Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dorpêça li ser wargehê bê exlaqî ye’

 

Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li benda kontrolê ya PDK’ê ya didome. Asayîşa PDK’ê nahêle tu kes serdana dayîkan bike û xwarin û vexwarinê jî ji wan re bibe. Li aliyê din jî şêniyên Mexmûrê têkildarî vê dorpêçê  banga xwedî derketinê kirin û diyar kirin ku dorpêça li ser wargehê bê exlaqî ye

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî  (Mexmûr) careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 54 roj in ji aliyê Asayişa PDK’ê ve dorpêç û ambargoya li ser Mexmûrê berdewam dike.

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li dijî vê ambargoya PDK’ê xwestin biçi Hewlerê rayedar û hikûmeta Herêmê re hevdîtinê bikin. Lê belê Dayikên Aştiyê li benda kontrolê ya PDK’ê ve hatin rawestandin û destûr nedan ku dayik biçin Hewlerê. Dayikên Aştiyê li benda asayişê ya PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya dayîkan di roja 9’emîn de tevî germa û tozê berdewam dike. Dayîk dixwazin bi rayedarên Hewlêrê re bicivin û sedema rê girtinê û ambargoya li ser Mexmûrê hûn bibin û daxwaz bikin ku dawiyê li van pêkanîna bînin.  Lê heta niha ji rayedarên Hikumeta Herêma Federal Kurdistanê tu kesê serdana dayîkan nekiriye.

Helwesta dijminatî ya PDK’ê

Herwiha asayîşa PDK’ê nahêle tu kes serdana dayîkan bike û xwarin û vexwarinê jî ji wan re bibe. Ligel ewqas pêkanînên kêfî û dijminane yên PDK’ê jî dayîk di çalakiya xwe de bi israrin. Dayikên Mexmûrê aşkera dikin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bikin.

Şêniyên Mexmûrê banga xwedîderketinê kirin

Li aliyê din jî şêniyên Mexmûrê têkildarî vê dorpêçê ji Rojnewsê re axivîn û banga xwedî derketinê kirin û diyar kirin ku dorpêça li ser wargehê bê exlaqî ye. Herwiha bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku dest ji vê helwesta xwe berdin.

Welatiya bi navê Fadîle Yilmaz bertek nîşanî dorpêçê da û wiha got: “Hatin û çûyîna wargehê hatiye qut kirin. Ne dihêlin nexweşên me û ne jî dihêlin hemwelatiyên me derbasî Hewlêrê bibin. Ev wê yekê dide îfade kirin ku Enqere biryar dide û Hikumeta Herêma Kurdistanê û Barzanî pêktîne. Sedem ewe ku di 17’ê tirmehê de li bajarê Hewlêrê bûyerek çêbibû û berpirsê MÎT’a tirk Osman Kose hatibû kuştin. Ji wê rojê heta niha dorpêçek girankirî li ser wargehê tê meşandin. Hatina me ya li vir jî ji ber zilm û zora dewleta tirkan bû. Lê em hatin vir jî em ji zilma ku bi biryara dewleta tirk tê girtin û Hikumeta Herêma Kurdistan pêktîne xelas nebûn. Divê ku Hikumeta Herêma dest ji van kiryarên xwe yên dij mirovane berde û vê dorpêç û ambergoya li ser wargehê bi awayekî lezgîn rake. Em bang li tevahî sazî û rêxistinên kurd dikin ku xwedî li wargehê derkevin û ji bo wargehê bikevin nav tevgerê.”

Ev bêmafiyek herî mezin e

Mamosta Ferhat Kaçan jî ev kiryarên kêfî û dijmirovî şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Ambergoyek girankirî li ser wargeha me heye. Ev ambergo li hemberî kampek ya penaberan bê mafiyek herî mezin ku zêdetirî 12-13 hezar insan tê de hene. Ji bo vê yekê ji 17’ê tîrmehê heta niha destûr nadin ku ne nexweş, ne karker, ne jî kesên din yên ji wargehê derbasî bajarê hewlêrê bibin. Em bang li tevahî kurdên başûrê Kurdistan û tevahî gelê kurd, rêxistin, partî û kesên xêrxwaz dikin ku xwedî li wargehê derkevin. Ji ber ku ev ambergo ne di roja me ya îro de li ser wargehê tê meşandin. Ji dema 8 wargeh hatin guhertin heya niha ev bê mafiya ku dibêjin biryarek siyasiye li ser gelê me yê wargehê tê maşandin. Em dubare bang li partî û rêxistinên kurd yên Başûr dikin ku bila êdî bê deng neminin û deng bidin dengê Mexmurê.”MEXMÛR

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar