Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Li Efrînê 2 sivîlên din hatin revandin

Artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê welatiyan digirin û direvînin. Hat zanîn ku hêzên dagirker 2 sivîlên din jî revandin

Zilm û zordariya hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li ser gelê Efrînê bênavber didome. Artêşa tirk û çeteyên wê welatiyên efrînî digirin û direvînin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, komên çete yên girêdayî artêşa tirk 2 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Li gorî nûçeya ANHA’yê, ji welatiyên hatine revandin Nûrî Mûstefa ji gundê Badîna yê Racoyê ye û Henan Xelîl Cindo jî ji gundê Mîska Jorîn e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên dagirker hema hema rojane welatiyan direvînin. Li gorî belgeyên berdest, di nava 3 rojên dawî de komên çete li Efrînê 30 welatî revandin. Di nav van kesan de jin jî hene. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar