berdewamê de Çelîk da zanîn ku di vê pêvajoyê de kuştinên jinan jî zêde bûn û wiha pêde çû: “Em di pêvajoye ku der barê jinan de biryar tên girtin de derbas dibin. Her wiha di dozên şîdet, êrîşa zayendî û kuştinên jinan de polîtîkayên bêcezabûnê pêk tên. Ev ferasetên wisa, polîtîkayên kuştinê pêş dixin. Lê em her tim di cihekî ku van pêkanînan qebûl nakin û red dikin de sekinin. Bi taybet jinên kurd di vê mijarê de gelek pêş ketine.”

‘Em ê plansaziya xwe bixin meriyetê’

Çelîk destnîşan kir ku kampanya dê bi 5 mehan re bi sînor nemîne û wiha domand: “Kampanyaya me dê bi 5 mehan sînordar nemîne. Li dijî qirkirina jinê me kampanyayek wisa da destpêkirin. Lingê ewil yê kampanyayê ev e ku paşverûtiya mêr bê şikandin û ji ber vê jî em ê perwerdehiyên ku guherîna mêr esas digirin pêk bînin. Pêvajo piştî 5 mehan şûnde wê bi awayên cuda bidome. Em ê gelek plansaziyan bixin meriyetê.”

Ji bo her mehek temayek

Aktîvîsta TJA’yê Pinar Kandal jî got ku di meha borî de atolyeyên cuda pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Her mehek wê temaya wê hebe. Bernameyên me wê bidomin. Li Amedê konvoya mor pêk hat. Li Stenbolê jî wê konvoya mor pêk bê. Bi qeyûman re me taloq kir. Li her qadê têkoşîna me heye. Temaya meha îlonê ‘aştî’ ye. Em di her qada jiyanê de di nêzîkatiya li hember jin, xweza û sewalan de bi aştiyê nêz dibin. Temaya meha cotmehê jî wê ‘parastina cewherî’ be. 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan e. Dê bernameyên me hebin. Em ê xebatên xwe dewlementir bikin. Meha kanûnê jî Hefteya Mafê Mirovan heye. Kampanya dê wisa bimeşe. Em hedef dikin ku hem jin û hem jî mêr biguherin. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin parçeyeke kampanyayê û em xebatên xwe bi hev re bimeşînin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar