PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KCD: Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze bingeha girtina HDP’ê amade bike

KCD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiya malbatan a li ber avahiya HDP’ê, lîstikeke qirêj û provokasyona faşîzma AKP-MHP’ê ye. KCD’ê bang li van malbatan kir û wiha got: “Bi vê lîstikê dixwazin bingeha girtina HDP’ê amade bikin. Neyên vê lîstikê.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî lîstik û provokasyonên dawî daxuyanî da. KCD’ê anî ziman ku piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya di 31’ê adarê de, gelê kurd bi darbeyeke siyasî re rû bi rû maye û qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin. KCD’ê destnîşan kir ku dê destûrê nedin ku tu kes vîna wan binpê bike.

KCD’ê di berdewamê de jî destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê di hilbijartinên 31’ê adarê û 23’yê hezîranê de derbên giran xwarine û wiha domand: “Serkeftineke mezin hat bidestxistin. Di vê serkeftinê de rola gelê kurd diyarker bû. Faşîzma AKP-MHP’ê li hemberî destkeftiyên gelê me û hêzên demokrasîparêz û muxalîf kete nava tirs û xofê. Ji bo ku emrê xwe dirêj bike jî kete nava lîstikên qirêj û provakasyonan.”

Lîstika MÎT û hêzên ewlekariyê

Di berdewamê de jî KCD’ê daxuyand ku piştî ku qeyûm li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatine tayînkirin, hewlên ji bo dagirkirina Rojava pêş xistin û herî dawî jî bi organîzasyona MÎT û hêzên ewlekariyê malbat li ber avahiya HDP’ê hatine komkirin, plan û provakasyonên li dijî HDP û hêzên muxalîf jî gav bi gav ketine meriyetê. Di vê çarçoveyê de li seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu 10 sal ceza birîn û bingeha tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê amade dikin. Ev jî parçeyeke van provakasyonane.”

Daxuyaniya KCD’ê wiha dom kir:

“Em biryara der barê birêz Canan Kaftancioglu de hatiye dayîn şermezar dikin. Em ê di şexsê Kaftancioglu de cihê xwe ligel hêzên demokratîk bigirin û di nava piştevaniya mezin de bin.  Komkirina malbatan a li ber avahiya HDP’ê, bi temamî provakasyona tifaqa AKP-MHP’ê ye. Em bang li malbatên li ber avahiya HDP’ê dikin ku bi hestiyarî tevbigerin. Muxatap ne HDP, AKP ye. Divê ev malbat bizanin ku ev hewldan ji hêla faşîzma AKP-MHP’ê ve tê plankirin û armanc jî avakirina bingeha operasyoneke li dijî HDP’ê, ji bo girtina HDP’ê û cezakirina gelê kurd e.

Bang li gelê kurd û raya giştî kirin

Divê bê zanîn ku HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ev malbat tînin ziman û êş, elem û rijandina xwînê bi dawî bibe têdikoşe. Ji ber vê sedemê ye ku dijminên kurdan dixwazin êş, hest û pirsgirêkên van malbatan îstîsmar bikin. Divê bê zanîn ku tê xwestin ev pirsgirêk ji bo amadekirina provakasyonên hîn mezintir bê bikaranîn. Ji ber van sedeman em bang li malbatan dikin ku dev ji vê helwesta xwe berdin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî vê rewşê bihestiyar tevbigerin û provakasyonên AKP-MHP’ê vala derxînin. Dê ev provakasyona faşîzma AKP-MHP’ê ku berê jî hatiye ceribandin, careke din têk biçe. Em bang li hemû gelên Tirkiye’yê, hêzên demokratîk û civaka navneteweyî jî dikin ku li hemberî van provakasyonan, bi hestiyarî tevbigerin û di nava piştevaniyê de bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar