Şêniyên li gundên herêma Omeriyan ku têketin û derketina gundê wan hatine qedexekirin axivîn. Gundiya li ser zextên ku li wan tên kirin wiha gotin: “Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe. Tîmên taybet dixwazin em pesnê wan bidin.”
Li Herêma Omeryan a di navbera navçeyên Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê de di 7’ê îlonê de tîmên taybet, leşker û cerdevan derketin operasyonê. Di navbera artêşa tirk û gerîlayên HPG’ê pevçûn derket. Di pevçûnê de Midurê Şaxa Tîmên Taybet a Mêrdînê Tufan Kansuva û cerdevanek hatin kuştin. Piştî kuştina tîmê taybet û cerdevan Walîtiya Mêrdînê li gundên Cînata Miho û Cînata Hiso yên Nisêbînê û gundên Haciya û Yestê yên Mehsertê qedexeya derketina derve ragihand. Li herêmê duh jî pevçûnan dewam kir. Gundiyan jî dan zanîn ku tîmên taybet û leşkeran zext li ser wan kiriye.
Şêniyên gundan diyar kirin ku piştî qedexeya derketina derve şewat derketiye û destûra wan nehatiye dayîn ku şewatê bitefînin. Şêniyan diyar kirin ku hêj li hin deveran dûman dikişe û ev du roj in ji herêmê bênavber dengê çekan bilind dibe. Gundiyan da zanîn ku bênavber helîkoptêr derdorê gulebaran û bombebaran dikin û nayê zanîn ku kîjan nokteya gulebaran dike. Gundiyan anî ziman ku ji ber ewlehiya canê wan nîne ew nikarin derkevin derve û wiha gotin: “Em nikarin li vir mal û milkê xwe bifikirin. Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe.”
‘Kamerayê vedikin û dixwazin em bêjin destekê didin wan’
Yek ji şêniyên van gundan diyar kirin ku tîmên taybet bi ser malên wan de girtine û lêgerîn pêk anîne û heqaret li wan kirine. Welatî da zanîn ku tîmên taybet cerdevaniyê li wan ferz dikin wiha got: “Cerdevan leşkeran derî bi derî digerînin, dibêjin ‘ev mal PKK’yî ye û ew mal PKK’yî ye.’ Malbatên ku zarokên wan tev li PKK’ê bûne didin nîşandan. Bi riyên fermî bi tu awayî îfadeyên me nehatin girtin. Kameraya destên xwe vedikin û dixwazin ku em bêjin destekê didin wan. Dixwazin em bêjin ku operasyon bi piştevaniya gundiyan bi awayek serkeftî pêk tê.” MÊRDÎN