PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kî bikeve mala Erdogan ew ne aram e

Em di heman demê de di dema bav û bapîrên xwe de dijîn lê gelek kes vî tiştî fêm nakin û bi her awayî hewl didin xwe bixapînin û xeyal dikin ku ew rast dimeşin. Lê dîrok xwedî rêyekî taybet e û tu kes nikare wê li gorî xwe biguherîne.

Li ser Bihara Ereban qaşo 9 sal derbas bû. Hê jî gelek kes bi navê opozîsyon û şoreşê û bi dirûşma ‘Elah û Ekber’ bang li xwedayê xwe dikin ku wan li hemberî dijmin bi ser bixe. Bi rêya serjêkirin, şewitandina mirovan û gelek tiştên din, xwestin bi guhertin û rizgarkirina welatê xwe pêk bînin lê beriya wê xwe ji desthilatdarî û bişaftinê paqij nekirin. Encam jî trajediya ku xwe di bazarên durûtiyê û pereyan de dubare kirine.

Opozîsyonên Iraq, Sûriye, Lîbya û Misrê pişta xwe bi Erdogan ve girêdan, wî weke xelîfeyê misilmanan bi nav kirin. Li gorî wan dê wan ji kafiran xilas bike. Kiryarên opozisyonê hemû mîna yên Erdogan in.

Di her warî de, serî tewandin û israra wan a li ser koletiya ji bo osmaniyeta nûjen û Erdoganê siltan e. Erdogan ê ku wan li Heleb, Xûta, Humis, Hema û bejahiya Şamê firotin niha jî li Idlibê li ser wan bazaran dike.

Jixwe aloziya Sûriyeyê ji bo Erdogan ne girîng e. Tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û dixwaze di nav qerebalixê de serwerê herêmê bibe. Xuya ye ku dondirmayê rûyê Erdogan ê rast deşîfre kir. Ji ber wê jî xelk li dijî Erdogan derketin xwepêşandanan. Wê şîrcemedê hemû planên Erdogan aşkera kir, xelkê nas kir ku ka Erdogan wan çawa di Soçî û Astanayê de difiroşe.

Karê opozîsyona siyasî jî tenê maye kiryarên Erdogan pîne bikin. Em gotina hezretê pêxember ku dem derbasî li Mekkeyê bibû, gotibû bînin bîra xwe: “Çi kesê derbasî mala Ebî Sifyan dibe ew heram e.”

Pêxember nas dikir ku Ebî Sufyan bawerî nekiriye, ji ber vê ev gotin gotiye. Lê berjewendiyên pêşerojê bingeha helwestên siyasî yên rast destnîşan kir.

Nexwendina opozisyonên Sûriye, Iraq, Lîbya û Misrê ya ne rast ji tênegihiştina wan e. Ger ew baş tênegihin dê çawa karibin civakan bi rê ve bibin û wê kesên din jî qebûl bikin. Fikrên wan ên ku wan pê bawer dikir xiyanetê li wan kir. Lê niha jî girêdayî rêya xwe ne. Dibe ku wan ji têkçûnê xilas bike.

Ne Tirkiye ne jî Erdogan nema aram in. Penaberên sûriyeyî ne li Tirkiyeyê ne jî li ser axa Sûriyeyê jî durûtiya Erdogan xilas nebûn. Bi hezar caran MSD’ê daxwazî ji opozîsyona Sûriyeyê  ya ku di bin siya Erdogan de kir. Ji wan ra got ku hûn bi gotin û sozên Erdogan tên xapandin.  Erdogan ê ku dest ji gelê xwe berdayî, bajarên xwe wêran dike û dest ji dostên xwe ‘Davûtoglu, Babacan, Gul, Gulen hwd.’ berdide, ger derfet bikeve destê wî dê dest ji we jî berde.

Çareserî dixwendina dîrok û felsefeyek rast de ye, çareserî di felsefeya Neteweya Demokratîk  û biratiya gelan de ye.

Gefa Erdogan a li dijî Ewropayê “wê derê ji penaberan vekim” gefek têkçûyî ye. Piştî  ketina berjewendiyên Erdogan ê deccal wê planên wî li dijî wî bên.

Hêjayî gotinê ye divê opozisyona Misir, Lîbya û Iraqî ji tecrubeyên birayên xwe yên li Sûriyeyê ders derxin. Xwe radestî Erdogan nekin ji ber ku Erdogan dê wan jî bifiroşe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar