Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Cenazeyên zarokên xwe xwestin

Malbatên ku zarokên wan Hidir Çalli û Taylan Kutlar ên di 10’ê tîrmehê de li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê di şerekî de şehîd bûne, li ÎHD’a Stenbolê daxuyanî dan û xwesdin rayedarên dewletê cenazeyên zarokên wan bidin wan

Malbata Xidir Çalli û Taylan Kutlar ên di 10’ê tîrmehê de li navçeya Pilûr ya Dêrsimê şehîd bûne, bi boneya rayedarên dewletê cenazeyê zarokên wan bide wan, li avahiya ÎHD’a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Stenolê Musa Pîroglu, Dayikên Şemiyê û gelek kesên din amade bûn. Malbatan li salona ÎHD’ê pankarta ku wêneyê Çalli û Kutlar li ser heye ya “Bila cenazeyê me teslîm bikin” vekirin.

Ewil parêzer Sezîn Uçar axivî û diyar kir ku heta niha rastî gelek rewşên wiha hatine û wiha got: “Cenazeyên ji Goristana Xerzan girtin û hêj nedane malbatan mînaka vê yekê ye. 2 meh in muwekîlên me jiyana xwe ji dest dane. Nedayîna van cenazeyan û îşkenceya li cenazeyan tê kirin berhemê aqilê dewletê ye. Êdî Saziya Tipa Edlî jî kiriye amûrê vê yekê. Testa DNA  bi hêsanî di nava çend rojan de diyar dibe. Lê 2 mehin hêj testa DNA diyar nekirine û cenaze nedane malbatan. Ev li dijî hiqûqa Tirkiyeye. Li dijî peymana navneteweyî ye ku Tirkiye îmze avêtiyê ye.”

Hevseroka ANYAKAY DER’ê Sultan Karasu jî anî ziman ku nedayîna cenazeyan polîtîka dewletê ye û wiha axivî: “Berê jî li Oleka Jor li Goristana Xerzanê nêzî 270 cenaze derxistin û birin. 2 sal derbas bûn lê hêj ev cenaze nedane malbatan. Ev bûye polîtîkaya dewletê.”

‘Ev sûcê şer e’

Rêveberê ÎHD’ê yê Stenbolê Huseyîn Aygul jî anî ziman ku ev yek li dijî wicdanê civakê û li dijî mafên mirovan e û wiha got: “Tu kes nikare mafê malbatek din a definkirina cenaze asteng bike. Ev sûcê şer e. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Divê êdî ev binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe. Divê êdî cenazeyan bidin malbatan.”

‘Em li cenazeyên xwe xwedî derkevin’

Parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu jî ziman ku nedayîna cenazeyan di dîroka mirovahiyê de hatiye naletkirin û wiha got: “AKP êrîşî nirxên mirovan dike û li ser piyan xwe dihêle. Ev pêkanîn berê li Rojava jî kirin. Cenazeyên ji rojava dihatin nedidan malbatan. Îktîdar êrîşî hemû tiştên li dijî xwe dike. Em bi hevre li cenazeyên zarokên xwe xwedî derkevin.

60 rojin cenazeyan nadin malbatan

Herî dawî Emrah Topaloglu daxuyanî da û diyar kir ku 60 rojin cenazeyê Çalli û Kutlar nadin malbatan û wiha got: “Malbatan piştî agahiya kuştinê bihîstin bi rêya parêzeran serî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dan. Ji bo testa DNA mînanka xwînê dane. Piştî mehek şûnde bi hinceta xwîna bira nabe, vê carê mînaka xwînê ji dayik û bav stendine. Di ser minaka duyemîn a dayik û bavre 1 meh derbas bû. 2 mehin cenazeyan nadin. 2 mehin em di navbera Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, Edliya Dersimê û Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê de diçin û tên. Li aliyekî malbat bi êşa kuştina zarokên xwe dijîn, li aliyê din, ji ber malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe bistînin êşê dikişînin. Parêzerên malbatan dîsa serî li saziyên tipa Edlî dan, lê diyar kirin ku hêj encam diyar nebûye. Lê dema me ji kesên cuda pirsin, diyar kirin ku beriya Cejnê ji saziya Tipa Edlî encam derketiye ku li hev hatine, lê çima carek din mînakên duyemîn dixwazin. Em dixwazin cenazeyan bidin û êdî bes bên astengkirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar