Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo yekitiyê divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî piştî hevdîtina li gel Hîzba Zehmetkêşanî Kurdistanê, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, pirsgirêka aştî û demokrasiyê jî çareser nabe û got ku pêwîst e kurd di mijara yekitiya neteweyî de hîn zêdetir hewl bidin

Heyeta HDP û KCD’ê ku ji hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Wekîla Serokê Koma HDP’ê ya Meclisê Fatma Kurtulan û Alîkarê Hevserokên HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, piştî hevdîtina bi Serokê PDK’ê Mesud Barzanî re, serdana Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistanê kir.

Heyet li vir ji aliyê endamê Desteya Serokatiya Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Saed Xelîd, endamê Mekteba Siyasî Hîwa Seyîd Selîm û rêveberên partiyê ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, di navbera her du aliyan de hevdîtinek ku ji çapemeniyê re girtî bû, pêk hat.

Piştî hevdîtinê Saed Xelîd û Sezaî Temellî daxuyanî dan çapemeniyê.

Pêwîst e têkiliyên kurdan xurt bibe

Saed Xelîd ku destpêkê axivî, têkildarî hevdîtinê ev agahiyan parve kir: “Şandeyeke ji berpirsên payebilind ên partiyên cûda yên kurd serdana herêmê kirine û dê çend roj li herêmê serdana aliyên siyasî yên cûda bikin. Serdan di demeke wisa de pêk tê ku li herêmê guhertinên mezin rû didin. Serdana şandeyê ji ber wê ye ku di van guhertinên Rojhilata Navîn de kurd bikaribin bi tensîq tevbigerin, peywendiyên navbera hêzên kurd de xurt bikin da ku bikaribin pirsgirêka kurd li parçeyên Kurdistanê çareser bikin. Hewldana sereke ew e ku di asta neteweyî de peywendî di navbera hêzên kurd de xurt bibe û hewldan bê dayîn ku guhertinên li Rojhilata Navîn bixin xizmeta berjewendiya gelê kurd.”

 Sezaî Temellî: Em ji bo ku berpirsyariya xwe pêk bînin hatine vir

Sezaî Temellî jî têkildarî armanca serdana xwe ve axivî û diyar kir ku hewldanên wan ên li Başûr didome û ev tişt anî ziman: “Destpêkê em bi birêz Barzanî re hatin bahev, piştre em hatin vir û hevalan em bi germahî pêşwazî kirin. Ji bo danûstendinan pêwendiyên me didomin. Ziyareta me wê 4 rojan dom bike, em plan dikin ku di nava van 4 rojan de bi gelek partiyên siyasî û rêxistinan re bên gel hev. Wekî hûn jî dizanin em wekî HDP’ê demeke dirêj e li Tirkiyeyê têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Li hemberî tecrîd, şîdet, pêkûtî û zihniyeta qeyûman a li Tirkiyeyê me têkoşîneke girîng meşand û em dimeşînin. Em dizanin ku ji bo herêmê û Tirkiyeyê rêya çareseriyê di aştî û demokrasiyê de derbas dibe. Pirsgirêka herî bingehîn a herêmê bêguman pirsgirêka kurd e. Em baş dizanin ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, pirsgirêka aştî û demokrasiyê jî çareser nabe. Ev pirsgirêk tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîn e, pirsgirêkek Rojhilata Navîn e, pirsgirêkek gerdûnî ye. Ev pirsgirêk encak bi rêya aştî û diyalogê, bi rêya muzakereyan, muzakereyên demokratîk dikare bê çareserkirin. Di vê mijarê de yên ku dengê kesên çareseriyê da afirandin nabihîzin, li ser gelê kurd şîdet û şer ferz dikin, vê hewldana xwe didomînin. Yên ku ji neçareserkirinê xwedî dibin û li ser gelê herêmê şer ferz dikin, di rastiyê de bêçaretiyekê jî nîşan didin. Li hemberî vê yekê, ger em werin ba hev, piştevaniyê nîşan bidin û li dijî polîtîkayên şer derkevin, wê demê em ê bi ser bikevin.”

Divê herkes berpirsyariya xwe bi cih bîne

Di axaftina xwe de Temellî destnîşan kir ku wan li Tirkiyeyê ji bo aştî û wekheviyê bang kirine, têkoşînê dimeşînin û di çarçoveya vê ziyareta xwe de jî niha li herêmê bangek mezin tînin ziman û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şer û şîdetê li her derê em bên bahev, mil bidin hev, têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin, gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de ji bo ku em berpirsyariya siyasî ya ku dikeve ser milê me bicîh bînin em hatine vir. Ji bo vê yekê pêwîst e kurd bên bahev, di mijara yekitiya neteweyî de hîn zêdetir hewl bidin û ji bo kombûna kongreya neteweyî herkes berpirsyariya xwe bicîh bîne.”

Her wiha dê heyeta HDP û KCD’ê sibe jî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re bên gel hev. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar