PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Karkerên demsalî û koçberî

Her sal bi koman, karkerên demsalî ku diçin Anatoliya Navin û Bahra Reş,  li van deveran di nav şert û mercên dijwar de dixebitin û her wiha rastî êrîşên nîjadperest jî tên. Malbatên ku diçin xebatê diyar dikin ku bi taybetî ji ber kurdbûna xwe rastî zehmetiyên giran tên

Karkerên demsalî bi komên ku ji 20-30 kesî pêk tên, her sal ji bo xebatê diçin bajarên Behra Reş. Bi taybetî karkerên demsalî hemû ji malbatan pêk tên. Yek ji van karkarên demsalî jî malbata Tunççelîk e. Malbata Tunççelîk ev 20 sal in ji Amedê ji bo xebatê diçin bajarên Behra Reş.

Malbat îsal jî ji bo komkirina findiqan hatine gundê Kayrancik a navçeya Kaynarca ya Sakaryayê. Malbat her sal di çûyîn û hatinan de rastî zehmetiyên mezin tên. Karkerên demsalî di dema pêvajioya xebatan de qûtên xwe jî bi xwe re tînin. Karkarên demsalî ku rojê nêzî 12 saetan dixebitin û bi zehmetiyên dijwar re rû bi rû dimînin, dîsa jî keda destê wan li gorî xebata ku dikin nayê dayîn û her wiha roja ku neçin xebatê wê rojê heqdestê wan bi tu awayî nayê dayîn.

Ya ku herî zêde bandorê li malbatan dike êrîşên nîjadperest in. Têkildarî êrîşên nîjadperestî û nêzîkatiyên welatiyên li Sakaryayê Mehmet Tunççelîk ev tişt anî ziman: “Ez di înşatadan de dixebitim. Îsal sektora înşatê têk çû. An jî em ê îsal nehatibana. Ciwanekî ji Amedê hatibû navçeya Karasu ya Sakaryayê rastî êrîşê hat. Xistin beşa lênêrtina giran. Karkerên wir xwestine dest ji kar berdin û biçin. Gundiyan jî gotiye hûn biçin wê kî kom bike. Destûr nedan. Me jî wek karkerên herêmê biryar girt ku em neçin wî gundî. Lê karkerên din çûne kom kirine. Carekê helwestek wisa bê nîşandan dê êrîş çênebin.”

Di kon an jî axuran de dijîn

Malbat her sal beriya ku ji bo xebatê biçin bajaran li xwediyê kar digerin û dibêjin cihê ku ew bimînin çawa ye. Xwediyên kar her carê dibêjin cih baş e. Lê her cara tên an li konan an jî li cihên wekî axuran de dimînin. Ava germ tune ye. Malbatên ku hezar û 600 kîlometre rê tên, dema bixwazin vegerin jî nikarin vegerin. Xwediyê kar jî dizane ku ew nikarin vegerin, girîngiyê nade cihên ku lê dimînin.

‘Nahêlin em bi kurdî biaxivin’

Malbatê diyar kir ku bi taybetî ji ber êrîşên nîjadperest naxwazin bên vir û got ku ji ber betaliyê neçar dimînin tên.

Ciwanekî ku nexwest navê xwe bêje, anî ziman ku bi taybetî ji ber axaftina kurdî zehmetiyan dikişînin û wiha got: “Hinek patron dibêjin kurdî neaxivin. Dibêjin bi kanalek din neaxivin. Lê piranî kesên tên tirkî nizanin. Em dengê xwe dernaxin. Em deng derxin şer derdikeve. Em her sal rastî vê pirsgirêkê tên.”

‘Rewşa jinan hîn dijwartir e’

Jina bi navê Songul Tunççelîk a 20 salî ye û bi malbata xwe re hatiye findiqan kom bike, da zanîn ku li gel kurdbûnê wek jin jî zehmetiyan dikişînin û ev tişt anî ziman: “Ev du sal e ji bo me zehmet derbas dibe. Ji ber em kurd in em pirsgirêkan dijîn. Ev yek min ditirsîne. Min nedixwest ez bêm vir. Ez ji bo konservatuarê xwe amade dikim. Dixwazim bibim mamosteya muzîkê.” SAKARYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar