Berdevka rêveberiya TAJÊ’yê Ferîde Şengalî bi boneya Kongreya ya Yekemîn a TAJÊ’yê ku dê di 10’ê îlonê de bê lidarxistin bang li jinên Şengalê kir ku tev li kongereyê bibin
Jinên êzidî ku roj bi roj rêxistina xwe xurt dikin, cara yekemîn di bin navê Tevgera Jinên Êzidî de xwe bi rêxistin kirin. Jinên êzidî niha xwe amade dikin ku di 10’ê îlonê de Kongreya xwe ya yekemîn li dar bixin.
Berdevka Rêveberiya TAJÊ’yê Ferîde Şengalî biboneya kongereya xwe ya ku dê di 10’ê îlonê pêk bê axivî û wiha got: “Em nêzî kongeraya yekemînn a TAJÊ’yê dibin. Di dema 3’yê Tebaxa 2014’an de fermanekê mezin hat serê civaka êzidî. Piştî fermanê me xwe nespart tu kesî. Di 3’yê tebaxa 2015’an de me konferansa xwe ya yekemîn bi awayê rêxistinî li Kampa Newrozê li dar xist. Lê wê demê rewşa Şengalê ne baş bû, derdora Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dorpêçkirin. Ji ber wê me nikarî li Şengalê konferansa xwe lidar bixin. Konferansa yekemîn a jinên êzidî li Kampa Newrozê hate lidarxistin, bi wate û gîrîng bû. Piştî ve me konferansa meclisê li dar xist, meclisê jî karê xwe berfireh kir, mezirtir kir, tevlêbûna jinan çêbû, saziyên wê çêbûn û piştre jî dezgehên wê ava bû. Piştî kar berfireh bû me konferansa duyemîn li bajaroke Xanesorê 20’ê îlona sala 2016’an de li dar xist. Wê demê me navê rêxistina xwe kir Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ). Saziyên wê hatin berfirehkirin, rêxistinkirina jinan mezin bû, ragihandina bi rêxistinên jinan hat kirin, pitsgirêkên jinên êzidî heta ji me hat me çareser kirin.”
‘Ev kongre gelek girîng e’
Şengalî derbarê girîngiya rêxistina jinên êzidî û kongera yekemîn a jinên êzidî de jî ev tişt anî ziman: “Ew kongre gelek girîng e, em niha amadekariya wê dikin. Daxwaz û hêvîya me ku hete hemû jin bi hev ra bibin alikar, derfetên me kêm bê jî em ê bi wan re bibin alîkar. Tişt hemû ne madiyat e, manewyat jî girîng e. Pêwîst e em di hemû waran de bi jinan re alîkar bibin. Em nehêlin ku jin xwe bikujê û nehêlin ku bi temenê biçûk werê zewicandin. Ji ber ku jiyana jinan dikeve xetereyê. Ji aliye psîkolojîk û ruhî bandorekê mezin dide avakirin, nabê tu kes bi temen 14 û15 salî were zevicandin, edî di nav civaka me de ev werin rakirin. Axa me dîrok û nasnameya me ye. Çi Rojava, bakurê Kurdistan, rojhilatê Kurdistan, başurê Kurdistan gelek cihên dîrokî yên êzidiyan hebûn. Lê îro hemû ber bi tunebûnê ve diçin. Li rojavayê Kurdistanê berxwedana mezin ku hate kirin nehişt dîrok winda bibe. Em wek civaka êzidî ya Şengalê em naxwazin jin axa xwe berde û biçin. Hîn zêdetir pêwîst e li axa xwedî derkevin. Divê em karibin axa xwe, dîrok û nasnameya xwe biparêzin. Em wek jinên êzidî rêxistina xwe mezin bikin, em ê tekoşîna xwe bigihînin hemû jinan. Ji ber ku jin hemû di bin destê zihniyeta zilamên desthilatdar de dijîn. Pewîst dike ku em xwe bigihînin hemû jinan.”
Hemû jinan vexwend kongreyê
Her wiha Şengalî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kongreya me di 10’ê îlonê de li Xanesorê dest pê bike. Em hêvîdar in ku gelê me, keç û jinên êzidî, pêşwaziya wê kongreyê bikin. Em karibin zehmetiyen ku me dîtiye, xeletiyen ku hatine kirin, çareser bikin. Em ê rêxistinê xwe mezin bikin, bi hamleyeke nû dest bi kar û xebatên xwe bikin. Em hêvî dikin ku hemû jin tev li kongreya me bibin.” ŞENGAL